Êvar e. Erê, êvareke hênik e. Bayê ku ji hemêza çiya xwe berdide nav bajêr, bêhnek xweş û hênikahiyekê jî bi xwe re tîne û pê hilma vî bajarê min ê ku tîna tavê ew sincirandiye fireh dike.
Vê hênkahiya ku heye ez ber bi derve de kişandime. Ez derketime li ser xwe digerim.
Ji sibehê hetanî êvarê ez li cihê xwe yê kar di bodrûmekê de me û ji derve, ji tavê û ji hewaya paqij bêpar im. Bi vê gera xwe dixwazim hem xwîna laşê min di damaran de bigere, hem ez hinekî bêhna paqij bikşînim hundirê xwe û hem jî wê derûniya ku heta êvarî dîwara bi min re avakiriye bidim hêlekê û ji ser xwe biavêjim.
Belê ez dimeşim. Hûnê bibêjin, “ma ji meşê xweştir û ka bi destê kê dikeve.”
Na, ne wekî we ye.
Ku tu li bajarekî wekî yê min bî carinan meş ne xweş e. Mirov dikare bibêje, “nexweşî ye.” Çimkî hin kes nahêlin ku tu ji xweşiyê jî bitahmî, li te diherimîne û li te dike nexweşî. Ji kerban lûr di laşê te de derdikeve!
Hûnê bibêjin, “çima û çawa?”
Ezê ji we re qal bikim.
Ez vê êvarê ji gera xwe vedigerim têm mal. Hûn dizanin ku kaşên Mêrdîn navdar in. Ez di wan kaşên bajarê xwe de hildikişim jor ku ez êdî xwe bigihînim mal û xwe vezelînim. Heta vê derê temam e. Tiştekî ne li rê tune ye. Lê kengî ku min da rê û ez gihîştim nîvê kaş, texsiyek pir buha ku her kes nikare lê siwar bibe hat nêzîkî min, kêm kir. Yê ku diajot henekê xwe bi min kir, keniya û bi ‘kerkî’ da rê û çû. Ez sar mam! Çima vî camêrî ev kir? Çi hewce bû? Ez li bersivên van pirsên xwe fikirîm. Ev dike ku ez bikeribim. Bêhna min teng dibe. Dû re ez difikirim û dibêjim, “ma mirov xwe li ber kirinê kesên xwenezan dixe?” Aqilê min ji min re dibêje, “na” le bêhna min fireh nabe.
Tê bîra min ku vî camêrî berî niha xwe li min girtibû. Erê zelal dibe. Hatibû ku ez karekî wî bimeşînim. Le tişta ku wî ji min dixwest ji destê min nedihat û min kir û nekir jî min ew bi ber vêya nexist. Hatibû dixwest ez herim bi emanetî ji bankayekê hinek pere jê re bistînim. Minê biçûya jê re pere bianiya. Lawê wî yê ku şifêr bû wê bi wî pereyî biçûya Iraqê. Piştî ku ji Iraqê vegeriyaba meyê pereyê bankê lêvegerandiba!
Çiqasî min xwestibû ez pê bidim fêmkirin ku banka, wekî merivekî mirov yan jî wek nasî û hogirekî mirov ji bo xatir heta demekê pereyan nade kesî, ew qanih nebûbû. Tew ku min qala selefê û faîzê kiribû jê hebû ku rabe û min bide ber sewtan.
Di dawiyê de gotibû, “me fêmkir dilê te naxwaze, ji xwe tuyê rê bidî ber. Heger ku şivan bixwaze dikare ji nêrî şîr bidoşe! Ma em nizanin?” Xwe xeyidandibû û çûbû. Aqilê wî digihîşt vêya lê nedihişt ku banke bi emanetî û bê faîz deyn nade kesî!
Belê tevlî ku ez dizanim bê çima wisa kir û ez ji xwe re dibêjim, “guh nede kesên wilo û xwe li ber nexe” jî kerba min danayê!
Niha jî ez hatime mal û hê jî bandora wê kirina wî ji ser min neçûye!


