Pisporên çand û folklorê destnîşan dikin ku dengê dengbêjên kurdan ji kezebê de tê. Lê ji derî dengbêjan, dengê her mirovî di şer de ji kezebê de bi reng dibe.
Wextê kurd dibêjin “şer” malwêranî ye, deng ji kezeba wan de dertê. Em bi vê dizanin; ji kilamên dengbêjan yên ku bi karesetan dagirtî ne em dizanin. Şengaliyek, Kobaniyek, Iraqiyek, Sûrîyeyiyek… Wextê dibêje “şer” dengê wê/wî mîna dengê dengbêjan ji kezebê de dertê…
Ev du roj bûn ez li ser heman ‘dengî’ difikirîm; wextê min têlefonî xwişka xwe kir, dengê wê di têlefonê de ji kezebê de derdiket; ” Dûrim qe xweş nîn e.” Bi tirs bû, ew jî wekî her jinekê ji bo ciwanan bi dia ye, wê jî her dia dikir da xwîna tu kesî nerije digot: ‘Xwedê mirinê nîşanê tu kesî nede.”
Dengê herî nêzî dengê dengbêjan, dengê jinan e, lewre wextê ew derbarê şer de diaxivin dengê wan ji kezebê de reng digire; doh di televîzyonê de jineke Manîsayî jî ji kezeba xwe de deng bi xwe dixist, bes e, digot. Îro (17.08.2015) jineke din bi dengê ji kezebê de bang li serokwezîr dike, dibêje “Werin cem hev”!
Halbukî hê heya demeke nêz beriya niha çi hêviyên me hebûn... Çi cografya ye, em mirovên vê cografyayê li ser çi guhê radikevin? Em ê heya kengî ji kezeba xwe de deng bi xwe bixin? Ka, we digot, em bira ne, çima rengê dengê kurdan naguhere? Çima dengê ji rengê bi kezebê li her devera vê cografyayê her diçe pirtir dibe?
Gulana çûyî, li Vartoyê ez ji çarşiyê derdiketim, di êvara ne ker û lal de, bi dengê qurqurikan re, li ber şemala hîvê dimeşiyam. Bi xwe re, bi şevê re, bi heyatên çûyî re, bi hêviyan re diaxivîm. Çi xweş min digote xwe, dengê min ne ji kezebê ye ne jî şewata deng li min dibe hêsir…
Em Vartoyî dibêjin ‘Varto Mala Xwedê’ ye. Ev du roj in Varto dîsa şax dide, bûye warê dengan, dengê şer… Bi kurmancî dibêjim, dengê min ji ciyek de dihat, lê ez bi rengê wî nizanim, ew deng dihat di qirika min de dima!
Mirin sar e, sewta mirinê sar e, şer sar e, sewta şer tune…
*Varto(Gimgim)


