logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

YPG û pêşmergeyan qala ‘Artêşa Neteweyî’ kir

Li Kobanî rêveberên Kantonê û fermandarên pêşmergeyan di civîna çapemeniyê ya hevpar de peyama yekîtiya neteweyî dan. We

  • Dîrok: 01/11/2014
  • Beş: Nûçe

KOBANÎ

Li Kobanî rêveberên Kantonê û fermandarên pêşmergeyan di civîna çapemeniyê ya hevpar de peyama yekîtiya neteweyî dan. Wezîrê Parastina Cewherî ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen diyar kir ku îro ji bo damezirandina artêşa neteweyî rojeke dîrokî ye û fermandarê pêşmergeyan Ehmed Gerdî jî nirxandina. "Ji ber ku em li vir in û bi we re em ê mil bi mil şer bikin pir kêfxweş in" kir.

Di roja 47'emîn de pêşmergeyên ku hatin Kobanî, fermandarên pêşmergeyan û rêveberên Kantona Kobanê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin. Wezîrê Parastina Cewherî ya Kantona Kobanî Îsmet Şêx Hesen, Endamê Dîwana Lijneya Rêveberiyê ya TEV-DEM'ê Ehmed Şêxo û li ser navê koma pêşmergeyan a 150 kesan pêk tê jî fermandarên pêşmergeyan Eqîd Tofiq, Ehmed Gerdî, Amil Deham û gelek pêşmerge û YPG'yî beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

‘ÎRO ROJEKE DÎROKÎ YE’

Wezîrê Parastina Cewherî ya Kantona Kobanê İsmet Şêx Hesen di daxuyaniya ku li qada vekirî hate kirin de axivî û got ku pêşmergeyên ku hatine pîroz kirine û got ku ev roj rojekî dîrokî ye. Hesen wîha axivî: "Di destpêkê de ez ji hemû pêşmergeyên ku ji başûrê Kurdistanê hatine re xêrhatinê dixwazim. Hatina we hemû gelê kurd şad û bextewar kir. Îro rojeke dîrokî ye. Em dibêjin ku ev gav li gelê kurd, Serok Apo, Birêz Barzanî û Mam Celal pîroz be. Cara yekemîn e ku gelê Rojava û Başûr, li Rojava tên cem hev. Înşallah em ê ji bo gelên Kurdistanê fermandariyek neteweyî jî ava bikin."

'JI BO KU EM MIL DIDIN HEV Û ŞER DIKIN SERFIRAZ IN'

Piştî Şêx Hesen ji fermandarên pêşmergeyan Ehmed Gerdî jî, got ku ew û YPG mil didin hev û şer dikin û wiha dom kir: "Me jî silavên gelê başûrê Kurdistanê û Serokê Başûr Mesûd Barzanî ji we re anîn. Silavê xwe ji we hemûyan re şandiye. Em li ser biryara Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hatin vir. Bê tu cudahî em amede ne ku hemû deverên Kurdistanê biparêzin. Ji ber ku em li vir in û bi we re mil didin hev û şer dikin pir kêfxweş û serfiraz in. Em ê axa Kobanî ya pîroz bi hev re biparêzin."

JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ GAVEKE GIRÎNG E

Endamê Dîwana Lijneya Rêveber a TEV-DEM'ê yê Kobanî Ehmed Şêxo jî diyar kir ku hatina pêşmergeyan a Kobanî ji bo yekîtiya neteweyî gavek gelek girîng e û wiha got: "Ev gav ji bo yekîtiya neteweyî û pêşeroja me gelek girîng e. Ji ber hatinê em we pîroz dikin. Îro li ser axa Kobanî ji bo yekîtiyê gaveke gelek girîng hate avêtin. Li ser axa Kobanî li çar parçeyên Kurdistanê xwîna mirovên me hatin rijandin." 

Şêxo, anî ziman ku divê êdî ji bo yekîtiyê rûpelek nû bê vekirin û wiha axivî: "Ev yekîtiya me bi xwînê pêk hat. Bingeha yekîtiya bi xwînê tê çêkirin gelek saxlem e û tu caran nayê hilweşandin."

'EM AMADE NE KU XWÎNA XWE Û CANÊ XWE JI BO KOBANÎ BIDIN'

Piştî civînê fermandarên pêşmergeyan têkildarî hatina Kobanî ji bo DÎHA'yê axivîn.Fermandarê giştî yê pêşmergeyên hatin Lîwa Ebdulqahir, diyar kir ku dijminên kurdan ew anîn cem hev û wiha got: "Di serî de em wisa gelek xweşik pêşwazî kirin em spasiya  hevalên xwe dikin. Di çavê me de tu cudahiya parçeyên Kurdistanê tune ye. Îro dijminên me em anîn cem hev. Çi ji destê me bê em amade ne bikin. Em amade ne xwîn û canê xwe ji bo Kobanî bidin. Em gelê kurd yek in û dê yek bin."

Ji fermandarên pêşmergeyan Egîd Tofîq jî diyar kir ku rojeke dîrokî dijîn û Kurdistan yek e. Amil Deham jî wiha got: "Înşalah em ê bi YPG'ê re çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanî derxin û gelê Kobanî dê vegera malên xwe."


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Konferansa mamosteyên zimanê kurdî di gulanê de pêk tê

ad

‘Xatê Xanim’ careke din hat weşandin

ad

Di kûpayê de reqîbên Amed Spor û Diyarbekir Sporê diyar bûn

ad

HDP'ê Chomsky vexwend Cizîrê

ad

Parêzerên jin ji bo Aysel Tugluk bang kirin

ad

Li Altinovayê êrîşê kurdan kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname