Diyarname
Beşîktaş ku di Lîga Şampiyonan de wekî yekemînê komê derket û di nav 16 tîman de cih girt, îro pişke hat kişandin. Di pişkeyê de tîma mezin a Almanyayê Bayern Munih bû reqîbê Beşîktaşî. Ev ji bo Beşîktaş pişkeya herî xirab bû.
Di pişkeyê de reqîbên tîmên din jî diyar bûnb. Maçên yekemîn dê 13-14 û 20-21'ê reşemiya 2018'an, maçên duyemîn dê 6-7, 13-14'yê adara 2018'an bêne lîstin. Tîmên bi ser bikevin dê derbasî çarîkfînalê bibin.
Beşîktaş maça yekemîn dê li deplasmanê, maça duyemîn li mala xwe bilîze. Real Madrîd ku par bûbû şampiyonê Lîga Şampiyonan bû reqîbê Paris Saint-Germain (PSG). Ev maç wekî pêşfînal tê dîtin. Real Madîdê şampiyonê par û PSG'yê îsal kadroyek mezin saz kiriye dê maçek mezin bilîzin.
Vane encamên pişkeyê:
- Basel (Swîsre) - Manchester City (Îngilistan)
- Real Madrid (Spanya) - PSG (Fransa)
- Juventus (Îtalya) - Tottenham (Îngilistan)
- Shaktar Donetsk (Ûkrayna) - Roma (Îtalya)
- Porto (Portekîz) - Liverpool (Îngilistan)
- Chelsea (Îngilistan) - Barselona (Spanya)
- Sevilla (Spanya) - Manchester United (Îngilistan)
Maça fînayê ya Lîga Şampiyonan dê roja 26'ê gulana 2018'an li Stada Olimpiyatê ya Kîeva Ûkraynayê bê lîstin.
20 sal berê derketibûn pêşberî hev
Tam 20 sal berê tîma Beşîktaş û Bayern Munih di Lîga Şampiyonan a di sala 1997-98'an de di heman komê de bûn. Bayern Munih di her du maçan de jî bi 2-0 bi ser ketibû.
Çend not li ser Bayernê
Kûpaya Lîga Şampiyonan kûpaya herî mezin a Ewropayê ye. Beşîktaş yekem car ji nav koman derdikeve û dikeve nav 16 tîman. Bayern Munihî tam 5 kez ev kûpa bi dest xistiye. Bayern di lîga alman Bundesliga de jî tam 27 caran bûye şampiyon.
Bayern Munih îsal bi teknîk dîrektor Carlo Ancelotti dest bi lîgê kir lê di Lîga Şampiyonan de dema li hemberî PSG'ê têk çû Ancelotti îstîfa kir. Paşê tîm teslîmê teknîk dîrektorê îtalî Jupp Heynckes kirin. Heynckes baş dest bi kar kir û ligel wî di 8 maçên li Bundesligayê de di 7'an de bi ser ket, yekê de têk çû. Di Lîga Şampiyonan de jî Heynckes di 4 maçan de jî bi ser ket.
Bayern Munih di lîgê de di hefteyan 15'an de 35 pûan bi dest xist û di rêza yekemîn de ye. Dûre Leipzing piştî Bayern bi 8 pûanên kêm tê.