Enqere
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu îro dê bi Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk re hevdîtineke pêk bîne.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dê bi serokên partiyên li meclisê re hevdîtinan pêk bîne. Davutoglu piştî Baykal û Bahçelî îro jî dê bi Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk re hevdîtineke pêk bîne.
Di hevdîtinê de li ser têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, polîtîkaya li ser Ermenistanê û her wiha pirsgirêka kurd jî dê axaftin bê kirin.
Hevîditin îro saet 17.00'an de li Navenda Giştî ya DTP'ê dê pêk bê.