Li Silêmaniyê Pêþangeha Pirtûkan deriyên xwe vekirin
SILÊMANÎ
2'yemîn Pêþangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmanî dest pê kir. Di pêþangehê de zêdetirî 3 mîlyon pirtûk hene û pêþangeh dê 10 rojan bidome.
Pêþangeh ji aliyê kompanyaya Atlas Esil ve hatiye rêxistinkirin, bi merasîma ku berpirsên hikumetê jî amadebûn, danê sibehê hate vekirin.
Rêveberê peywendiyên kompanya Atlas, Esil Þewqî Umer di dema destpêkirina pêþangehê de axivî û got; “227 navendên rewþenbîrî û edebî ji 17 welatên cîhanê tevlî pêþangehê bûne.”
Di pêþangehê de zêdetirî 3 mîlyon pirtûk hene, ji vane 45 hezar pirtûkên zanistî ne. Yên din jî pirtûkên li ser tenduristî, edebî, raman, huner, felsefe û olin. Piraniya pirtûkan bi zimanên kurdî, erebî, îngilîzî, farisî û tirkî ne."
Pêþangeh wê her roj di saetên 09:00’an de were vekirin û heya saet 18:00’an vekirî be.
Ji Rojnewsê hatiye girtin