___Dilyar Amûdî___
Gava ku kêm kes bixwînin, mixabin wateya nivîsînê jî tine, lê carinan mirov ne jibo xwe û ne jî ji bo dema niha dinivîse lê belê ji bo siberojê û ji bo nifşên nû. Îca tevî ku dizanim kêm kes dê bixwînin û kêmtir jî dê guh bidinê lê ez jî dixwazim li ser mijarekê rawestim ku gelekî serê min diêşîne û ya rast bêtir guhê min diêşîne.
Ez nikarim bibêjim û nabêjim jî ku kurd ji gelên din ên Rojhilata Navîn kêmtir dixwînin. Ew jî wekî gelên din in lê belê kurd kêm bi zimanên xwe dixwînin. Helbet ev jî bûye qedera me û mijareke din. Ez niha tenê dixwazim li ser TÎPekê û DENGekî biaxivim. Ew dengê Q ye.
Ev kêşeya ez dikim behsa wê bikim, him di axiftin him jî di nivîsînê de tê bihîstin û dîtin. Îca gava ku mirov li televizyonan temaşe dike, guhê mirovî diêşe, dil û kezeba mirovî dişewite. Gava tu li televizyonên kurdan temaşe dikî, her tu yê peyvên wekî “polîtiqa, qomisyon, Amerîqa, Qamera, çoqlata”yê bibihîzî. Gelek peyvên din jî wisa hene.
Ev jî ji ber zimanê tirkî ye. Tirkan dengê Q ji zimanê xwe derxistiye û çi Q û çi K bi yek tîpê dinivîsin lê ew bixwe dîsa jî xwendin û bilêvkirina wan ne bi temamî wekî hev e. Lê “K”yek ji wan li zengilorik û gewriya me kurdan nayê û gava em bi tirkî diaxivin, em wan wekî “Q”yê dibêjin. Ev jî asayî ye, ne zimanê me ye û em ne neçar in ku bi tekûzî biaxivin. Lê gava ev wê Qyê tînin û dixin zimanê xwe, ha wê çaxê kêşe dest pê dike.
Ez naxwazim têkevim mijarê ka zimanê tirkî çawa ye û ew deng çawa tê gotin lê ez ê hewl bidim ku bi awayekî rave bikin ku kurd bi hêsanî fêm bikin û wê şaşiyê nekin.
Ev peyvên li jorê min rêz kirine “polîtiqa, qomisyon, Amerîqa, Qamera” peyvin wisa ne ku zimanên rojavayî wekî îngilîzî, frensî, latînî û hwd hatine. Jixwe ez bawer im hema hema herkes dizane ku ev peyv rojavayî ne. Îca divê em bizanin ku dengê “Q” di wan zimanan de tine û ew deng “K” ye.
Dizanim hinek dê bibêjin, em wî vediguherînin ku li gorî gewriya kurdan bigunce. Lê ev ne rast e, ji ber di kurdî de him K heye him jî Q heye. Anku ne hewce ye ku mirov “K”ya rojavayî bike “Q” û reseniya peyvê biguherîne. Îca li ser vê bingehê, gava ku hûn peyveke esil-rojavayî di kurdî de bibînin, bizanin ku dengê wê peyvê “K” ye ne “Q” ye.
Herwiha dizanim ku hinek dê bibêjin, jixwe ev peyv deynkirî ne û bila wisa bin. Lê ji bilî ku ev sedem ne sedemeke mentiqî û hişmendiyeke bindestiyê nîşan dide jî, encamên wê yên neyênî li zimanê kurdî hene. Wekî mînak ez gelek caran dibihîzim hinek kurd navê bajarê Kobanî wekî “Qobabî” bi lêv dikin û herwiha gelek mirov wan dengan şaş jî dinivîsin.
Divê neyê jibîrkirin ku peyvên biyanî yên ne rojavayî jî hene û ew cuda ne. Hinek ji wan Q ne û hinek ji wan K ne: Qafiye ne Kafiye, Iskan ne Isqan, “Katib ne Qatib (ev peyv esil-erebî ne). Ji bo van jî divê mirov him li ferhengan vegere û him jî bala xwe bide bilêvkirinê
Jixwe ev mijar ji aliyê gelek zimannasan ve hatiye şirovekirin û vegotin lê ji ber gel naxwîne ev kêşe nehatiye çareserkirin. Îca ez jî careke din tenê li ser vî dengî rawestiyam belkî 4-5 kes guhdarî bikin û hewl bidin ya xwe rast bikim. Lê tika ye, eger we ya xwe rast kir, gava we dît yek van şaşiyan dike, bi zimanekî xweş û bi zanebûn, ji wan re bibêjin û rave bikin ku şaş in û hewl bidin ku hûn wan qanî bikin da ku ya rast bibêje.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?
- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?
- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil
- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?
- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?
- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e
- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!


