Dema meriv bi baldarî lê dinêre, ku pisîkek çêlika xwe dimêjîne, jê hez dike, yan wê hînî jiyanê û jiyînê dike; ecêb e, liv û tevgerên wê, hest û nestên wê çiqas dişibin jineke dayîk(!)
Her wiha, teyrek jî wisa, make şêrek jî wisa, xezalek jî wisa, û make xweza jî, ma ne wisa ye?
Jixwe pêşiyan gotiye ‘ji şîrî heta pîrî’ yanê her zîndewer li ser şopeke giyanwerî, şopa her jîndarî di jîndarekî din de dijî, xwe dide der, vedije…
Ma mirov jî ne wisa ne; hest û nest, hizir û çand, û heta koma xwîna wan…
Yan her yek li seriyekî gerdûnê li hemberî sekinî û bi hev ve hatî girêdan(!)
Yanê, çendîn ku bi nav û nasname, bi ziman û erdnîgarî ji hev cihê bûbûn jî, li vê cîhana gilover a xwedan deverên enerjiya manyetîkî bi nasnav û egerên dîtir di navbera hev de ku bûbûn sînorkêş jî, lê hin tişt hene aîdî gişî mirovan in; ew tişt nasname û sînoran nas nakin, gerdûnî ne, bi şop in, wekî li ser perikê bayî sîwar bin her li gerdûnê digerin; ji dîrokekê derbasî dîrokeke din dibin, ji sedsalekê digihîjin sedsaleke din, ji netewekê derbasî neteweke din, ji nifşekî daqûlî nifşekî din dibin, her serdem xwe di kesayetiyeke din de didin der; ew şop her dem bi mirov re dijîn; gerdûnî ne ne aîdî kesekî, nasnameyekê, çandekê û netewekê ne, ew gerdûnî ne aîdî mirovahiyê ne, wekî şikil û îmaj, ku wextekê li erdekî din şopa wê hatibe windakirin jî, lê te dî wextek ji ser re derbas bû û li erdekî din wê di şexsê kesekî/ê din de xwe der kir, dirûv girt...
Ji wê ye, kumê li serê sofiyekî li çolistana ereb îro li vir li serê kurdekî sofî ye jî.
Ji loma giyanê neweya Ziryabê Misûlî îro li Spanyayê ye, di giyanê nefesa hunermendekî ciwan ê ewropî de hêj dijene.
Ma lixwekirin, şiklê por û mijûliya xort an keçeka kurd û ya yekî/ê amerîkî, swêdî, afrîkî yan asyayî çiqas ji hev ciyawaz e!? Yan jî hestên hezkirina wan an ên dijminatiyê û hwd?
Go: ‘tu çima porê xwe dirêj dikî, li dijî şiklê mêrên malbatê ma derdikevî. Kesî ji mêrên vê êlê por bernedabû, ma tu nizanî edet û ûsûlên me hene?’
Yê por dirêj, camêrê hişk û rûspî bersivand: ‘dibe malbata te de yekî por dirêj kirî qe nebe, dibe ew por dirêjkirina min ne li gorî tîpolojiya xort û mêrên tu minasib dibînî ye; lê ez aîdî malbateke mezintir û kevneşopiyeke pir dûvdirêj im û şopên wê malbata xwedan dîroka kevn, ku ji dem û cihekî haya min û te qet jê tunê hatiye û îro giyanekî ji wan giyanan xwe di hebûna min de vejandiye, nû kiriye’ ‘dibe ez giyanê yekî berî zemanên te bim?’
Yê rûspî lêva xwe gez kir û pit û mit bû, wisa ji xwe ker kir…
Ma ne wisa ye; em çi pê dizanin ‘parçe, xêz û sînorên nexşeya giyanê me çiqas kevn, çiqas kûr, ji cîhana mirovahiyê ya ew qas fireh; bi jêgirtin û bidaxilîbûna giyanên kê temam bûye, û teşe girtiye!?
Û ya wan ên me jêgirtî û daxilî me bûyî, ya herî çalak, bûye- dibe xwenimandina taybetiya me ya kesayetî û ya afirîneriyê.
Ji loma; yê hebestkar, ê rûmanûs, ê şêwekar,ê mûzîkjen, ê rêber, ê şoreşger û yê zeanetkar wicûdbûyîneke ji kevniya nûbûyî ya îroyîn e, belkî!
Bes, bi tenê em nikarin bêjin helbestkariya min berdewemiya filan helbestkarê di filan qirnê de jiya ye(!)
Jixwe hewceyî bi kesekî û bi demekê ve girêdanê jî nake, lê bes, divê mirov zanibe her parçeyekî hest û giyanê me di demeke em têde nejiyane ne, em lê nejiyane ne hatine û pê kesayetiya me ya afirînerî, nemaze (hunerî) bi gewde bûye, temam bûye.
Ma qey dê nebe mînak; (evîna ku giyanê evîndarê xwe temam kiriye)
Belkî jî qeyranên mirovê îroyîn dijî ji wan şopên giyanên pir û lihevnekirî ne, ku di giyanê wî/ê de şopên bi bandor hela ne!?
Lê belê, yên bi hest û nest, bi hizir û derûnî, bi giyan û hestkirinê diafirînin ji gerdûneke dem û sînorên wê nediyar, ji parçeyên gerdûniyên berî xwe hatî, hatine pê, ew gerdûnî ne jixwe.
Û heke, wan kesên ji parçeyên gerdûnî hatî pê xwe baş kifş kiribin û ji hemû qeyd û bendên dervayî cihana xwe (malbat û civak) xwe darivandibin û şûştibin; giyan û hizir û hestên wan ji şopên bêsînor in û heta divê, li vê gerdûna bêsînor azadayên giyanî ne(!)