logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Carek din Zerdeşt û wergerandina tekstên derheqê wî

  • Dîrok: 30/12/2009

(Ji notên xwendinê yên dîrokê- II)


Min tasawir kiribû ku ji notên xwe yên xwendinê yên dîrokê tekiliya ramanên Zerdeşt, Mazdek û elewîtiya kurdan binivîsim, lê nebû. Ji bo ku ji çendek hevalên ku nivîsa min xwendin min mail girt û ji min daxaziya wergerandina notên min ên der heqê Zerdeşt kiribûn.
Tekstên ku min xwedin û jê ji xwe re kurtenot girtin piranî bi almanî bûn; çendek bi tirkî bûn û min dest pê kir ku wergerînim kurdî, lê tekst bi temamî  wergerandin karek pir sebr divê bû, min ev dît. Li  vir dixazim îtîraf bikim ku wergerî karek pir zor bûye.  Mirov raman û ji agahiyên ku dizane bê zahmetî dinivîse, lê nivîsek wergerandin tiştek din e. Deh zehmetî ye. Lêgerîn, lêkolîn û zimanzanî bi qest ku pê nefikri divê ye. Dema ku mirov ramanên xwe dinivîse sînorên zimênê ku mirov dizane bi ramanên wî ve hatiye nîşan dan. Yanê sînorê ramanan sînorê zimên û sînorê zimên jî sînorê ramanên mirovan nîşan dide. Min xwest ku ji we re vê ceribandinê xwe bêjim û parvebikim.
Min dest ji tekst wergerandinê berda dibe ku carek din ez biceribînim û min ji bo agahî bi kurtasî ji notên xwe di der heqê jiyana Zerdeşt de, bi qasî ku min karibû min wergerand kurdî. Min ev agahiyên ku min wergerand bi sînorên raman û bîr û baweriyên xwe şîrove kir û nirxand.

Rastiya navê Zerdest û wataya wî:
“Zerdosht tê wateya “xwediyê deweyên pîr”
 “Zartosht bi zimanê persî tê wateya “seriyê zêr”
Di piraniya çavkaniyên ku min bi almanî xwend navê Zerdeşt bi vî  awayi jorîn  hatiye şîrove kirin. Şaşî û rastiya lêkolînên bi zimanî biyaniyan derbasî nivîsên li ser vê mijarê yên bi zimanî tirkî bûne. Di înternetê de bi tirkî ez li agahiyên ser Zerdeşt geriyam hemû agahî heman ên almanî bû.
 “Di Avesta de navê Zerdeşt bi piranî Zarathuştra an jî bi temamî Spîtâma Zarathuştra tê ber me. Di Avesta de secereya Zerdeşt kitekit hatiye nivîsandin. Nama Spîtâma navê lehengek ji malbatê wî ye.“
“Di Avesta de Zarathuştra di gelek zimanan de gorî wî fonolojiya wî zimanî guhariye. Di zimanên ku li Îranê tê axaftin de Zarduşt, Zartûşt, Zarduhaşt, Zarâtuşt, û hwd. bi van awayan tên bilêvkirin. Di tirkî  de Zerdüşt di kurdî de Zerdeşt an jî Zardeşt e.“
“Gorî Cegerxwîn ya rastî gotina “Zardeşt” e. Bi kurdî “zar” lîsan, ziman e û deşt jî tê wateya rastî ye. Her wiha Zardeşt kesê ku “rast dibêje, rest gotî“ ye.”

SerdDema ku Zerdeşt tê de jiya ye:
“Dema ku em fikrên giştî bînin ber çavan em dikarin bêjin Zerdeşt BZ. (Berî Zayînê) di navber salên 1700-1400 hatiye dinyayê; qest 3700-3400 sal berê.“
“Piraniyên lêkolînerên Zerdeşt difikrin ku tekstên Gata ji 3000 sal kevintir in.“
Ev tespîta ku min ji nivîsek înternetê ji zimanî almanî  girtibû û wergerand bê binyat bû û kî, çawa bi kîjan metodê ew tespît kiriyê nehatibû nivîsandin. Dîsa jî min di nav notên xwe de cî daye. Belkî rojek bi agahiyek din ve didim berhev û rastiyek din dibînim.
“Zerduşt li salên 1800 di BZ. jiyaye. Ev dîtina bi taybetî zanyerek faris û a Mary Boyce e. „
Ev tespît bi binyatek ne qewîm e ; binyata vê tenê bi hatina desthilatdariya Persan ve giredayî ye.
“Zerdeşt li salên 600 di BZ. Jiyaye. Ev varyant ji ramangêrê îslamê Bîrunî hatiye girtin.”
Ji xwendinên xwe tespîta herî nêzî rastiyê li gorî mantiqê ev e. Bîrunî ev îdiaya xwe bi nivîsên ji dema sasaniyan mayî ava dike û dibêji ku “Zerdeşt 250 sal berî Aleksander dest bi bawerî û fikrên xwe bilakirinê kiriye“. Ev tespît bi destî Wiesenhofer, Lommel, Altheim und Hinz hatiye hên kur kirin. Gorî wan dema Zerdeşt jiyî navbera 630- 553 BZ. ye. Ji van Hinz qala rastihevhatina Zerdeşt û Kûruşê II (Kyros II) (585–530) dike û Zerdeşt ji desthilatdar Kûruşê Mezin destûra belavkirina bawerî û fikrên xwe xwestiye dibêje. Dîsa qest ku tê zanîn Zerdeşt bawerî û fikrên xwe yekem car di çil saliya xwe de dest bi belavkirinê kiriye û qest heftê sal jiyaye. Eger wisa be sî sal paş destûr girtinê miriye û di doraliya sala 523’yan BZ. bi desthilatdar Kûruşê Mezin ve rastî hev hatine.
“Gorî hesabên Dr. E. W. West di BZ navbera salên 660-583 yan de jiya ye.”
Ev dem ji yê jor ne dûr e; lê Dr. A. Medyali ev hesabên Dr. E.West çawa hatiye kirin di pirtûka xwe de nade ku em pê bizanin ka rast e an ne.

Ciyê ku Zerdeşt lê bûye:
“Gorî çavkaniyan Zerdeşt, ji rojavayî welatê Medan û bajerek nêzî gola Ûrmiyê Reghae (Reghâ, Rai) ji dayik bûye…Û dîsa gorî heman çavkaniyan Zerdeşt, ji eşîra Magî ku ji alî Herodot ev eşîra zû zû eşîrek Medî tê bi lêv kirin.“
 “Ariyan axa ku ji xwe re kirin welat bi ÊRAN, IRAN an jî  ARİYAN  bilêvkirin an jî di dîrokê de wiha hat bi navkirin. Êran an jî îran tê wateya ‘welatê ariyan’”
Gorî vê agahiyê Êren an jî Îran ne navê gelek e navê herêma ku gelên arî (yanî Kurd, Beluçî, Faris û hwd bi hev re) ji xwe re kiriye welat e. Ji bo vê yekê di dîrokê de ku qala Îran an jî Îranî kirin ne tenê bi pers an jî farisan ve giredayî ye.
“Zerdeşt li nêzik çemek li Xorosana Bakurêrojhilat jiya ye.”

Li dawî şîroveya agahiyan:
Niha dema ku em van agahiyên ku ji çavkaniyên cuda cuda hatine girtin bidin ber çavan û girêdaniyek di nav de ava bikin dibe ku em agahiyek nû bi dest xwe bixin.
Zerdeşt ji îranê, ji eşîreke Medî ye.
Îran navê welatê gelên arîyan ( îro kurd, beluçî, faris û hwd) e.
 Gelên ariyan ên ku wê demê di ser dika dîrokê Pers û Med bûne.
Her çî qest bi zelalî nehatiye îspatkirin neviyên medan îro gelî kurd tê hesabandin. (Ev jî angaşta Wladîmîr Mînorskî ya li ser nêzîkbûna zimanî medî û kurdî hatiye avakirin.)
Eger med ku kurd in, bê guman em dikarin bêjin Zerdeşt bi eslî xwe kurd e. Ya zelal ew dê ku divê Zerdeşt ji farisan (persan) zêdetir bê kurd hesibandin. Li dawîya dawî ew bi ramanên xwe hên îro dijî û hêjayiya mirovatiyê ye. Ji ola ku avakiriye olên din jê îlham girtiye.

kazimpolat@hotmail.com

***

Beşa din a bi vê nivîsê ve girêdayî:

- Zerdêşt çima di lêkolînên biyaniyan de faris e?

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka Min û Zimanê Zikmakî: Bi tirkekî re bi kurdi axaftin

  • 25 Kewçêr 2010

Di bîra min de bi tirkekî re bi kurdî axifîn tune bû. Lê rojek  bi dostekî min ê nivîskar ê kal ê demek di têkoşîna hezarnehsed û...

Tirkî û Tirkî û Tirkî

  • 10 Gulan 2020

Aha dîsa hat û hişê min bibe; wê serê min bêşîne. Cîraneke me kurd e lê çi kurd e. Dema ew me li baxçeyê bibîne hema bê destûr...

Dîroka zimanê kurdî zêdetirî deh hezar sal e

  • 15 Rezber 2020

Pir sal berê di nivîsekê de min xwendibû ku peyvek bi hemwetayî di gelek zimanan de hebe ya herî kurt ya orjînal e, yan jî kok e. We demê peyvên “bira”...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Wêjegeh Amedê gotûbêjên kurdî

ad

Fotoyê rojê ji Amedê hat

ad

BDP'ê çalakiya 'Rawestina li ser piyan' lidar xist

ad

Xelata serketenê didin Orhan Pamuk

ad

Beşîktaş û Fenerbahçe bûn reqîbên hev

ad

FIFA go çiqa pere bido klûbanê Kûpaya Dinya ay Klûban?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname