logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  3. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Manîfestoya Komunîst û Kapîtal Manga bi kurdî ne

Weşanên Yordamê pirtûkên bingehîn ên Komunîzmê bi kurdî derxistin. Manîfestoya Komunîst û rêzeromana Kapîtalê, "Kapîtal

  • Dîrok: 17/05/2011
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weşanên Yordamê pirtûkên bingehîn ên Komunîzmê bi kurdî derxistin. Manîfestoya Komunîst û rêzeromana Kapîtalê, "Kapîtal Manga" bi kurdî derket.

Li ser rûyê dinyayê hin pirtûk hene li hemû zimanan nebe jî li gelek zimanan hatine wergerandin. Hin ji wan pirtûkan Qurana Misilmaman e, Încîla Xiristiyanan e. Yek ji pirtûkên bi vî rengî jî Manîfestoya Komunîzmê ye. Manîfestoya Komunîzmê jî heta niha li dehan ziman hatiye wergerandin û ev manîfesto niha ji bo kurdî hate wergerandin û ji Weşanên Yordamê derket.

Manîfestoya Komunîst yekemîn berhema herî berbelav a sosyalîzma zanistî ye.  Di vê berhemê de ramana sosyalîst bi awayekî kurt û puxteyî, bi zimanekî rewan û wêjeyî hatiye pêşkêşkirin.

Manîfestoya Komunîst ji aliyê danerên ramana markîzmê Karl Marks û Friedrich Engles ve di sala 1848’an de hatibû nivîsandin.

Manîfestoya ku heta niha li gelek zimanan hatibû wergerandin niha li ser daxwaza Weşanên Yordamê zimanzan Samî Tan ew wergerand kurdî û wekî pirtûk derket.

Di manîfestoyê de gotineke navdar heye, bi gotina din paşgotina navdar. Ev paşgotin li nav her gelên ku li ser bîrdoziya Komunîzmê ne li ser zimanan e. Ev paşgotin bi vî awayî, bi vî şiklî li kurdî hatiye wergerandin û di pirtûk de cih girtiye: “Komunîst veşartina raman û dilxwaziyên xwe red dikin. Ew diyar dikin ku bi tenê dikarin bi riya ji binî ve hilweşandina teveka pergala civakî ya heyî bigihêjin armanca xwe. Bila qe çînên serdest bi tirs û sawa şoreşeke komunîst bilerizin. Ji bilî zincîrên xwe tiştekî ku proleter ji dest bidin nîn e. Lê cîhaneke ku bi dest bixin heye.
Karkerên hemû welatan, bibin yek!”


Xêzeromana Kapîtalê

Pirtûka duyemîn a ku Yordam Kîtapê li kelepora kurdî zêde kiriye jî xêzeromana  berhema bingehîn a Karl Marks Kapîtal Manga ye.  Kapîtal Manga cara pêşîn di sala 2008’an de li Japonyayê hatiye weşandin, piştre di sala 2009’an de ji hêla Yordam Kîtapê ve li tirkî hatiye wergerandin.  Her wekî li Japonyayê li Tirkiyeyê jî pirtûkê gelekî bal kişandiye ser xwe. Di vê pirtûkê de puxteya Kapîtalê û têgihên bingehîn bi alîkariya çîrokeke ku pêvajoya hilberandinê ya li palûkeya penêr vedibêje, tên pêşkêşkirin. Ji ber ziman û şêwaza xwe, wisa dixuye ku dê ev pirtûk bi kurdî jî balê bikişîne.

Di Kapîtal Mangayê de rê û rêbazên kedxwariyê û domana hilberîna kapîtalîst bi zimanekî çîrokî, bi diyalogên balkêş û bi hêza xêzan tên pêşkêşkirin. Ji ber van taybetiyên xwe ev pirtûk dê hem bala kesên ku bi kurdî dizanin, hem jî kesên ku dixwazin hînî kurdî bibin an jî kurdiya xwe bi pêş bixin were.

Ev xêzeroman jî ji aliyê Samî Tan ve ji bo kurdî hatiye wergerandin.

Yordam Kîtap jî wekî gelek weşanxaneyên din beşdarî Fûara Pirtûkan a Amedê dibe. Yordamk di heman demê de ji bo danasîna van her du pirtûkan li TUYAP’ê çalakiyeke li dar dixe. Çalakî roja 20'ê mehê wê bi beşdariya Tarik Ziya Ekîncî, Şeymus Dîken û Samî Tan li dar bikeve.

 

- Manîfestoya Komunîst/ Karl Marks - Friedrich Engels / Werger: Samî  Tan / 61 rûpel

- Kapîtal Manga / Berhema Resen: Karl Marks / Mangaker: Variety Art Works - East Press/  Werger: Samî Tan/ 192 rupel

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Klîbeke dîrokî û ya zelal a Eyşe Şanê

ad

Barcelona li mala xwe bêdeng ma: 0-0

ad

Li Rojava û Sûriyeyê notên derketine pêş (Ji bo îro)

ad

*KAKÛNÎ

ad

Îranê rêveberên Enstîtuya Kurdistanê Roznewbarê avêtin hepsê

ad

ESP: 'Nasnameya kurdî bixin Makezagonê'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname