Carna krîza nivîsînê xwe dide der. Ev çend saet in dixwazim nivîsekê lê bikim. Dawî pûç! Min pirs ji xwe kirin; bi dehan pirs. Bersivan jî xwe da der.
Baş bû ku min pirs ji xwe kirin; ew pirs bûn sedem ku babet jî xwe bide der; hêza pirsan.
Helbet ev ne babetek ew qas balkêş e û her kes bi hêza pirsan dizane. Ezê girîngiya pirsîn û pirskirinê dernebim. Lê tiştek heye, însan dikare bi rehetî pirsan ji yên din bike. Tişta bêhtir tê kirin jî ev e. Em her û her pirsan ji yên din dikin. Lewre jî pirs bêhtir dişibin hev û bûne qalibên li ber dest ên amade.
Emê çi wextê pirsan ji xwe bikin? A muhîm ev e. Wexta em pirsan ji xwe bikin wê cudatî û pirsên rengîn xwe bidin der. Wê pirsên me bi ferqa xwe balkêş bin. Li vir wê bê gotin, ev jî ne balkêş bû, jixwe her kes îlahîm pirsan ji xwe dike! Ezê bêjim, ew jî rast e, lê her kes pirsên ji xwe dike parve nake. Muhîmtir tişt ev e!
cihanacirokan@hotmail.com


