Diyarname
Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney a Şaredariya Batmanê ku ji sala 2006'an ve kar dikir û ji aliyê kayyûmê ve hatibû girtin şewitî.
Di salonê de îro saet 15.20'î de li qata jor ku makîne û odeya arşîvê lêye şewat derket. Heta îtfaiye hat salon şewitî jî. Cîgerê Şaredar Vahap ASma got ku îhtîmala sabotajê jî heye, ji gelek aliyan ve lêkolîn tê kirin û got: "Salon ev demek e ji bo nîşandayînan girtî bû. Em ji gelek alî ve sedema şewatê lêkolîn dikin."
Li aliyê din gel dibêje îtfaiye dereng hat.
Şaredariya Batmanê ku dema destê DBP'ê de bû salon ava kiribû û "Festîvala Fîlman" jî di nav de ji bo nîşandayîna gelek fîlman mazûvanî kiribû. Piştî hikumeta Tirkiyeyê bi kayyûmê dest danîbû ser şaredarî salon hatibû girtin.