Diyarname
Nivîskar û mamoste Amed Tîgrîs li ser Licê pirtûkek amade kir. Ji bo nasandina vê pirtûkê civîneke li dar dikeve.
Civîna nasandina pirtûka "Licê" ji aliyê Kitêbxaneya Kurdî û Weşanxaneya APEC'ê ve tê organîzekirin.
Di pirtûkê de Licê bi dîroka xwe, bi serhildanên xwe û bi nifûsên sal û demên cuda cuda yek bi yek niha li ber destê xwendevanan e.
Di pirtûka Licê de ji kultura xelkê kurd heta jiyana kultura nav malê gelek mijarên balkêş hene. Zanîneka berfireh li ser gund û navên wan ên kevn û kurdî, ji pez û rezên liceyiyan heta şexsiyetên çê û neçê ji mirovî re peyda dibe. Ji bilî van hemû tiştan, başî û balkêşiya vê pirtûka Licê yek jî ew e ku pirtûk wekî ferheng û ansîklopedîyeka navçeya Liceyê bi zar û zimanekî herêma Liceyê hatiye nivîsandin.
Civîn
Roj: Yekşem, 6 avrêl 2008
Saet: 14.00 - 16.00
Cih: Kitêbxaneya Kurdî, Vattugatan 16, Sundbyberg, T-bana: Duvbo
Tel: 08-679 88 03