Kesên kêrnehatî di eyarê xwe de dişewitin. Di binê vê kêmaniya xwe de dieciqin. Loma ew kesên ku bi sernakevin karê wan dibe hesûdî. Ji ber ku ew nikarin di karê ku dikin de bi ser kevin û kêrnehatînin ji wan kesên ku di karê xwe de jêhatî nin û afirînerin dibehecin û girê xwe diavêjin wan. Xwe li himber wan kêm dibînin, îcar vê kêmanî, qelsî, qelpî û kêrnehatîbûna xwe dixwazin bi devavêtinê ji ber çavan winda bikin.
Kesê ku ji xwe bawer be, xurt be, jêhatî be û di hêla afirîneriyê de gihîştibe astekê hewcedariyê nabînin bibêjin: “Ez mezin im.” Kesî biçûk nabînin û dev jî navêjin kesî.
Lê kesên hesûd tim dibêjin; ez û ne kesekî din. Hebe tunebe ew in. Li gorî wan divê ji wan pê ve kes tunebe. Tişt û kesên ku hene jî divê tevdek di xizmeta wan de bin.
Timî bi tenê ne. Li der û dora wan bi sedan însan hebe jî dîsa ew xwe bi tenê hîs dikin û bi tena serê xwe dimînin. Bi kesî ne bawer in.
Êrîşkar in.
Ji bergî nikarin biafirînin kesên diafirîne ji xwe re xetere dibînin.
Ji bergî nizanin dev diavêjin kesên ji xwe zanetir.
Ji bergî korfahm in kesên bi fahm tehamul nakin, bi qerfan û bi devavêtinê dixwazin wan biçûk bixin da ew biserkevin û ew hebin.
Qerfok in. Henekên xwe bi însanan dikin. Însanan biçûk dibînin.
Ne xwediyê xwe û tu pîvana ne. Rûyek bi wan ve ye ji yê mirîşkan jî xerabtir e.
Bê ûcdan in…
Rastiyê şolî dikin û bi vêya hebûna xwe berdewam dikin. Hebûna wan bi alozî, tevlihevî û şolîbûna rastiyê ve girêdayî ye. Çend kesên wekî hev xwe dispêrin hev û êrîşî hinekan dikin.
Tim dixwazin di civakê de qala wan bibe, ew û navê wan li pêş bin. Ji bergî ew bi xwe tune ne ji jor ve li însên dinerin û dixwazin bi vî hawî kêmaniya xwe veşêrin.
Kesê ku têra xwe nakin dixwazin vê qisûr û kêmaniya xwe vacî rêbidin. Ji bo ku derdor bibêje erê wa ye têra xwe dike û jêhatî ye dirûtiyê dikin. Ji ber vê qet ne wekî xwe ne. Tim di nav hewldana ku xwe jêhatî, baş, afirîner rêbidin de ne û dixwazin bi vî hawî hinek xatirekî bidin wan. Ji ber vê jî dixwazin tiştê ku însan qala wan bike û bibêje: ‘Way filan tişt kir’ dikin.
Zanebûn û ilmê wan çiqasî pir û kûr be jî, dîsa ji dêvla ronîkirina însên û pêşxistina wan ew wê zanîna xwe wekî amûrekî ku pê însên biçûk bixin û qerfê xwe bi wan bikin dixebitînin. Dixwazin kesên jêhatî bixînin û ew têkevin dewsa wan. Ji wan heye ku kesê ji wan jêhatîtir bixînin ewê mezin bibin. Loma ew hew aqilê xwe li ser qerfan û biçûkxistina kesên jêhatî dixebitînin.
Tevlî ku xwe eleqedar û xemxur rêdidin jî, ya rast dinya zêde ne li ser bala wan e. Gava ku dengê wan tê birîn dibin wekî xirbeyekî xerabe, karê wan dibe tewtewetî û cilika neqenciyê diavêjin ser serê xwe.
Kesên ku elimîbin xwe bispêrin hinekan, ji hinekan bixwin û bi dengê hinekan bilîrînin gava ku kes li dorê nemîne dihedimin û xwe dilewitînin.
Çavnebar in; loma çavên wan kor in.
Dilreş in; ji ber vê gotine “dil bi pirç.”
Ji dêvla bipirsin, lê bifikirin, bielimin û çareseriyê bibînin pişta xwe didin pirsgirêkan û wekî li dervî dema xwe bijîn guh nadin tiştekî. Kesên ku dixwazin tiştekî jî bikin bi devavêtinê dixwazin wan bixînin. Berpirsiyarî bi wan re tune ye. Hezkirin û hurmeta wan a li hemberî însên ji binî ve tune ye. Ji ber vê nêzîkbûna wan a nirxan jî li gorî berjewendiyê wan e.
Heger hinek nehêlin ew xwe mezin rêbidin wê gavê bahrîn bi wan dikeve û problema mezin dest pê dike.
Li vê derê tiştê herî zêde derdikeve pêş ev e ku kesên hesûd ji wê hunerê bi dûr in ku xwe di çav re derbas bikin, xwe bibînin û tedawî bikin. Nikarin xwe di dewsa yekî din xin.
Xwedê bila li wan kesên hesûd bê rehmê û bihele ku li xwe bivarqilin.
Xwedê me ji xezeba wan biparêze û bela wan neavêje ber deriyê kesî. AMÎN.


