Jiyan ew çend ecêb e ku aqilê te lê disekine. Tu hew lê dinerî ku deriyek li ber te hatiye girtin û deriyekî nuh vebûye.
Ew çend ne diyar e bê yê xêrê ye yan na. Lê tê girtin û tê vekirin. Tu di destê jiyanê de, wekî giloka tayê di nav pepikên pisîkê de yî ku pisîk li gorî dilê xwe pê dilîze û digindirîne. Tu dinerî ku tu mecbûr mayî ji derekê bar bikî herî dereke din. Nav derdor û jiyaneke din. Tu hew dibînî ku mirovnî xerîb û nenas ketine jiyana te û hinek bêyî ku tu lê hay bibî jê derketine. Hew tu dibînî ku ji jiyana te ya berê tiştin winda dibin û li dewsa yê kevn tiştine nuh xwe bi cih dikin. Erê ne bi hemdê te ye, lê pê re tu jî tê guhertin. Zewqên te, daxwaz, hêvî û xemên te rengekî din digirin, çimkî êdî dilê te ji bo tiştine din lêdixê û diavêje. Gelek tiştên ku berê tu lê digeriya û te jê hez dikir nema tên bîra te. Gelek derên ku te dixwest tu herî lê bigerî û bimînî tu jê sar bûyî. Rewşa ku tu tê de yî kiriye ku tu tiştine nuh pêde bikî. Li gorî xwe tu xistiye çerxê û mîna şaqûlekê tu şayik kiriye.
Lê tevî vê jî carinan bêhemd ji dewla te rojên te yên berê dertê. Nizanim bê ka tu çi di wan rojên berê de dibînî? Xuyaye tu destên xwe ji îro naşo û tu ji do jî nabirî.
Carinan tu naxwazî çav li kesî bikevî û li ser tiştekî bifikirî, carinan jî her tişt bala te dikşîne û însanên ku tew tu nema bîra wan dibî tîne ber çavên te. Erê, vî çendî li vî welatê xeribiyê dîsa tu carê diherî demên zarokaniya xwe û tu min jî bi xwe re eware dikî. Tu çav li çi dikevî dîmenekî wê demê û hinek kesên wê demê tîne bîra te. Wekî aniha mîna deh kes ji te re bibêjin binêr a waye, “Hecî Eyşo.” Belê vê pîra ku derbas dibe Çavbenîştê tîne bîra te.
Hecî Eyşo; ji bergî çav pê diare nizane bê wê çi bike. Ji der û cîranan dipirse û qaşo bi wan dişêwire. Ew jî dibêjin, “dermanê çavên te benîşt e. Bihelîne û hinekî berde ser ewê tavilê rehet bibe.” Lê ji dêvla ku rehet bike ji korbûnê difilite û ji wê rojê ve ye navê wê bi nazikî Hecî Eyşo ye û bi zimanê wekî din ango di nav gundiyan de çavbenîştê ye.
Ma neheq in ku jê re dibêjin çavbeniştê nizanim. Nikarim qerarê bidim û gunehê wê têxim stûyê xwe. Çimkî ewê gunehê wê jî li gorî emelê wê hebin. Ji emelê wê jî çavên min tirsiyaye. Her çiqasî diçû axa sor ya ber çem dianî dikir tenûr, şerbik û kûp, sergoyê orta gund vedida û di wira de agir bera didayê û dikir ku bi kêrî însên jî bê, dîsa jî ji çavbenîştiyê safî nedibû.
Ku ew tê bîra min Pîro jî ji bin hişê min dibêje a ji te re, xwe çip dike û derdikeve ortê. Dêmariya wî nebes îcar ew dertê.
Ku Pîro xuyanî dibe birçîbûn tê bîra min û malmîrata sêwîbûn û ketina ber destan xwe ji nav mejiyê min li felekê radikşîne… Felek e ev, koneye ma tê dest?
Pîro zarokekî wilo ye ku ji mecbûrî ar û heya avêtiye hêlekê û perda rûyê xwe ya fediyê çirandiye û tîştîşî kiriye.
Belê ku ew her du temam dibin ango çavbenîştê û Pîro tên, xuyang dest pê dike û ez jî lê dinerim.
Çavbenîştê li ser tenûrê ye, nên lê dixê. Pîro xwe ji wê vedişêre û bi dizîka tê dadide nanekî û dibêje: “Lingino qurban.” Direve. Direve. Direve û hey direve. Carê li ser bayê bezê pariyekî ji wî nanê di destê xwe de ye jê dike û diavêje devê xwe. Çavbenîştê dibe pîra hût û dide dû wî. Lê heta ku ew xwe digihîne wî, çend caran li dora mala doş dibin û hema bibêje Pîro nan nahêle. Tevdekî dadibelihîne. Çawa tê zeftê xwe li erdê dibîne, bi erdê re tê kişandin û çavbenîştê wî tîne diavêje ber tenûrê, wî li wira jî têr dikute û dû re radihêle teşta xwe ya nan û berî dide mal…
Belê ewil çavbenîştê hat bîra min dû re Pîro û bi wî re jî xuyanga wan.
Vî çendî ez bi xwe re tewşo mewşo dipeyivim. Nizanim ka bê çi bi min tê?
Li vî welatê xerîb û xurbetê, van rojana tiştin di jiyana min de tê guhertin lê nizanin bê xêr e...


