logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

VARTO MALA KÊ YE?

  • Dîrok: 31/12/2019
1
Li metropolan, li deverên din yê dinyayê wexta vartoyiyek dibêje ez vartoyî me, pê re serbilindiyek, jixwebawerî û xirûr tê hîskirin. Ku heman tişt ji bo diyarbekirî û hin ciyên din jî tê dîtin!
Varto hem ji alî çandî û tarîxî ve hem jî ji hêla bawerî û awayê jiyana bi tehemûl, jiyana rengîn û têkiliyên şêniyên wê yên bi çandên li dinyayê yên cuda re her tê rojevê. Wisa ku hejmara şêniyên Vartoyê yên aniha niştecihî ne daketiye bin deh hezarî ku li derdora çarsed hezarî Vartoyî li dinyayê belavbûyî ne. 
Debare bi pez û dewar e. Kesên li Ewropayê alîkarî dikin. Van salên dawî ji hin rêwek, pel û pincaran bo zivistanê tamatî têne amadekirin. Pirsgirêka ajotina daran wekî gelek bajaran li Vartoyê jî heye. Hêdî hêdî mirov li bexçeyê xwe darên mêweyan diajon. Kesekî ji Taxa Nû ye dibêje, çend sal in ji mêweyê bexçeyê xwe em bo zivistanê tamatî çêdikin, pir xweş in.
Ciwan bê kar in, heya niha gelek jê berê xwe didan metropolan û karê înşaatê dikirin, êdî ew kar jî nemaye, kesên derfetan dibînin diçin Ewropayê. Ciwanekî dibêje, derd û kulên meriv li Ewropayê dibînin ne hindik e lê  li wir parîkî serê merivan rihet e! "Serê rihet" li Vartoyê jî ew gotin e hesreta mirovan derdibe.
Kafeyek li Vartoyê vebûye, ji bo ciwanekî biçe li wir fîncanek têrtije (duble) qehwe vexwe gerek 12 lîreyan bide. Heq û derfetek herî ji rêzê ya însanî ye mirov biçe kafeyekê û fîncanek qehwe vexwe lê ji bo kesên bêkar ew pere zêde ye. 
Li kafeyê, wexta meriv li hember dinihêre mêweyên li pêş manavekî têne dîtin ku kîloya porteqalan çar paqnot e. Em behsa kafeyê dikin, yekî ku wexteke dirêj li Ewropayê maye dibêje, carna kirê qehweyê tê min, li Ewropayê min gelek qehwe vedixwar, ditirsim biçim kafeyê, ezê dîsa bielimim, bi 8-12 lîra ez ê sê kîlo porteqalan bikirim bibim ji zar û zêçên xwe re! (Berf, hişkahî û kesên dilê wan dişewite ku porteqalan dixwin tabloyek nas û bi deng e!)
Bi tevî rastiyên wisa jî kesên kafeyê wekî derfetekê dibînin, dikarin biçin rûnên û sohbet bikin ne hindik in, exlebe zivistanan ciyên wisa derfetê didin da meriv biçin sohbet bikin. Havînan bexçeyê çay heye, meriv diçin seyranê, digerin, helqîn dikin… 
Ji alî kulturî û exlebe folklor û dengbêjiyê ve Varto balkêş e. Komeleya Pîr Sultan Abdal bi hin hewl û çalakiyên xwe re tê rojevê. Herî dawî Antolojiya Helbestvanên Vartoyî bi tirkî û kurdî (zazakî û kurmancî) hatibû weşandin.
Li dîasporayê ji alî komeleyên herêmî ve her ku hewlên çandî û kulturî hebin jî, gellek Vartoyî li dîasporayê weke hunermend, dengbêj, nivîskar, helbestvan bi navûdeng bin jî ew bandor û dînamîzm li Vartoyê nayê dîtin. 
Problemên demokrasiyê jî yek ji astengiyên li pêş jiyana kulturî tê dîtin. Her ku meriv rewşa sêhletiyê bi awayek bi demsala zivistanê ve girê bide jî bi gotinên ji jiyana rojane, Varto ne Vartoya berê ye!
Her kes Vartoya zarokaniya xwe dijî, bi bîr tîne, belkî meriv li Vartoya heyî bifikire ê wê wextê Vartoya zarokaniya merivan jî baştir candar bibe!
Kesên li derve exlebe di mehên şeş, heft û heştan ên salê de têne Vartoyê. Heke ew di meha çar û pêncan de alîkarî bidin bo çandina darên mêweyan û li  gelî û newalên Vartoyê darên mêweyan werin ajotin, bi sed hezaran darên mêweyan re piştî deh salan ê Vartoyek din were ber çavên merivan.
Ji alî kulturî ve jî hewl û xebatên li dîasporayê ger ji xelekên nostaljiyê derê û  di çarçoveyên çanda modern de werin meşandin, berhem û berên kulturî pêş ve biçin ew ê deriyên dîtir vebike. Herçî rewşa sîyasî ye ew li Vartoyê û li her deverê li rojevê ye, me hewl da em balê bidin aliyên din yê jiyanê.
Varto ji alî hewînerî, însanî û pirçandîtiyê ve hê jî "Mala Xwedê"* ye lê di vê demsalê de Varto dişibe ciyekî xalî yê bi sir û raz ê di çîrok û efsneyên zarokaniyê de! 
Sir û seqema heyî hê jî dibe sedem beden heya kezeban hîs bike, hîsdarî xurt bibe belkî ew îfadeyên xurt yên Vartoyîyan ên di derheqê Vartoyê de weke yek ji sebeban ji wê hîsdariya coxrafî ye!
*Gotina, "Varto mala Xwedê ye." Meşhûr e. Tê gotin, wextekê yekî Mûşî tê Vartoyê. Meha remezanê bûye. Dibîne ku li Çarşiya Jor** her der vekiriye, her kes serbest e, gellek kêfa wî tê û ew dibêje, "Wele Varto Mala Xwedê ye." Wan wextan li ciyên mihefezekar, di meha remezanê de xwarin û vexarin ne mimkun bû.
**Li Vartoyê du çarşî hene, Çarşiya Jêr û Çarşiya Jor. Li çarşiya Jor exlebe kurdên elewî dijîn, li Çarşiya Jêr jî kurdên sûnî. Di meha remezanê de ji kurdên sûnî yên ne bi rocî jî diçin li Çarşiya Jor dixwin, vedixwin.


Hin Nivîsen Nivîskar

‘POZÎSYONA BI SEYR Û TAYBET’

  • 01 Rezber 2012

Di rojnameya Milliyetê de, (30 Gelawej 2012) nûçeyek hate weşandin. Nûçe ev e:“ ‘Norweca Pirçandî Misteheqê Breivik e’Nivîskarê Fransî...

“Şev helbest e, roj çîrok e”

  • 01 Tebax 2016

Li parkek,  li bin dara zeytûnê rûniştim. Kesên navsere li derdorê gelek bûn, di destê her kesî de têlefon, ew bi têlefonê re mijûl bûn. Ne park,...

Filortên edebî û şîrove

  • 21 Tîrmeh 2008

 Şîrove bingeh û deriyê rexne û rexnegiriyê ye. Ger edeba edebiyatê bi derfetên şîroveyê re bi cih bibin wê çaxê rê û...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tatlises jî berendamê serbixwe ye

ad

Wêneyê rojê: Pêşî peya!

ad

NBC li Çînê dibe serokê juriyê

ad

Rojnameger jî di nav de gelek kes ji FETO'yê hatin binçavkirin

ad

Orhan Pamuk derbasî weşanxaneyeke nû bû

ad

'Kuru Otlar Ustune' li Gûzeka Zêrîn tê nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname