Divê em bi dehan çavan Ehmedê Xanî bixwînin
Vê carê çend mijaran xwe da der, lewma me navê 'Sohbet an jî sê mijar' lê kir.
Ji van mijaran helbet ya herî girîng jî di derbarê Ehmedê Xanî de ye; berî niha me ji hin xebatan taybetiya Ehmedê Xanî û berhemên Ehmedê Xanî xwendibû. Piştî berhema bi navê Ehmedê Xanî ku ji nav Weşanên Lîs derçûye hat berdest û min xwend, ezê ji we veneşêrim, hinek sorahiyekî şermê xwe li min da der, ew qas jî kêfxweşiyekê; sorahiyê xwe li rû min da der lewre ez ji hin hêl û taybetiyên Ehmedê Xanî ne haydar bûm an jî ew tespît û sibûtên hatine kirin me wekî xwendevan bîr nedibir. Ez kêfxweş bûm ku lêkolîner û kesên ji dîroka edebiyatê haydar êdî ew qas analîzên bi rêk û pêk dikin ev jî dibe sedem ber li me jî fireh bibe û em bi çavên din jî bibin xwendevan.
Di berhemê de Selîm Temo hin tişt desnîşankirine. Balkêş in. Ezê wan tespîtan bi bîra we bixim. Lê berî wê ezê hin fikrên Faîk Bulut jî bi bîra we bixim. Piştî wan tespît û dîtinan wê hin şibakeyên din li cîhana me ya di der barê Ehmedê Xanî de vebin. Belê, helbet berî Faîk Bluut û Selîm Temo gelek kesên hêja di der barê berhemên Xanî û Xanî de gelek ked dane, gelek rastî bi ser rûyê edebiyata me xistine, heta di vî warî de di dereceya pisporî de êdî kar dikin. Lê tiştên Faîk Bulut û Selîm Temo derkirine hêlên din bi me didin ronîkirin.
Ji nivîsa Faîk Bulut:
“Ehmedê Xanî çavdêr û rewşenbîrekî gewre ye. Wî rastî destnîşan kirine û derî li dîyardeyan vekiriye.”(Evrensel Kultur, Avrêl1995)
Çendî caran di derbarê rewşenbîriyê de di edebiyata kurdî de gengêşî hatin lidarxistin lê min nedît ku kesî behsa rewşenbîriya Ehmedê Xanî kir an jî baş nehat gengêşîn.
Ji tespîtên Selîm Temo:
“...mirov nikare hemû berhem û kiryarên wî di nava helbesta klasîk de şîrove bike…”
Tespîtên Temo yên gelek balkêş bêhtir di derbarê ‘Nûbara Biçûkan’ de ne ku Nûbar û Emile ya Rousseau daye berhev:
“Nûbara Biçûkan 79 sal beriya Emile ê hatiye nivîsandin…Hin wêjenas dema ku der heqê Emileê de dinivîsin, ecêbmayîna xwe tînin zimên û dibêjin ku Emîle ku dema kesî bi zanista pedagojiyê nizanibûye hatiye nivîsandin…Emile rasterast ji bo dê û bavan hatiye nivîsandin, pend û şîret bo dê û bavan in. Lê Nûbara Biçûkan rasterast bo zarokan hatiye nivîsandin. Ev xal tiştekî ecêb e… Nûbara Biçûkan zarokan bi lîstikê fêrî zimanê zanîstî û bav û kalan dike, Emile jî. Xanî perwerdehiya lîstîkî ji Platon tîne, Rousseau jî. Xanî hin xalan ji antîkîteyê tîne, lê bo civaka xwe revîze dike, Rousseau jî. Ji endazyariyê heya tiştine cinsî ku qala fallus û vulvayê jî dike, ji dilpakiyê heya azadiyê gelek tiştan derdibire, Rousseau jî…”
Xebatên wisa jî dil li însan sivik dike. Heya niha ji ber ku em bi gelek hêlên Xanî biyan bûn me bi gotinên wekî pêxember (em mafdar bûn jî) serî li her tiştî dibirî! Referansên me kêm bûn, wekî Temo derbiriye xebatên pisporî divê. Ji vir bi şûn de emê xwedî wê hêcanê bin ku Xanî bi qasî Rousseau yan bandor li wêjeya cîhanê bike. Temo xwedî îdayên mezin e: “…Heke wêjeya kurdî bi pergalên teoriya wêjeyê bê şîrovekirin, dê gelek teorî û zanînên der heqê wêjeyê de bêne guherandin.”
Van gotinên Selîm Temo bi tena serê xwe sedem in ku gere kesên pispor bi salan bigengêşin û em jî hinek din li xwe mukir bên ne bi tenê bi çavê edebiyatê bi dehan çavan berhemên Ehmedê Xanî bixwînin.
***
EV ÇI ZIMAN E
Acep sosrat
Beradayi beradayi konuşma
Bızot oldi
Beteşe
Behemt düştüm
Çaroğ ağızlı
Dıral avrat
Dol dol gezer
Gorbegor olesen
Kıjıldeme
Rutçiksiz herif
Sukumsuz
Zırboge
Ji bo kesên bi kurmancî+tirkî dizanin ‘ev ziman’,ne zimaneke biyan e! Ji bo mantelîteya fermî jî navê vî zimanî heye, “Devoka mexelî(niştecihî)”!
Helbet her kurd bi reseniya van biwêjan dizane:
Sosreta ecêb.
Axaftina beredayî .
Bûye bizot.
Bêteşe.
Ketina bêhemd.
Devçarox.
Tiralbûyîn.
Mîna tolan digere.
Gorbigorîbûyîn.
Neke qijtînî.
Li rûçikê wî/wê binihêre.
Bêsukum.
Zirboxe.(Boxe, tevlî kurmancî bûye. Biwêj hatiye afirandin. Biwêj di kurmancî de jî bi vî awayî tê bikaranîn.)
Em analîz û rastiyên vê rewşê yên ji alî ziman ve bihêlên ji bo zimanzanan. Lê pirsek piçûk xwe dide der, ev rewş di heman demê de hukum li raman û fikrên însan jî nake? Hukum li kesayetiyê nake? Kesayetiyek wanî dê çiqas bi kêrî xwe were, çiqas bi kêrî her kesî were?
Ev ziman çi ziman e?
Zimanê Şîlo! Ger bi tirkî nav lazim be ne zor e; beredayî dil!
***
BANDORA NAVÊN GUHERANDÎ
Gelo navê we Zozan be û navê we bêyî vîna we li nasnameya we ya fermî wekî ‘Yayla’ bê nivîsîn hûn dê çi bifikirin û çi hîs bikin? Li vî welatî gelek kes ji ber rastiyên wisa dil biêş in. Zozan di nav çand û folklora kurdî de xwedî hêmayekê ye ku di dil û hiş de tiştên xweş û bi wate dide der. Em nikarin ji bo peyva bi tirkî ‘Yayla’ ku wegera zozanê ye heman tiştî bibêjin. Bi ser de jî ji ber ku wekî navê jinan di nav çanda bi tirkî de bi cih nebûye pirî caran dibe sedema henek û tinazan jî. Mînakek din jî ‘Sarê’ wekî ‘Sara’ an jî ‘Sare’ hatiye lêkirin. Kesên ku ji bo navên xweş û newayî li zarokên xwe bikin ew qas hewl didin gelo hîç nafikirin bê wexta navên kesan diguherînin ew kes çi êş dikişînin?
Ez mîna bi hêvî bim dinivîsînim, helbet êdî ji hêviyê wêdetir nêziktêdayîn xwe didin der…


