Di pola pêncemîn de ji bo azmûnê em çûn Mûşê. Bavê hevalekî me em li otêlê bi cih kirin, ji me re du nanê firinê bi tevî nîv kîlo helaya bajêr kirî û çû Vartoyê.
Em çar kes bûn. Êvarî em rûniştin, me nan û helaw xwar. Helaw ne ew tişt bû ku her car bi dest me biketa. Hindik mabû wê xilas ba. Hevalekî me ji nişka ve tifû ser helawê kir! Belê helaw mabû pariya wî, dilê me nediçûyê em bixwin.
Demokrasî ji bo gelek însan û dorhêlan sedema tirsê ye, ditirsin ku derfetên li ber destê wan ji dest biçe. Ew her wext bi dû dikevin bê çawa tifû bikin, bilewitînin û bêlezetî bikin.
**
Muslum Yucel: “Romanûsên kurd di afirandina ‘tîp’an de nikarin biserbikevin…Gerek ew karibin şermên xwe lê bikin. Lê divê çavkaniya nivîskarekî her tim şermên wî bin… Dilê mirov di xwezayê de xezîneya herî girîng û dewlemend e. Nivîskarekî ku karibe vî dilî bibîne, dikare her tiştî bibîne. Her tişt dema ku mirov karibe dilê xwe bibîne, dest pê dike. Kesê ku karibe dilê xwe bibîne, dikare dilê kesên din jî bibîne. Kesê ku nikaribe dilê xwe bibîne, pirr bi hêsanî dikare dilê her-kesî bişkêne…” (Rojnameya Rûdaw)
**
“Ji ber ku dîrok nikare zimanek ku bi awayek azad were xerckirin bide, pêdiviya zimaneke bi awayek azad hatiye hilberîn pêşniyar dike…”
Roland Barthes


