Em takekesên civakeke şîretfiroş in; di çîrçîrokên me de li bazarên me şîret jî hatine firotin! Civaka adetî û di çanda devkî de şîret yek ji rastiyên perwerdekirinê bû, ev normal bû jî. Ya ku însan lê diheyire di çanda me ya nivîskî de jî ew şêwe dewam dike!
Em di çanda nivîskî de jî pêrgî heman tiştî tên ku êdî divê ji bo me ew şêwe şêweyek sosret be! Şêweyê ji şîretan heke mijar siyaset be bêtir flaş xuya dike. Belkî aliyek arîşeyê ev e, ango heke entelektuel her tiştî li ser alîgiriya siyasî saz bike encam wê ev be, şîret û sûcdarkirin! Halbukî dinya elem rê daye ku sûcdarkirin karê rebenan e, karek ji nexweşiyê ye!
Dirêj nakim, em li pirêzeyê vegerin heya niha ew qas trajedî û trawma hatin jiyîn gelo em ê karibin behs bikin bê hemî rewşenbîr û entelektuelên kurd lê fikirîn ku aliyên wijdanî, aliyên însanî yên karesetan derxin pêş, li wê deng bi xwe bixin; ji Enfalê heya Şingalê, Kobaniyê… heta gerek ji erdnîgariya kurd madetir jî dengek hebe ji bo qewimînên li dinyayê…
Li dû hilbijartinê dîsa li Bakûr şer dest pê kir. Helbet mafê her kesiye fikir û ramanên xwe bêje, rexneyên xwe der bibe, dîtinên xwe par ve bike. Çi siyasetmedar çi jî rewşenbîr û entelektuel, xwedî çi nêziktêdayînê be ê li gorî wê deng bi xwe bixe. Cudahî, rengîniya fikran li vir mijar e.
Lê, tiştek heye ku em nikarin behsa cudahî û rengînbûnê bikin, ew jî alyê însanî û wijdaniye ku li me ferz dike gerek her kes deng bi xwe bixe bêje, em naxwazin şer hebe, em naxwazin mirov bimirin…
Bi sedan entelektuel û rewşenbîrên tirk wî dengî bi xwe xistin, bi xwe dixin… Gelo, ez bêjim ez bi hesret im ku rojekê entelektuelên kurd pev re(derdorên cuda yên siyasî) li hember qewimînekê, bûyerekê deng bi xwe bixin, ez ê bibim xwedî hewesek komîk!
Gelo ez ê rojekê bibihîzim ku hemî partiyên siyasî li alîgirên xwe yên edebiyatvan, entelektuel qedexe kirine ku gerek xwe li şîretan negirin, ji diruşmeyan dûr rawestin, bi navê wan ew qas nekin qîreqîr!
Helbet em nikarin her kesî tevlî çarçoveyek wisa bikin. Mixabin yên ne tevlî vê tabloyê ne jî heya niha rêberî nekirin, gav neavêtin ku adetek welew nêziktêdayînek wisa peyda bibe.
Heke ku li ciyekî însanetî jî bibe qurbana gav û berjewendiyên siyasî biherhal rê û wextek dûvdirêj heye ji bo demokrasiyê!


