We mexsûsî digerînin da ku hûn ji qudûm de bikevin û hûn ji ya xwe dakevin. Bi vêya jî nayên ser, carê bi rê de demek dirêj rîngê disekinînin. Di binê tîna tava tebaxê de hesinê ku disincirin bêtir bandorê li we dike. Hûn dixwazin camê rîngê bi awayekî bişkînin ku hebikî hewa têkeve hundur lê hûn nikarin.
Ev sî û pênc rojin ku xwarin di gewriya we de neçûye xwar. Hûn ji hal de ketine. Hergî erebe diheje pê re mahdê we jî dixele û hûn dibêjin qey wextî hundurê we ji devê we çeng bibe derve. Hevalekî we ji tîbûna, xwe wenda dike û dibêje qey xwêdana ji bedena wî diherike ava çemekî ye, devê xwe dixe piyê xwe û xwêdana xwe dialêse! Dû re hevalekî we yê din jî ji tîbûna xwe wenda dike!
Bi rê de hevalê we yê ku ji xwêdana xwe re digot qey ava çemekî ye jiyana xwe ji dest dide! Li dû wî hevalê we yê din jî!
Dema ku şevê qenc fersend ji êvarê stendibû û dinyayê xwe li keriyê danîbû, bedenên we yê li ber xwe dida jî diheliya. Bêhna hundurê we û tahma devê we nexweş bûbû. Di nîvê wê şevê de hatibûn destên we bi hev kelepçe kiribûn û hûn derxistibûn. Hûn li rîngê kiribûn û hûn ji cihê we bi dûr xistibûn. Te di dilê xwe de gotibû, “Gelo mirov çend caran dimre?” Û te bêhemdê xwe qîma xwe bi mirinê anîbû. Erê, te wê kêlîkê bêhemdê xwe xweziya xwe bi mirinê anîbû. Dû re tu bi xwe re xeyidîbû. Çimkî tu fikirîbû ku fikra te ya li ser mirinê ji berxwedanê rev e û ev qet bi te nakeve.
Piştî ku du hevalên we ji destê mirinê nekiribûn der bêtir hêrs û kela dilê we rabûbû. Şehadeta wan kiribû ku hûn bêtir bi biryara xwe ve bên girêdan. Te jî nema zanîbû bê gotina; “Heta ku toxim nekeve erdê û nemire zêde nabe!” wê kêlîkê ji ku hatibû bîra te. Gelek tiştên ku qet tu lê nedifikirî wê gavê dihatin bîra te. Zaroktiya te, maliyên te, heval û hogirên te, serpêhatî, hêvî û daxwazên te tevdek di bîra te de dihat.
We ji rîngê dadixin. Ji ber kelepçeyê destê we werimî ne. Carê tên yekî dibin. Dora te hatiye. Tên te jî dibin. Te tînin li ber maseya yekî disekinînin. Ew kesê ku rûniştiye copê xwe li kefa destê xwe dixe û dibêje, “Tuyê ji gireva birçîbûnê vegerî yan na?” Tu li derdora xwe dinerî. Tu wira dişibînî mezbexaneyekê. Mirov li erdê dirêjkirîne. Hinek ji ser hişê xwe çûne. Hinek ji wan diperpitin û dinalin. Hinek ji wan şût î tahzî ne. Giştik di xwînê de mane. Tu berê xwe dizîvirînî ser yê rûniştî ku li benda bersiva te ye. Yê li tenişta wî kesî ne jî li pêş çavên te dibin wek zebeniyên ber devê cehnimê. Copa li nav kefa destê xwe dixin û pir pîs dimizmizin. Tu hema berçavka xwe ji çavên xwe derdixî, datînî ser maseyê û tu dibêjî, “A ji we re berçavka min û ez dev ji qerara xwe bernadim!”
Wekî din tişt nema tê bîra te. Hevalê te te şiyar dike. Tu dinerî ku hûn li derek tarî û cemidî ne. Tu ji hevalê xwe re dibêjî, “Qey em nemirine lo?!” Hevalê te li derî dixe. Yek derî vedike. Hevalê te dibêje, “Me bibin hinda hevalên me!” Yê ku derî vekiriye wek bibêje, “Ma hûn hîna nemirine!” bi şaşwazî li we dinere û bi zirt dipeyive. Hevalê te bi derî digre û dibêje, “Zing” serê xwe lê dixe. Wî kesa derî li ser we digre û dihere. Piştî kêlîkekê tevlî du sedyeyan tên we dibin nav hevalên we!
Gava ku hevalên we çav li we dikevin şaş dibin. Erê, şaş dibin. Çimkî îlan dane rojnameyan û gotine, “Çar hevalê me nexuyane.” Dû re bihîstine ku du heb ji we meytê wan teslîmî malbatên wan kirine û ji dêvla herdû hevalên we navê we di rojnameyan de hatiye nivîsandin.
Navê we bi mirî belav bûye!


