Diyarname
Şanogeha Bajêr a Freiburga Almanyayê ji romana Orhan Pamuk lîstikek amade kir û niha dê bilîze.
Yek ji romanên xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê Orhan Pamuk jî "Kar" (Berf) e. Şanogeha Bajêr a Freiburga Almanyayê ji 'Kar'ê lîstikek amade kir û lîstik di 23-24'ê vê mehe li Stenbolê, li Şanogeha Haltun Taner a li Kadikoyê bilîze.
Li gor daxuyaniya Şanogeha Bajarê Mezin a Stenbolê derhêneriya lîstinê Sandra STrunz kiriye û lîstik niha li Stenbolê dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Di lîstikê de nivîskarekî ku li Frankfurtê dijî ji bo li ser mijareke siyasî lêkolînê bike diçe Qersê, ji ber pir barîna berfê li bajêr dîl dimîne û dibe şahidên pevçûnên gikrî yên li bavêr.
Pişti lîstikê dê bi derhêner û lîstikvanan re sohbeteke pêk bê.