Tu û ev hevalê xwe yê ku tu carî xwîna min nekeliyaye ser, hûn tên derbasî hundir dibin. Ez karê di destê xwe de dihêlim û li we dinêrim. Hûn ji dûr ve silavê didin min. Hûn berê xwe didin refê ku dosyayên kesên teqawîd bûne têde ye û hûn li rismê wan dinêrin. Tu her tim tê li ber vî refî disekinî û tu li rismê wan kesên ku tu bi wan re xebitiyî dinêrî. Gelek ji wan niha ne li vê dinyayê ne. Mîna ku tu dixwazî mirinê di bîra xwe de werînî û pê nefsa xwe terbiye bikî tu timî tê li rismê wan hevalên xwe yên berê dinêrî.
Hevalê te yekî dişibîne Ezîz Bela. Tu dibêjî, “na. Ev ne ew e.” Ew dibêje, “Li gorî ku min bihîstiye ew jî di vir de xebitî ye.” Tu dibêjî, “erê çendekî xebitî û derket.” Ew dibêje, “Tu bi serpêhatiya wî dizanî?”
Tu jê re qala serpêhatiya Ezîz Bela û Walî dikî û tu dibêjî, “Waliyekî Mêrdînê hebû. Tim bi tenê derdiket li nav bajêr digeriya. Rojekê dîsa derketiye li nav sikakên bajêr digere. Tê li Ezîz Bela û koma li dora wî civiyane rast tê. Dinêre ku yekî sê kaxed daniye erdê û bang dike dibêje, “bûl karayi al parayi.”* Ew dihere hinda wî, hinek pere ji bêrîka xwe derdixe û datîne ser kaxedekê. Çima pera ji Ezîz Bela nabe. Çend carên din jî dilîzin û her cara ku pereyan datîne ser kaxidê a reş dibîne û pere ji Ezîz Bela diçe. Walî pereyên ku ji wî birine bera bêrîka xwe dide û radibe ku here. Ezîz Bela dinêre ku pere ji dest çû. Li gorî nav û dengê xwe tevdigere, bi qirpika stûyê Walî digire û çend şimaqên bi tîn dadiweşînê û dibêje, ‘bi ku de? De bilîz!’ Walî dinêre ku ket çi pirikê, deng ji xwe dernaxîne. Vedigere li ber Ezîz Bela rûdine. Ewil ji bo ku jê bibe dilîst niha ji bo ku jê here dilîze. Piştî ku pere jê diçe radibe dihere.
Walî tê meqamê xwe û emir dide ku herin wî kesî, ango Ezîz Bela bînin hinda wî. Tên bi çeplê Ezîz Bela digrin û wî tînin hizûra Walî. Ezîz Bela dinêre ku tilîka xwe xistiye quluka moza. Li ber Walî digere. Walî dibêje, ‘Netirse. Ne ji bo ku ez te ceza bikim min tu anî vir. Ez dixwazim tu vî tebhê xwe biterikînî. Ezê te bişînim vê daîreyê, êdî tuyê bi keda helal xwe xwedî bikî.’ Wî dişîne vir. Çendekî dixebite. Ma ka Ezîz Bela dikare di şeşê sibê de rabe bê kar û hetanî pêncê êvarê îdare bike. Dev ji vî karî diqere û dîsa dest bi karê xwe dike.”
Gava ku hûn dipeyivin reşê Ezîz Bela tê ber çavên min. Ango ev dîmen li pêş çavên min şikil digre. Ezîz Bela dibe yekî bi qelafet ku simbêlên wî wekî qurmekî li ber poza ye. Ferek qondereya wî spî yek reş e. Qondere bi şimikî bi ser lingên xwe vekirî ye. Çîrke çîrka qondereya wî ye xwe li ba dike û dimeşe.
Îcar ewê ku bi te re hatiye dibêje, “Ez li xeraca Trakya bûm. Min destê xwe avêt bêrîka xwe ku ez bilêta xwe bibirim, min dît ku pereyê min tune ye. Pênc hezarê min hebû ew jî winda bûbû. Ez mabûm li ber dîwaran. Ez li vî alî û li wî alî digeriyam. Min kes nasnedikir. Bedenek li kêleka xeraca Trakya hebû. Ez li dora wê diçûm û dihatim. Carekê min dît ku yek dibêje, “bûl karayi al parayi!” Min xwe lê girt. Min nêrî ku yê dibêje, “bûl karayi al parayi” Ezîz Bela ye. Ez çûm nêzîkî wî û min got, “Ezîz abê!” Wî got, “Ha babam?” Min got, “Ez esker im, ez ji Mêrdînê me, ezê herim welêt. Hinekan pereyê min ji min dizî ne. Pênc hezarê min bû ew jî çû. Ez mam li ber dîwaran, ez kesî jî nasnakim, ka tu nabêjî çi?” Ezîz Bela bang li hevalê xwe kir, got, “ji hemşeriyê min re xwarinê bixwazin” û ji cihê xwe rabû ji min re jî got, “way ezê bigihêjim heta wê derê û ezê bêm!” Çû, qederê saetekê ma û vegeriya hat. Got, “te xwarin xwar?” Min got, “erê.” Destê xwe avêt bêrîka xwe û got, “a ji te re pênc hezarê te. Ev jî bilêta te ya otobozê ye” û got, “de hadê ez te bişînim.” Bi min re hat ez li otobozê siwar kirim û got, “oxira te ya xêrê be!”
Piştî ku min eskerî xelas kiriye bi donzdeh salan ez derketime Mêrdînê. Serê mehê ye û min nû meaş stendiye, ez di Sûka Ga re derbas dibim, min neqlekê nêrî ku Ezîz Bela li wê kuçeya jorî Sûka Ga dibêje, “Bûl karayi al parayi” min jê re got, “wan kaxidên xwe bide hev karê te heye!” Ji min re got, “Xêr e birê min tu polîs î, tu çi yî?” Min got, “De, ez li benda te me.” Kaxidên xwe dan hev, tevlî kîsikekî danî dikana teniştê û got, “Polîs abê te xêr e?” Min got, “Bimeş!” Em meşiyan çûn. Ew nizane bê ez kî me. Em çûn lokanteyê. Wî got, “Yaw abê aniha xêr e, min çi kiriye, sûcê min çi ye? Tu kî yî? Ez têde şaş mam! Ka li min wer neke!” Min got, “tu meraq dikî.” Wî got, “erê.” Min got, “Ezîz abê li xeraca Trakya te qencî bi min kiribû, ez îro li te rast têm.” Wî got, “Ez Ezîz Bela me! Min li her derê qencî kiriye!” Min meaşê xwe derxist danî ser maseyê û min got, “ji te re çiqas lazim be rahêjê.” Wî got, “hooo hooo ez Ezîz Bela me, Ezîz Bela. Ma perê min tuneye qey? Te ez tirsandim Xwedê jê razî, min got qey tu polîs î…”
Hûn bi hev dikenin. Tu û hevalê xwe hûn dikenin. Hûn hem qal dikin û hem jî hûn li risman dinêrin. Dû re tu destê xwe ji min re bi mahneya xatirxwestinê li ba dikî û hûn diherin.
* Qumara ku bi sê kaxedan tê leyistin; heqlebazî.


