Betlaneya zanîngehê nêzîk bûbû. Min dixwest xwe bikişînim şikefta xwe û ku Xwedê negot nebêje jî lê ez xwe bi xwe re dibêjim: Bixwîne; bi kurdî bixwîne û binivîsine; bi navê xwe kurdbûyîna xwe bi kurdî bixwîne û binivîsine…
Min kir. Di baxçeya çayxaneyê ya ku ez diçûm şikeftek hebû; hevalan hemûyan ev wekî şikefta min dihesibandin... bi tenê maseyek, çar kursî têde bûn... Min xwe kişand şikeftê. Bi qasî du mehan... Min xwend; ez hîn bûm; min xwe hînî kurdî, zimanî xwe, zimanê zikmakî kir. Rêziman û xêzna peyvan dewlemend bû li cem min, lê kurdî xwe xuya min nekir. Ew neketibû canê min. Min ew di xewnên xwe de nedidît. Min zor dabû xwe, min romana di dest xwe de Sîya Evînê ya Mehmet Uzun dixwend. Cara diduyan bû min dest bi xwendina romanê kiribû. Cara yekem min baş fêm nekiribû û peyv û hevokên ku min baş fêm nekir yek bi yek nivîsandibû. Ez li wateyên wan geriyabûm. Cara diduyan min fêm kir û min romanek bi kurdî bi kefxweşî xwendibû; fêm kiribû û giranî û sivikiya wê pîva bû.
Lê ez hê dipam ku zimanî kurdî bikeve canê min. Mîna dest û lingên min; dil û mêjiyê min ji min parçek bibe. Rewşa min rewşa evîndarek bê bersiv bû. Mîna ku ez evîndar bûm û min dixwest evîna min evîndara min bibe. Min dixwest ew û ez yek bibin. Mîna di neynikekê de xwe bibînim û yên ku li min dinêrin zimanî kurdî bibînin.
Min êdî pêjirandibû ku rewşa min û kurdî wiha ye. Min ji wî hez dikir lê ew nêzîk min nedibû. Bi roj û şev ez li ser wê difikirîm û bi wî radikêtibûm û radibûm. Êdî ez wî bernadim; heta ku ew ji canê min can ji xwîna min xwîn bûye ezê li ber xwe bidim.
**
Azadiya ziman: dema ku hat karanîn
Zimanê min di devê min de mezin dibû dema ku min bi şev xewna xwe bi kurdî û di rojane de bi têrî devê xwe bi tirkî diaxivî. Ziman di devê min de dipêrçivî, dipêrçivî û min êdî nikaribû hilma xwe, bêhna xwe bidim û bigirim. Ez pê difetisiyam.
Rojek min ji xwe an jî ji wî pirsî: “Çima wiha dibe?”
Wî digot: “Êdî ez hatime. Ev ziman, zimanê devê te dixwaze zimanê te bi kar bîne.”
“Lê tu kes te bi kar nayne. Ez çawa xwe bi xwe bipeyivim?”
“Niha tu min di serê xwe de bi kar tinî; lê ev ne bes e. Divê yên ku serê te de bi şekl û şemal bibin; dixwazin xwe bi rengên xwe derve bikin.”
Min got: “Ez çi bikim?”
“Biaxive; bipeyve. Raman, fikr û hestên te yên ku bi min hatiye ava kirin û bi cil û berg kirin derve bike. Tu çareyên te yên din tune ne. Yan bi min yan jî bê min..”
“Lê ku yê doralî min vegotinên min, raman û hestên min fêm nekin.”
“Tu bêje; ew dê fêm bikin.”
Min dest bi kurdî axaftinê kir. Yên doralî min hemû kurd bûn. Cur bi cur kurd bûn. Hêmûyan xwe ji kurdan dihesibandin. Lê bi kurdî neaxivîn. Gorê hinan kurdî ji bo tekildariyê zimanek kêm; gorê hinan kurdî kar anîn ne hewce ye divê berê Kurdistanek azad hebe; gorê hinan rojek kurdî hîn dibin..
Min da ber xwe lê ez bi ser neketim. Tirkiya wan ji kurdiya min bi hêztir derket. Lê min dev ji têkoşîna xwe berneda.
Ez fikirîm ku divê şoreşa min di mala min de dest pê bike. Ez bi xanima xwe re peyivîm û me biryar da ku emê navhev de bi kurdî biaxivin. Eger ku zarokên me bû emê pê re bi kurdî biaxivin. Berê keçek û paşê lawek me bû; em pê re bi kurdî axivîn. Herduyan bi tirkî nezanibû. Di mal de kurdî zimanê jiyanê bû. Bi vî awayî me zora zimanî kurdî dida mêvan û der û dora xwe. Yên ku bi salan in kurdî zimanê xwe yê zikmakî bi kar nedianîn kêm zêde bi me re, bi teybêtî bi zarokan ve bi kurdî diaxivîn. Hin kesên nas ku qet kurdî nezanibûn, kurdî hîn bûn. Êdî zimanê min di devê min de nepêrçiviya. Pêyv û hevokên kurdî mîna avek zelal ji mêjî û dilê min di dev û nav lêvên min re diheriqîn.
Min û zimanê min me kêf dikir. Ev serkeftinek bû. Her du zarokên min bi kurdî diaxivîn û pê re yên der û dora me jî ji bo ku bi kurdî biaxivin li ber xwe didan û kêm zêdê bi kar dianîn.


