Diyarname
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku her sal serê meha sermawezê dihat li darxistin îsal hat taloqkirin û hê nediyar e dê li dar bikeve yan na.
Vîrusa koronayê bandor li gelek çalakiyan kir û niha Fûara Pirtûkan a Stenbolê jî kete bin bandora vê yekê. Fûar îsal dê 39'emîn car li dar biketa lê hat taloqkirin. Amadekarên fûarê bi gotina "39'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê ji bo dîrokek pêş hatiye taloqkirin" agahiya taloqkirina fûarê ji bo niha pêşkêş kir.
Fûarê îsal nivîskar Nazli Eray wekî "Mêvara Rûmetê" diyar kiribsû. Wekî mijara bingehîn a fûarê ya îsal jî "Cîhana Bisêhr a Pirtûkan" diyar kiribû.