logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

  • Dîrok: 31/08/2013
Azad Zal di nivîsa xwe ya di Diyarnameyê de herdu paragrafên li jêr lêkirine.(1) Pêdivî bi çend gotinan heye. Ev ji bersivekê madetir hewla sererastkirina xeletiyekê ye. 
“b. Pena Kurd (Komeleya Nivîskarên Kurd) – Amed: Bingehdanîna Komeleya Nivîskarên Kurd di sala 2000’î de, li bajarê Tirkiyeyê Îzmîrê di lihevcivîna navbera çend nivîskaran de ji aliyê Arjen Arî ve wekî pêşniyaz tê rojevê. Di heman civînê de wekî damezrîner Arjen Arî, Berken Bereh, Îrfan Amîda, Salihê Kevirbirî û nivîskarekî din –ku navê wî ne diyar e– têne diyarkirin…”
“Ji devê Arjen Arî: “Pêdiviya komeleyeke rewşenbîrî di heyva tîrmeha sala 2000’î de, di “Civîna li Îzmîrê” de ji hêla min ve hatibû zimên. Di wê civînê de, (wê demê ev civîn wekî “Konferansa Îzmîrê” di çapemeniyê de cih girti bû) pêşniyaz bi yekdengî hatibû pejiradin û di heman rojê de Lijneya Amadekar a damezrîner hat diyarkirin. Ez (Arjen Arî), Berken Bereh, Salihê Kevirbirî, Îrfan Amîda, û nivîskarekî din ku niha navê wî nayê bîra min.) hatine hilbijartin.” Min bi xwe gelek caran ji devê rehmetiyê Arjen Arî ev yek bihîstiye.”
Ew kesê ku navê wî ne diyar e Cîhan Roj e. Belê Kekê Arjen wî wextî navê min bi bîr neanî! (Ji dil û can Kekê Arjen bi bîr tînim, bila sebebê bîrkirina navê min bimîne li dera ha; ji ber ku ew hê li heyatê bû min di Kovara W de ew agahî sererast kiribû û xuya ye nehatiye xwendin lewre pêdivî pê dibînim carek din eslê meselê diyar bikim. Agahiyên wisa ji ber ku ji şexsan wêdetir mehneyan vedihewînin girîng in, dîsa ‘ked û fikir’ du têgehên muhîm in)
Piştî min paragrafa yekem a ku Kek Arjen di nivîseke xwe de lêkiribû xwend, wekî agahiyekê min di Kovara W de derbarê konferansê de notên xwe lêkirin. Nivîs bi kurtî wisa bû:
“Pêşniyara Konferansa Nivîskaran ji alî min ve hat kirin. Bi destega Ayten Çaçan û Lokman Ayata, NÇM Şaxa Îzmîrê pêşniyar qebûl kir. Belê pêşniyar a min bû lê hemî ked û rûmet ya Ayten Çaçan û Lokman Ayata ye. Di vexwendnameyê de (ji alî me hersêyan ve hatibû amade kirin) ji armancan jê yek jî avakirina yekîtiya nivîskaran bû.”
Belê Kek Arjen ji armancên ku di vexwendnameyê de hatibûn destnîşan kirin jê yekê di axaftina xwe de anî ziman û ew pêşniyar hate pejirandin.
Ne çend nivîskar, wî wextî vexwendname ji hemî nivîskaran re hate bi rê kirin (ne ji ber tu niyetê lê hin jê hatibûn ji bîr kirin ku xeletiyek mezin bû, lêborîn hate xwestin) gelek nivîskar hazirê wextê bûn.
Vêca, di serî de Ayten Çaçan, Lokman Ayata û kesên di lijneyê de her wiha yên ku tevlî konferansê bûbûn şahid in.
Li vir rexneyek min li Azad Zal jî heye; meqeleya wî derbarê gavên nivîskariyê de ye ku agahiyên dîroka edebiyatekê vedihewîne hema di googlê de deqeyekê lê bigeriya ê navê nivîskarê ku “navê wî nayê zanîn” hîn bûya! 
Ya rast pêşniyara yekîtiya nivîskaran ji alî kê ve an jî bi çi awayî xwe dabû der ji bo min ne ew qas muhîm bû jî lê ku wekî nivîskarek ku hûn dibin sebeb gavek wisa bê avêtin, navê wî jî bi vî awayî bi avê de biçe, helbet êdî rê nade sebrê.

Nîşe: Her ku wextê konferans qewimî, hin însanan dîtin û fikrên xwe lêkirin jî pêdivî pê heye kesên hazirê wextê bûn carek din bi awayek analîtîk lê bikin. Bi ya min ji bo rewşa nivîskarî-edebiyat, edebiyat-siyasetê û hwd ya wî wextî ew konferans nîşana gelek tiştan bû.
 
cihanacirokan@hotmail.com


* Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd
 
 
***
 
Têbiniya Kordînatorê Weşanê yê kovara Dîwar û edîtorê Diyarnameyê Cemil Oguz: Ev nivîsa nivîskar Azad Zal di Dîwar de hat weşandin (hejmar 7-8, tîrmeh-gelawêj 2013). Di heman hejmarê de min jî nivîseke bi sernavê "Li Bakur rewşa rêxistinên nivîskaran" nivîsand û di beşa Konferansa Îzmîrê de min jî agahî dan. Li ser vê min wisa nivîsiye: "Ji bo van xalan pêk bîne jî komîteyeke ku ji Arjen arî, Berken Bereh, Cîhan Roj, Îrfan Amîda, Mustafa Borak û Salihê Kevirbirî pêk dihat hat sazkirin." Dema min nivîsa Azad Zal xwendiye û ji bo Dîwar amade kiriye, min bîra vê kêmasiyê nebiriye. Ev nota nivîskar Cihan Roj ku wekî rastkirinek û rexneyek şandiye, ez jî para xwe jê digirim.
 
Hin Nivîsen Nivîskar

Çima muzeya El Cizîrî ne li Cizîrê dê li Stenbolê bê avakirin?

  • 03 Avrêl 2016

Nasnameyên bajaran yên dîrokî û çandî gelek muhîm in; hin mîrate û mayînde  ji gelek hêlan ve wekî  hefizeya mirovahiyê ne....

KA WIJDAN!

  • 07 Tebax 2013

120 heb zarok, 350 jin, kal û pîr beriya Cejna Remezanê ji alî “Mucahîdan”! ve têne qetilkirin ku bikuj qaşo di nav “Artêşa Azad a Sûrî” de...

“Şev helbest e, roj çîrok e”

  • 01 Tebax 2016

Li parkek,  li bin dara zeytûnê rûniştim. Kesên navsere li derdorê gelek bûn, di destê her kesî de têlefon, ew bi têlefonê re mijûl bûn. Ne park,...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Amed Spor kongreya xwe saz dike

ad

Rojnameger 4 rojên din di bin çavan de ne

ad

'Em gora Dengbêj Şakiro dibin Agiriyê'

ad

Lîga Şampiyonan maçeke wisa nedîtibû: Tam 9 gol hebûn

ad

Di Pirtûkxaneya Aramê de dest danîn ser roman û helbestan

ad

Ji bo Çemê Dîcleyê 'Gava Mezin' tê avêtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname