Aha dîsa hat û hişê min bibe; wê serê min bêşîne. Cîraneke me kurd e lê çi kurd e. Dema ew me li baxçeyê bibîne hema bê destûr tê, bi ew tirkiya xwe ya xiluxer dest bi axaftinê dike.
Di van rojên koronayê de em li baxçeyê ji xwe re rûniştine. Vê carê jî werge kir; hat rûnişt, bi hevjîna min re bi ew tirkiya xwe ye xilûxer dest pê kir; di navbera wê û hevjîna min de gengeşiyek wiha çêbû.
- Hava guzel, baxçeyi hazilamişsin. (Hewa xweş e we bexçe amade kiriye)
- Êrê, me ax amade kir lê dikan ji ber koroneyê girtî ne. Me şitil nekirîn.
- Sana biber fidani getirem. (Ez ji te re şitlê îsotê bînim)
- Me jî dendik danî, lê dibin nebin nezanim.
- Ben getiririm. Kiz bi kurt benim fidanlarima girmiş; birkaç fidani kokinden koparmiş. (Ez ê bînim. Keçê, kurmî ketiye nav şitlên min; çend heb ji binî de xwariye.)
- Min di youtube de vîdoyek dî; giyayî gevezekê dikin nav avê, du hefte têde diminînin; dibin derman. Wê avê li kokê fîdanan dikî tu kurm û haşere nêzîk nebin.
Ev gengeşî bi vî şeklî berdewam kir; ez bixwe jî yek du caran bi kurdî tevlî gengeşiyê bûm; lê em serneketin ku wê bi kurdî bidine dengkirin.
Dema ev gengeşî berdewam dikir min jî telefona xwe yê destan hilgirt, word vekir û dest bi nivîsandina van serborî, pirs û fikrên jêr kir.
***
Kargeheke min a pîzzayê heye; ez li wir kar dikim. Mişteriyek dihat û diçû; em bi zimanî almanî tekîldar bûn. Rojek min jê pirsî “tu ji kîjan welatî yî?”, got, “ez ji îranê me.” Min dîsa pirsî, “Tu kurdî fam dikî?”, bersivand got, “ez bixwe kurd im.” Bi vî avayî me dest bi kurdî axaftinê kir. Kurdiya wî gelek zelal û xweşik bû. Piştî du rojan carek dîn hat. Me bi kurdî silav da hev. Siparîşa xwe da; dema min siparîşa wî amede dikir ji min pirsî, “Tu ji ku derê Kurdistanê yî?», min got, “Ez ji Albistanê me.” Kefxweş bû, go, “Ez Albistanê dizanim. Tu bi tirkî zanî?”, min got, “Tabiî ez dizanim.”
Dest bi tirkî axaftinê kir; wî bi tirkî min bi kurdî...ew roj ev roj, silavên wî bi tirkî yên min bi kurdî ne… Êdî di navbera min û wî de tu gengeşî çênebû.
***
Dîsa mişteriyeke min a ji Duhokê di hefteyê du sê caran dihat ji bo zarokên xwe pîzza dibir. Min berê de zanibû ku kurd e; min her carê pêra bi kurdî diaxivî. Ji ber ku soranîaxêv bû kurmaciya wê pir ne zelal bû lê ji bo em hev fêm bikin bes bû. Rojekê hevkarê min bi dengekî bilind bi tirkî (bi tirkî, ji ber ku wî bi kurdî nikaribû) ji min tiştek pirsî. Wê jinikê hema bi kelecanî got, “Siz turkçe biliyor musunuz?” (Hûn bi tirkî dizanin?) Min bi kurdî, “Erê em dikarin bi tirkî lê ez naxwazim tirkî di nav kurdên bi kar bînim.” Ji wê rojê de ew jinik jî her dema tê, bi tirkî diaxive; ez tekîldar nabim; ew êdî mişteriya hevkarê min e…
***
Demeke dûr û dirêj e ku min hêviya xwe ji kurdên dor û dora xwe, ji kurdîkaranîn wan birîbû.
Dema em zimanî kurdî biterikin emê hebûna xwe jî bitêrikin, emê bibin tiştek dîn. Tiştek balkêş e, kurd li ku bibin bila bibin, hez dikin zimanî tirkî bi kar bînin.
Tê famkirin ku kurd li kîjan dewlatê dijîn, bi zimanî wê dewlatê yê resmî di jiyana giştî de bi kar bînin. Ev tiştek normal e; lê ya nayê fêmkirin, çima kurd di nav xwe de bi tirkî daxivin. Di hevaltiyê de, di nav malbatê de, di komeleyan de..tirkî û tirkî û tirkî…Min ji ber tirkî can daye. Ji pêsîra xwe dadiweşînim; lê tê, tê û bi pêsîrê min digire.
***
Ev çi hal e?
Ev çi ye?
Ev çima wiha ye?
Çima, ji bo çi kurd di nav hev de bi kurdî naxivin?
Gelo ji hêsaniyê an ji hezkirina eşqa(!) zimanê tirkî kurd zû tirkî hîn dibin û bi kar tînin?
Ma kurd zimanî tirkî zimanê herî pêşketî yê şaristaniyê dihesibînin?
Ez diponijim, difikirim, dikolim tu bersivê nabînim.
Bersivek we heye gelo?


