logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Fistanê zer, rengê sor û coşa bi stranan

  • Dîrok: 12/05/2019
Li nav kurdan rengê sor her navdar e. Kurdan rengê sor wekî rengê xwe hesibandiye, gotina "Bila sor be, çend qirişên wî zêde be" jî bi ser de. Xwîna kurdan sor e, her di nav vê xwîna sor de gevizîne. Rengê kurdên elewî jî sor e. Di nav rûpelên dîrokê de ew jî di nav xwîna sor de fetisîne; loma ye jî li hin deran û hin deman wan xwe înkar jî kiriye. Ligel hezkirina vê rengê sor jî di salên dawî de rengê zer di nav kurdan de derketiye pêş. Ew wisa ji rengê zer hez dikin hema bêje hindik maye rengê sor bê ji bîr kirin. Rengê zer ji bo wan bûye hêvî, bûye rengê azadiyê. Em nizanin eleqeya vê heye yan na lê stranbêj Ayfer Duzdaş ku stranên qewmê rengê sor dane hev û jê album derxistiye, bi ev stranên sor lê bi fistanê zer ku li xwe kiribû li ser dikê bû. Helbet ew fistan, bi qasî ew stranên ku dane hev û dê pêşkêşî temaşevanên xwe bikira lê hatibû jî. Belkî ji îro pêde fistanên zer cihê fistanên sor jî bigirin, kî dizane...
Belê konsera Ayfer Duzdaş êvara 11'ê gulana 2019'an li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a li Şîşliya Stenbolê bû. Duzdaş bi strana "Dîlber" ku di albuma xwe "Leylan" de weşandibû dest bi konserê kir. Yek ji armanca konserê pêşkêşkirina stranên kurdên elewî, ya din, hinek be jî danasîna albuma wê ku par bi navê "Ji Xorasanê Heta Çorimê Newayên Kurdên Elewî" derxistibû, bû.

Ji 'Koma Asmîn', 'Vengê Sodirî' heta niha
Duzdaş di sala 1973'yan de li Sêwasê tê dinê, lê di zarokatiyê de ligel malbatê tê Stenbolê û dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Stenbolê dixwîne. Sala 1998'an de li Lîseya Hunerên Bedew a Perayê perwerdehiya keman û şanê dibîne. Di navbera 1996-98'an de li Navenda Çanda Mezopotamyaya (NÇM) Stenbolê dest bi qursa muzîkê dike. Piştî xilasbûna serdema qursiyeriyê ligel hevalên xwe Koma Vengê Sodirî ava dike ku komê bi kirmanckî (zazakî) stran digotin. Her wiha ligel hunermendên jin di nav Koma Asmîn de cih girt. Koma Asmîn wê demê tekane koma jinên stranbêj bû li nav kurdan. Duzdaş demek dirêj di nav her du koman de stranên xwe gotin, karê muzîkê dom kir. Piştî ku her du kom belav bûn jî wê karê xwe yê muzîkê dom kir û heta îro anî. 

Bav bi ser NÇM'ê de digire
Erê jiyana xwe di nav muzîkê de derbas kir lê ne hêsan bû. Li aliyek divê her xwe pêş bixista, berhem biafiranda, lê li aliyê din jî malbat  hebû û wekî gelek malbatên kurdan dixwestin "keça xwe biparêzin". Di demek wisa de Duzdaş ji bo konserê ligel komê dê biçûya derveyî Stenbolê. Dê biçûya lê ev yek dê çawa ji bavê xwe re bigota? Bibêje dê li mal tofan rabe, helbet dê bav nehêle jî. Difikire, pir difikire, paşê dibêje, "Wele ezê herim, hey dê tofan rabe, qet nebe piştî ez vegerim bila ev tofan rabe." Berê xwe dide derî, dê derkeve, lê bi pistînî ji diya xwe re dibêje, "Konsera me li derveyî Stenbolê heye, ezê herim lê ji bavê min re nebêje." Û derî digire. Ew li konserê ye, lê dayika dilşewat, dayika di tirsa tiştek bi keça min bibe yan na de gotin gihandiye bav û bavê wê, ligel diya wê bi ser NÇM'ê de girtine; tofan rabûye jî...

Yekem album: "Leylan" tê
Ev yekem derketina wê ya li derveyî Stenbolê bû ne nebû ya dawî. Duzdaşa ku li Sêwasê hatibû dinê, hay ji gelek stranên kurdî yên nehatine berhev kirin hebû, hay jê hebû ku divê ew stran winda neba, divê hinan ew berhev bikira. Erê divê bikira lê kî? Pirsa çima "Ez nekim" pêre çêdibe û dikeve dû stranan; stranên dawetê, stranên şînê, bi taybetî jî stranên kurdên elewî ku zêdetir ew veşarî mane... Diçe Mûşê, Gimgimê, diçe Meletî, Semsûrê, diçe Koçgirî, Dêrsim, Çorûmê... Û berhev dike wan stranan. Li aliyek jî xebata xwe ya pêşkêşkirina stranan, geşkirina muzîka kurdî didomîne. Piştî cih girtina di nav albumên "Şahiya Stranan" de yekem albuma xwe ya solo bi navê "Leylan" di sala 2008'an de pêşkêş dike.
Stranên şînê "Şînên Koçgiriyê"
Di van deman de ji bo strana "Sallana Sallana" ku straneke Eyşe Şan e klîbek dikişîne. Hem ji klîbê, hem ji stranê û hem ji dengê wê gelek tê hez kirin; pêre êdî ne tenê Ayfer Duzdaş a di nav koman de heye, êdî Ayfer Duzdaş a bi serê xwe, bi vîna xwe û dengê xwe, heye. Ew pêre jî xebata xwe ya lêkolînê didomîne û di sala 2012'yan de albuma "Şînên Koçgiriyê" derdixe. Jinên extiyar ku li ser cenazeyan, li ser goran û şînxaneyan klamên ku digotin qeyd kiribû û ew wekî album pêşkêşî dîroka muzîka kurdî kir. Û dîsa lêkolîn, dîsa berhevkirin; vê carê berê xwe dabû newayên kurdên elewî. Duzdaş ji Xoresanê heta Çorumê ev girtin dest, dan hev, tomar kirin, loma navê albumê jî wisa lêkir. Û album par bi etîketa Kom Muzîkê derket. Li ser vê Duzdaş wisa dibêje: "Newayên kurdan ên li Xorasanê zêde nedihat nasîn, loma min ew der hilbijart. Xorasan wisa erdnîgariyek e ku kurd, tirk, faris bi hev re bi biratî dijîn. Sedema min Çorûm hilbijart jî li wir kurdên elewî hene. Kurdên elewî ku ji Dêrsimê, Koçgiriyê ji bo wir hatine sirgûnkirin hene, lê ev yek zêde nayê zanîn. Tê zanîn li Xoresanê elewiyên tirk hene, lê nayê zanîn ku li Çorûmê kurdên elewî hene. Ji bo ez balê bikişînim ser vê yekê min ev xebat kir." Û ew niha bi van stranan li ser dikê bû.
 
 
Bajar bi bajar stran
Di konserê de herî zêde beşdaran di strarên "Sallaha Sallana", "Dîlber" û "Çerkeş Xatûn" de beşdarî kir ku ev yek nîşana herî zêde ji wan hez kir bû.
Duzdaş geh ji Çorûmê "Hey Narim" got, geh ji Koçgirî  "De wer meke" pêşkêş kir, geh temaşevan bir Dêrsimê û "Duzgî duzgî" pêşkêş kir, geh bir Varto, geh Meletî, Semsûr... Û helbet strana bi kelhûrî "Kamel kamel ke" jî pêşkêş kir. Çawa ku di vê stranê de bilbil dibe evîndarê gulê, Duzdaşê jî temaşevan kirin evîndarê xwe û kêliyek bi coş diyarî wan kir.

Û di dawiya nivîsê de fermo ji we re parçeyek konserê, ji strana "Çerkez Xatûn":
 

 
 
 
  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon:  0212 -6266455, info@davetiyeonline.net 
Hin Nivîsen Nivîskar

Ji bo Enwer Karahan nameyeke eşkere

  • 01 Pûşper 2009

Kekê Enwer Karahan silav Ez hêvî dikim tu baş bî.Heta niha û ji niha û pêde jî ne terciha min e ku ez xwe bidim nîqaş kirin. Qet ez naxwazim ez bibim...

Ma bakurî mecbûr in ji ala Başûr hez bikin?

  • 26 Sermawez 2021

Ev nivîs ne ji aliyê hest, dê bike ku ji layê hiqûqê ve li meseleya alê binêre. Ger mimkûn be heta dawî bixwînin. Paşê gotinek we hebe, navnîşana...

SERTÎFÎKA

  • 30 Rezber 2011

Roja ku min bi kêfxweşî sertîfîka girt, hinên din ji ber sertîfîkayê hatin girtin.Sertîfîka. Di îngilîzî, almanî, fransizî de hema hema...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Vê carê rast e' hat

ad

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

ad

Gelek nivîskarên kurd beşdarî TUYAP'ê dibin

ad

TFF'ê ji bo sala bê salnameya fûtbolê eşkere kir

ad

Cenazeya Aramê Dîkran tînin Amedê

ad

Platforma Zimanê Kurdî li ser hilbijartinê û berendaman gotina xwe got

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname