Diyarname
Çalakvanan li Taksîmê li hemberî IMF û Bankeya Dinyayê çalakî li dar xist, qad bû cihê şer.
Îro li Stenbolê civîna IMF û Bankeya Dinyayê ya salane heye. Li hemberî civînê partiyên çapgir û hin rêxistinan xwest li Meydana Taksîmê mîtînga dijber li dar bixin. Di dema li dar ketina mîtîngê de pevçûn li dar ket û dûre jî qad bû cihê şer.
Li Meydana Taksîmê, Kolana Tarlabaşi, Kolana Siraselviler, Gumuşsuyu û li kuçeyên van deran di navbera çalakvan û polîsan de pevçûn derket.
Heta saet 14.00'an jî çalakî cih bi cih berdewam bûn. Heta niha bi dehan kes di bin çavan de ne. Çalakvanan bi molotof kokteylî, polîsan jî bi bombeyên çavsotîner û bi avê êrîşê wan kir.