Roja 28.02.2015'an Tevgera Kurd (Ji niha pêve emê TK bikar bînin) û Hikumeta Tirkiyeyê (Ji niha pêve emê HT bikar bînin) li Qesra Dolmabahçeya Stenbolê ku cihê Serokwezîriya Tirkiyeyê ye daxuyaniyek hevbeş xwendin.
Wekî gelek caran me di Diyarê Me de kiriye, vê carê jî emê DANBERHEVEK bikin. Fermo:
Tevgera kurd bû meşrû
- Li ser navê TK'ê Sirri Sureyya Onder, li ser navê HT'ê Yalçin Akdogan daxuyanî xwend.
- Onder, Cîgirê Hevserokên HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê ye. Mirov dikare bibêje Berdevkê Ocalan e jî. Akdogan, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê ye û endamê Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê ye. Mirov dikare wî wekî Zilamê Dewletê jî bi nav bike.
- Dolmabahçe bi ser sed salî re ye ku navenda dewleta tirk e. Yekem car kurd bi nasnameya xwe ya kurdbûnê li wir beşdarî daxuyaniyeke fermî dibin.
- Bi rêya HT'ê, dewleta ku ev 30 sal in TK'ê wekî "Rêxistina Terorê" dibîne, yekemîn car bi awayekî fermî wê vedixwîne cihek wisa. Ev yek jî tê vê wateyê ku HT'ê, bi gotineke din Dewletê TK qebûl kiriye. TK jî yekemîn car dikare xwe bi rêyeke wisa bike hêzek meşrû û bi vê re jî yekemîn car kurd bi dewletê dan qebûlkirin.
Metna ku xwendin
- Dema SS Onder daxuyanî dixwend gelek cidî bû, helwesta wî wekî ku 'emê çawa ji bin vî barî û ji bin vê berpirsiyarê rabin' bû. Dema Onder dixwend Akdogan gelek cidî bû, qet reng nedida, belkî mijangên wî jî nedikirpiyan, helwesta 'emê çawa ji nav vî karî bi fêde derkevin' bû.
- Metna ku SS Onder dixwend jî, ya ku Akdoganî dixwend jî her yekî ji aliyê xwe ve amade kiribû lê berî xwendinê nîşanî hev dabûn.
Dest jê berdena çekan
- Di metna xwendin de 10 xal hebûn û HT û TK'ê li ser wan li hev kiribûn, loma wan bi hev re ew xwendin.
- HT dixwaze gavek zûtir TK dest ji çekan berde, ev nebe jî gavek zûtir çekdarên xwe ji Bakur vekişîne. TK jî dixwaze gavek zûtir HT li ser van xalan gavan biavêje.
- HT dizane TK dest ji çekan bernade. TK jî dizane derdê HT'ê tenê ew e ku TK dest ji çekan berde.
- Heta niha domkirina Pêvajoya Çareseriyê bi kêrî HT'ê hat loma bêyî gavên mezin biavêje pêvajo dom kir. Heta niha domkirina Pêvajoya Çareseriyê bi kêrî TK'ê hat loma dawî li pêvajoyê neanî. HT'ê bi vê aramiyê hilbijartin bi dest xistin, TK'ê bi vê aramiyê li Bakur gelek tişt kirin, li qada navneteweyî hêza xwe ber bi meşrûbûnê ve bir, hêza xwe da Rojava û rola xwe ya ji bo wir bi cih anî.
Pêvajo û hilbijartin
- Di dema ku careke din Tirkiye ber bi hilbijartineke din ve diçe de şer bi kêrî HT'ê nayê, bi kêrî tevgera siyasî ya TK'ê jî nayê.
- Domkirina rawestandina çekan di serdema hilbijartinan de bi kêrî AKP'ê tê, lê di heman demê de bi kêrî HDP'ê jî tê ku encax di serdema bi aram de dikare li rojavayê Tirkiyeyê dengên zêde bigire.
- Bi vê daxuyanî (ger pêvajo xira nebe) HT'ê hilbijartineke din jî bi dest xist. Bi vê daxuyaniyê TK'ê bendava sedî 10 a hilbijartinê têk bir (ez beşdarî hevalê me Zekî Ozmen dibim*)
Aliyên neyînî
- HT dixwaze TK'ê bixapîne û Pêvajoya Çareseriyê ji bo ji her alî de xurtkirina xwe bikar bîne. Loma her li Bakur rewşa 'aramiya raya giştî' tîne ziman. TK dixwaze pêvajoyê ji bo xwe bikar bîne û di van sê salên dawî de wisa kir jî.
- HT bi awayekî eşkere nebêje jî bi vê pêvajoyê dixwaze derbeyên giran li TK'ê bide. TK jî vê dizane û hin nûnerên wê eşkere dibêjin jî: "Muzakere di heman demê de têkoşîn e."
Ji niha û pêde dê çi bibe?
- HT bi gavên gelek biçûk (belkî meha pêşiya me ligel heyetê hinên din jî herin giravê, wekî kesên rojnameger) dê pêvajoyê bidomîne. TK bêyî pêvajoyê xira bike dê zorê li meseleyê bike.
- HT jî TK jî heta hilbijartinê dê vê rewşê bidomînin.
- Ger HDP di hilbijartinê de bi ser bikeve, sedî 10 û bi ser re bendavê derbas bike dê HT biwêja tirkan, "Bukulmeyen el opulur"** bikar bîne û pêvajoyê xurtir bidomîne. Ger HDP bi ser nekeve dê HT dawî li pêvajoyê bîne û bi zordarî bi ser TK'ê de here, heta jê bê wê têk bibe.
Hin rexne
- Kurd rexne li TK'ê dikin û dibêjin di van 10 xalan de ne kurd heye, ne Kurdistan. Nijadperestên tirk rexne li HT'ê dikin ku HT'ê Tirkiye firot. Di vir de xalek sêyem, çepgirên tirk jî dibêjin TK'ê em firotin û bi AKP'ê re li hev kir. Her sê jî şaş in.
- Li ser 10 xalên hatin xwendin pêşkêşvaneke CNNTurkê dema nûçe diweşand wisa got ji bo TK'ê: "A rast dibêje, werin em Tirkiyeyê ji nû ve saz bikin." Bi a min jî ev gotineke rast e. Li aliyê din çapemeniya HT'ê jî ji xalan zêdetir aliyê 'Destjêberdana çekan' derxist pêş.
- TK dest ji çek berde dê HT çi bike? Mesela cerdevanên çekdar dê çek ji wan bê girtin? Erebeyên dewletê yên bêplake yên li Cizîrê û bajarên din digerin dê ji wir bêne vekişandin? Dê raye bidin rayedarên herêmî? Perwerdehî dê çawa be? Yên çek berdin dê bikaribin bêne siyasetê bikin?
Û gelek tiştên din...
Dîsa em vegerin piştî hilbijartinê: Kî bi ser ket (hat TK, ha HT), encamê ew dê diyar bike. Ji bo vê jî ji her demê, her gavê zêdetir pêdiviya kurdan (pêre jî dostên kurdan) heye ku kurd, TK û HDP di vê hilbijartinê de bi ser bikevin.
Gotina dawî: Wisa diyar e ku emê hê gelek tiştan li ser TK û HT'ê binivîsin...
*Ji bo nivîsa Zekî Ozmen: Dolmabahçeyê rêya benda hilbijartinê ji bo HDP’ê vekir
** Destê tu nikarî bişkînî divê tu maçî bikî.


