Li Başûr gelek kompanî hene.
Pêşî mînakek: Serokê TISÎAD'ê (Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Iraq-Tirkiyeyê) Nevaf Kiliç wisa gotiye, "Niha nêzî 1500 kompaniyên tirk li Herêma Kurdistanê kar dikin, li temamê Iraqê nêzî 2 hezarî ne. Markeyên li AVM'yan sedî 90 ên tirk in." (28.03.2021, Rûdaw)
Mînak kompaniya elektrîkê, yan kompaniya mobîlyayan li Herêma Kurdistanê bi cih bûye. Kompaniyên boriyên avê piranî ji Tirkiyeyê ne û gelek kompanî li wir in.
Em wan jî deynin aliyekî, em qala kompaniyeke kurdan bixwe bikin: Kompaniya tehînê.
Tehînê herêma Amêdiyê tehîneke gelek bi qelîte ye û xweş e. Kompaniyeke li wir heye; di aşên bi avê dixebitin de kunciyê dihêrînin û tehînê çêdikin. Gelek xweş e.
Em pirsa xwe ji ew kompaniyên tirk bikin, yan jî em ji vê kompaniya tehînê bikin:
Mînak midûrê we di salek de sedî 50 zirar bida kompaniya we, we yê çi bikira? Mesela butçeya kompaniya we 500 mîlyon dolar e, di salek de ji ber wî/ê midûrî/ê dadikeve 250 mîlyon dolarî, hê jî hûnê wî/ê midurî/ê li ser kar biparêzin yan hûnê biqewirînin?
Em zelal bêjin: Di şevek de sedî 50 axa Herêma Kurdistanê, sedî 50 neftê herêmê ji dest Hikumeta Herêma Kurdistana Federe çû. Butçeya ku ji navendê ji petrolê digirt ji sedî 17’an daket sedî 12.
Ev hikumeta ku 30 sal e li ser kar e. Hikumeta ku nedîtiye, ferq nekiriye dê werin ji dest wê bigirin…
Kompaniya mala bavê we ba, we yê çi bikira?
Em mînakek wisa bidin:
Gelo amerîkî ehmeq in serokek herî zêde ji bo du serdeman hildibijêrin? Ew Amerîkaya ku ev 30 sal in xwedî li we derdikeve ehmeq e her 4 salan serokek nû hildibijêre?
Mesela hûn ji Amerîkayê dipirsin, "Gelo kompaniyeke were li Amerîkayê kar bike ji Serokdewletê DYA'yê û endamên malbata wê destûrê digire, yan bi destûra zagonên nivîskî û saziyan destûrê digire?" Û hûn ji xwe dipirsin ka em çi dikin?
Mînakek bi pirsek: PDK nebe dê Herêma Kurdistana Federe têk here?
Bila ev pirsên heta niha me kirin ji PDK'yiyan be. Na, ne dijî PDK'ê bin, mesele ne ev e. Pirsê ji xwe bikin û gor wê bibersivînin.
Ger hûn dibêjin ligel her tiştî jî em dengê xwe didin hûn bi kêfa xwe ne. Kes nikare pêşî li we bigire.
Niha em ji YNK'yiyan jî pirsê bikin; Mînak li dinyayê serokek di mîtîngan de mîkrofonê li erdê bixe, ew dê bibe sempatîk an bibe antîpatîk? Li dinyayê serokek ku wisa mîkrofonan li erdê bixe heye? We bihîstiye kesek wisa?
Yê ku, wê baş nefikire, nepîve û nefikire ku 'Piştî hilbijartinê jî emê bên ber hev' mirov wê çawa bikaribe deng bidê?
Û dîsa pirsa me: YNK nebe dê Herêma Kurdistana Federe têk here?
Ka we çawa deng da? Ha, ger hûn bêjin "Ji te re çi?" Ev gotina we jî ser çavan.
Berî mîtîngê bi têra xwe ‘neteweperwerî’, ‘niştimanparêzêrî’ nizanim çi hatin gotin. Propagandaya wisa hat kirin. Wisa bifikirin ku di 30 salan de te nekariye artêşa xwe bikî yek. Amerîkayê ji te re got, “Tu Pêşmergeyan nekî YEK ezê alîkariyê bibirim” jî hê tu negihiştiyî wê YEK’ê.
Di 30 salan de te nekariye aboriya xwe bikî yek, parlemena xwe ji parçebûnê rizgar bikî, te yekîtiyek saz nekiriye, tu dîsa bo min qala yekîtiyê-neteweperwerî dikî, ka ezê çawa bawer bikim?
Mînak, Sala 2021’ê li ser sînorê Belarus-Polonyayê bi hezaran hemwelatiyên te hatin dîtin, hinek jê ji serman mirin. Ew çawa û çima çûbûn wir? Piştî Yekîtiya Ewropayê midexele kir, te ew bi paş ve birin. Ew çima li wir bûn? Çima ji welatê xwe direviyan? Ma haya te jê tune bû her balafir radibûn û mirov dibirin? Paşê çi bû? Te çend berpirsên kampaniyên bilêtbir ên balafiran girtin, çend meh kirin hepsê û berdan. Ev bû neteweperwerî? Ew însan çima direviyan welatên xelkê?
Rûdawê nivîsandibû çend sal berê, “Bi hezaran ciwan ji Başûr berê xwe dane Ewropayê”. Ma cihê ciwan lê star nebin, dê çawa be? Ev pirsgirêka kî ye?
Li aliyê din, ji ber ku Hevserokê te, kurapê te tenê ji ber muxalifê te bû, bêyî tu kongreyê saz bikî te ji partiyê avêt, hindik ma tu wî bikujî…
Ev e neteweperwerî?
Lê dîsa hûn bi ser dikevin... Belkî hewce û hêja ye ku lêkolîner li ser vê mijarê Lêkolînên berfireh bikin.
Gotinek jî ji bo sedî 30’ê neçûye cem sindoqê û deng nedane. Em bibêjin sedî 5-10 ji van ne eleqedar in, neçûne dengdanê, lê wisa diyar e sedî dor 20'î bi taybetî neçûne. Wisa bifikirin ku sedî 20'ê welatê de bê hêvî ye û naçe deng nade. Ev sedî 20 hêja ye.
Axir, piştî 6 salan be jî, yanê di dema xwe de (ku 4 sal e) nehatibe lidarxistin jî kurdên me yên Başûr hilbijartineke din li dû xwe hiştin. Em hêvî bikin bila ji bo wan bibe rêya serketinê.
Not:
Piştî min nivîs temam kir û şand ji editorekî re, pirsek din hat bîra min. Ez wê jê lê bikim:
Gelo çapemeniya Başûr qet rojek ji kesekî ji rêzê, ji siyasetmedarekî, yan ji serokekî pirsî ye ku çima li Amerîkayê serok tenê 4 an 8 salan kar dike, yê me çima 30-50 salan li ser kar e?
Piştî min ev lêkir, paşê hate bîra min ku medyayên Başûr ne serbixwe ne û yên partiyan û koman in; ji ber wê, herhal we fêm kir ku bersiva pirsa min diyar e.