Diyarname
Yek ji saziyên ku ji bo razemeniyê notan li welat û bajaran parve dike Fitch Rating e ku vê saziyê nota Tirkiyeyê daxistibû. Bi gotineke din gotibû "li vê derê razemenî çênabe" û bala karsazan kişandibû. Niha vê saziyê ji bo Îzmîrê pûan bilind kir.
Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê daxuyaniyek weşand û got ku Fitchê di rapora xwe ya meha gulanê de nota krediyê ya bajarê Îzmîrê ji "AA+"yê derxistiye "AAA"yê, bi gotineke din derxistiye asta herî bilind ku dikare li wê derê razemenî bê kirin.
Li gor nûçeya di rojnameya Hurriyetê de Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hem ji Fitchê 0hem ji Moody'sê di asta herî jor de not girtiye.


