Diyarname
Komîteya Amadekar a Roja Helbesta Kurdî bangek ji bo beşodariya Roja Helbesta Kurdî kir.
Yekem car di sala 1993'yan de ji bo bîranîna helbestvanê mezin Cegerxwîn çalakiya Roja Helbesta Kurdî hate li dar xistin. Ji wê rojê ve her sal Roja Helbesta Kurdî li rojavayê Kurdistanê li dar dikeve. Ev çend sal in digel çalakiya li rojavaya Kurdistanê li Ewropayê jî Roja Helbesta Kurdî li dar dikeve. Li Almanyayê ev cara şeşan e ku Roja Helbesta Kurdî li dar dikeve, helbestvan û wêjehezên kurdên rojava li hev dicivin. Bi xwendin û guhdarîkirina helbestên kurdî dara zimanê kurdî av didin û giyanên xwe yên li biyaniyê ziwabûyî didin ber barana wêjeya kurdî.
Ji bo Roja Helbesta Kurdî ya îsal komîteya amadekar ku ji Helîm Yûsiv, Keça Kurd û Elî Cefer pêk tê daxuyaniyeke weşand. Komîteya diyar kir ku îsal dê li Essena Almanyayê, roja 23.10.2011'an de Roja Helbesta Kurdî li dar bixin û hemû helbestvan û wêjehev vexwendin çalakiyê.
Komîte dixwaze kesên dixwazin bi helbestên xwe beşdar bibin ew berhemên xwe ragihînin wan û wisa dibêjin: "Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de helbestên helbestvanên ku dixwazin beşdar bibin, li ser vê E-mailê (rojahelbestakurdi2011@hotmail.com) bigihêjin ber destên me."
Roja Helbesta Kurdî dixwend axaftin û xwendina helbestan dê muzîk û stran jî hebin. Hunermend Roj el3i jî bi hunera xwe dê beşdarî çalakiyê bibe.
Ji bo kesên eleqedar:
Navnîşana cihê: “Roja helbesta kurdî li derve"
Komela Hêlîn. Werder Str. 13. 45138 Essen
Dem: 23.10.2011
Katjimêr: 13: 00
Têlefon: 0049/01637866977. 0049/160 92 44 44 29
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.