Di meseleya nivîskariya kurdî de çiqas cihê ye ez nizanim lê gotineke min jî heye. Bêyî dirêj bikim, li der û dorê meseleyê bigerînim, bi kurtî û eşkereyî:
Ez siyasetmedar, yan jî serokê partiyek... Tu ji min dûr bî ez çima nêzî te bim?!
Meseleya nêzbûna siyasetê yan dûr bûn, meseleya di nava rêxistineke de cih girtin an ser bi xwe mayîn, meseleya nivîskar bi xwe di nav têkoşînê de be yan na, her bûye meseleya nîqaşê.
Gelo em vê yekê li gor welatê xwe nîqaş bikin dê rastir nebe. Mînak li welatekî pêşketî, bi her sazî xwe bi cih bûyî, her tiştê wê di rê de çi hewceye nivîskarekî di nav siyasetê de be, endamê partiyekê be û bi awayekî aktîf kar bike... Herhal li welatekî wisa pêdivî bi tişteke wisa nîn e.
Li welatên paşmayî gel bi xwe jî dixwaze nivîskarê wan (ne nivîskar tenê, her kesê hinek xwende, xwedî gotin) her li cem wan be; ji ber ku barekî, rolekî giran li nivîskarên xwe, li wan kesên xwende dike
Ev yek çiqas rast in ez nizanim, lê ez wisa dibînim.
Ji bo kurdan jî mirov li gor rewşa kurdan li meseleyê binêre herhal dê baştir be. Û bi vî awayî mirov ji siyaseta xwe tiştek bixwaze... Helbet ger li cem siyasetê tişteke hebe ku bide te.
Bi ya min divê nivîskarên kurd nêzî siyaseta xwe bin, nêzî saziyên kurdan bin, hem tiştekî bidin wan û hem jî tiştinan ji wan bixwazin.
Di vî warî de ez sistbûnek, dûrbûnek, yan jî xwe ji siyaset, ji partî û rêxistinan, dezgehan dûrbûnek dibînim.
Em hinek mînakan bidin:
Em raste rast endatbûna wan deynin aliyekê, em vê bipirsin: Heta niha li Amedê çend nivîskarên kurd li Amedê beşdarî kongreya DTP'ya Amede bûne? Ev yek ji bo Stenbolê jî derbas dibe, ji bo bajarên din jî.
Mesele ne ew e ku îleh di nav wê partiyê de bibin endam, bibin xebatkarekî çalak. Mesele ew e ku li holê bixuyin, carinan bi fikir û ramanên xwe rê bidin ber wan, di heman demê de bikirabin fikra xwe (binêr ez dibêjim fikra xwe, yanê tiştê ku ew bixwe dixwazin) bi wan bidin qebûlkirin. Nikaribin bidin qebûlkirin jî bikaribin bi wan bidin zanîn ku ew fikir heye, ew jî hene. Divê em ji bîr nekin ku yê dûr ji her tiştî dûr e.
Ez hinek din bikevim navê: Mirov li mala xwe be, em bibêjin li Amedê rûne û bavê ev û ew partiyan çênabe. Tu wisa bikî ew partî û rêxistin jî dê qîmetê nede/in te.
Tu neçî kongreya wan, şeva wan, tu li meydanê nexuyî, ew ê çima û çawa te vexwîne/in tiştên xwe...
Tu neçî komeleyeke/komeleyên wan...
Bi ya min nivîskarên kurd ji hemû tiştan dûr in. Ji komeleyên kurdan jî, ji partî û saziyên kurdan jî.
Mînak, we dîtiye nivîskarekî kurd li ser saziyeke jinan a li Amedê, em bibêjin li ser SELÎS'ê tişteke nivîsandiye? Yan jî li ser GOKKUŞAGI'ya li Stenbolê?
Yan jî haya nivîskarên me ji saziyeke wisa heye?
Em bibêjin nivîskarên me yên li Almanyayê, ji wan çend kes, çend caran çûne saziyekê û rê daniye ber wan?
Gelek nivîskarên kurd jî li welatên Ewropayê, li mala xwe heta êvarê li ber kompîtur in. Heyran ka xêra xwe hefteyekê tiştek nenivîse, here nav kurdan.
Dema neçe, dê haya wan ji wî/ê nivîskarî nîn be. Dema biçe, haya wan jê nebe jî cara yekem, cara diduyan, nebe cara sisêyan helbet dê bikaribe nîşan bide ku ew nivîskarekî ye, pirtûkeke/pirtûkên wî ya/yên wisa heye/hene. Ev çûyîn di heman demê de reklamek e ji bo nivîskar, bazareke...
Belê ez beşdarî gotinên Cîhan Roj dibim (Binêrin: Têkiliya nivîskaran a bi jiyanê re/ Diyarame). Nivîskarên me ji jiyanê dûr in, ji kurdan jî dûr in.
Bi destûra we ez hin tiştan lê zêde bikim:
Em siyasetê deynin aliyekê, gelo heta niha we bihîstiye rojekê nivîskarekî kurd li ser pirsgirêka penîrciyên li Deriyê Mêrdîna Amedê, yan jî yên li Wanê tişteke nivîsandiye/ne?
We bihîstiye nivîskarekî kurd di quncikê xwe de bal kişandiye ser qedexeya ser karê hungivfiroşan?
We qet nêriye ka çend nivîskarî li ser kurdên bajarên Ewropayê, li ser pirsgirêka têkiliyên kurd û biyaniyan, pirsgirêka entegrasyonê nivîsandiye/ne?
Gelo kesek dikare bibêje deh sal berê min wisa nivîsandibû li ser vê meseleyê, îro ez çûm wê komeleyê min mêze kir heman mesele berdewam dike...
Ez dixwazim di vê çarçoveyê de li ser Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê jî çend tiştan binivîsim lê nivîs dirêj bû, belkî careke din.
Gotina dawî: Çend roj berê li Amedê Kongreya Gel a Demokratîk li dar ket. DTP'yiyan û derdora wan li dar xist. Bi ya we çend nivîskarên kurd di kongreyê de hebûn?
Nizanim hûn dipirsin ku çi eleqeya vê bi mijara me ve heye...


