Qeymeqamî navê Cegerxwîn qedexe kir
Amed
Þaredariya Kayapinara Amedê piþtî xebatên 3 salan navendeke çand û hunerê ya ku ji salonên konferans, sînema û tares û kafetaryayê pêk tê ava kir.
Meclisa Þaredariyê biryar da ku navê Navenda Ciwanan a Çand û Hunerê ya Cegerxwîn lê bike û tabeleya xwe li ser avahî daliqand. Lê Qeymeqamiya Kayapinarê navê Cegerxwîn wekî cudakar nirxand û destûr neda. Qeymeqamiyê ligel navê Cegerxwîn navên parkan ên wekî Rojbîn, Ronî, Sosin, Roþan û Bêzar jî qebûl nekir.
Þaredariya Kayapinara Amedê di encama xebatên 3 salan de navendeke çand û hunerê ava kir û xwest ku navê helbestvanê navdar ê kurd Cegerxwîn lê bide. Qaymeqamiya Kayapinara Amedê navê helbestvanê mezin Cegerxwîn ku dabû parqê cudakar dît. Qaymeqamiya ku navê Cegerxwîn red kir, berî niha navên parqên Rojbîn, Ronî, Sosin, Roþan û Bêzar jî bi hinceta li gorî çanda tirkan nîne red kiribûn.
Di pêvajoyeke ku çareseriya pirsgirêka kurd tê nîqaþkirin de qedexekirina navê helbestvanê mezin Cegerxwîn balkêþ e. Li gorî Qeymeqam Cemal Husnu Kansiz navê Cegerxwîn ‘cudaxwaz’ û ‘muhtehcen’ e. Qeymeqam ji bo hinceta redkirina navên bi kurdî xala 24’emîn a Makeqanûnê destnîþan kir.
Meclisa Þaredariyê piþtî redkirina biryara ji bo navan dê careke din bicive û biriyara xwe di ber çavan de derbas bike. Çav li rê ye ku Meclisa Þaredariyê heman biryarê dubare bike. Ligel dubarekirina biryarê mafê Qaymeqamiyê yê redkirinê namîne û dibe ku biryara Meclisa Þaredariyê bibe ber Dadgeha Îdarî.