logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Siruştnameyek û du helbest

  • Dîrok: 20/02/2009

1
Dara Hejîrê a li dîwer şînhatî

Carna cih û war, dîmen, siruşt ji bo jiyana însan jî dibin peyam, sembol, neynik û hêma. Li Mêrdînê, di hin dîwaran de darên hejîrê şîn hatine. Ji mêj ve wê dîmenê bandor li min dikir; dawiya dawî ew bandor bû sedem ku çîroka min a bi navê, “dîwar û dara hejîrê”* xwe bide der.
Bi herhalî bandorek zêde li ser min hiştiye lewre piştî nivîsîna çîrokê jî ew bandor bi awayekî didome. Min xwest di der barê avadanî û teşewergirtina têkiliyên civakî de û têgihîştina jiyana bi edalet, bi hiqûq û demokratîk de çend tiştan lê bikim. Her ku min xwest ez dest pê bikim ew dîmen dîsa hat ber çavê min. Piştî ew dîmen di dil û hişê min de çû û hat min dev ji wan têgehan berda. Li gorî wê dîmenê, belkî jî, hewariyek sivik, piçûk û heya hûn bêjin însanî xwe da der: “Li Rojhilata Navîn, em hemû însan mafê xwe yê hemwelatîbûnê dixwazin”! Ew mafên ku li hin welatan însanan berî du sed û deh salan bi dest xistine!
Di nivîsarekî xwe de min gotibû ne sosyalîzm û ne kapîtalîzm, wê çaxê wê çi be. Ez nizanim wê çi be, ji bo min zêde ne xem e jî! Xema min a ku aniha li ser dil bûye kevir ew e ku her însan hinekî bi merhemet be, guh bide dengê mexdûran, xwe li însaniyetê bigire…
Li vê erdnîgariyê bêhtir kevirên mezin têne avêtin! Û wekî gotina pêşiyan, em dizanin bela kevirên mezin ne lêxistin e! Na, helbet her însan xwedî fikir, xewn û xeyalan e. Bila xeyalên her kesî bi her kesî xweş be… Lê, lê li Rojhilata Navîn însan nikarin bi qasî du çivîkan jî ji hev fam bikin an jî têkiliyeke dirust li dar bixin. Ev jî bi wîjdan, merhamet û bi rewşa azadbûna kesan ve girêdayî ye; her wext bi rastiyê dizane lê dîlê/a metirsiyên di dil û hişê xwe de ye. Her rastiyê dibêje dû re dibêje, “LÊ…” a, ji wê şûn de heft dike heştê helandî…
Wan (desthilatiyan) her wext ji me re tiştên mezin gotin, nehiştin em tiştên biçûk bifikirin a rast nehiştin em jiyanê bifikirin, ji hev re, merheba, bêjin, dilşad bin. Tiştên mezin her wext xeman kir dilê me û em bi hev biyan bûn. Însan ketin halekî wisa, êdî, ên din, ji bo xwe talûke hesibandin.
Gere em bi rik jiyanê û tiştên di jiyanê de diqewimin yên herî însanî bifikirin û bizanibin riya ku me ber bi xeyalên me ve jî dibe ev rê ye. Bila tiştên mezin bimîne ji bo wan!

2
DU HELBEST

Berî çendekê ji bo nivîseke xwe ez di nav lêkolînekê de bûm. Di blogekê de ez pêrgî van her du helbestan hatim.Min destê xwe neda helbestan.
Ji ber hewlên kesan ez dilşad bûm. Ji alî rewşa zimanê me ve jan da dilê min. Ji alî hunerî ve jî hinek li ser bifikirin bê çi muzîk heye di helbestan de. Bila hinekî jî kesên stranbêj bifikirin. Welhasil ev jî mînak e ku bi sedan kesên bi feraset ji ber rewşa heyî heder dibin…
Pirsek, çi di dilê we de bûye gulek sor? Her em dizanin hesreta Bîrcan Işik (Nenas) di çavê wê de bûye gulek sor…Ji bo Roja Ziman jî ez her du helbestan pêşkêş dikim da em hinek din kûr bifikirin!..
Nîşe: Hecîbeg gundekî Varto ye.


“Ocak 28, 2009 - SLAV DIKIM HACİBEG MIN GELEK BRIİYATEKIR
Yazan: hebun
GENGE WELAT

Ez gelek şıte durketim
Şı bo bırinate ez bıhal ketım
Denge welat mın biriyatekır

Çemek şirin eveki delal zozaneki bılınd,
Şı bote ez bırindar ketım
Denge welat mın biriyatekır.

Navete gelek xeaş rengete gelek delal
Şıbote ez bırindar
Denge welat mın bıriyatekır


Temmuz 6, 2008 - jı hesreta gönde xwe u sıpasi jı xevatkarın vÎ nu pelan xweşik
Yazan: bircan ışık(NENAS)
mın beriya gönde xwe kirÎye geli hevalê delal u jı bo Wİ EZê HESRETA XWE BİNIM ZIMAN
GÛlLAMİN

Tû dılêmında buye agırek gıran
Çêvemında buye gûlek sor
lıvır bê te naçı zeman
hesreta teme gulamın


jı derdê te ketım nexweş
lıvır bête mame bê kes
Dewere dılêmın şabıke
Hêsreta dengıteme gulamın


Gava ber bı roje dıbı çêvın mın
Agir dikevi nava dilemin
dÎsa tû te bîrain
Dewere dewere hêsreta teme gûlamİn

NENAS”

Çavkanî: varto.blogcu.com

 

* Deriyê Çîrokê, Cîhan Roj, Weşanên Do

cihanacirokan@hotmail.com

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

VARTO MALA KÊ YE?

  • 31 Berfanbar 2019

1Li metropolan, li deverên din yê dinyayê wexta vartoyiyek dibêje ez vartoyî me, pê re serbilindiyek, jixwebawerî û xirûr tê hîskirin. Ku heman tişt ji bo...

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

  • 31 Tebax 2013

Azad Zal di nivîsa xwe ya di Diyarnameyê de herdu paragrafên li jêr lêkirine.(1) Pêdivî bi çend gotinan heye. Ev ji bersivekê madetir hewla sererastkirina xeletiyekê...

ŞER SAR E, SEWTA ŞER TUNE*

  • 17 Tebax 2015

Pisporên çand û folklorê destnîşan dikin ku dengê dengbêjên kurdan ji kezebê de tê. Lê ji derî dengbêjan, dengê her mirovî di şer de ji...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Platforma Amedê: Ji ber derî venekirin me TIR'ên xwe vegerandin Amedê

ad

Şaredariya Îdirê şûrek li "12'yê Rezberê" da

ad

'Berf'a Orhan Pamuk derdikeve ser dikê

ad

MSD û Durzî hatin ba hev

ad

Fitcha ku nota Tirkiyeyê daxistibû ya Îzmîrê bilin kir

ad

Cengiz Çandar li ser 'Pêvajoya Aşitî û Çareseriyê' diaxive

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname