Diyarname
Rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd piştî kongreya xwe li hev civiya û karbeşî pêk anî.
Komeleya Nivîskarên Kurd roja 31’ê gelawêjê li Amedê, li Salona Sînemayê ya Burhan Karadeniz a Şaredariya Bajarê Mezin bi beşdariya li dor 60 nivîskarî kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de Mehmet Yilmaz, Remzi Arslan, Netice Altun Demir, Hogir Berbir, Gulgeş Deryaspî, Rodî Zinar û Îlhamî Sîdar ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin. Endamên rêveberiyê ji bo karbeşî roja 1’ê mehê li navenda xwe civiyan û karbeşî pêk anîn. Di vê karbeşî de xala herî nû wekî saziyên din ên kurdan komeleyê jî dest bi hevserokatî kiriye. Li gor agahiyên ku rêvebiriya kongreyê dan me Mehmet Yilmaz û Remziye Arslan ji bo Hevserokatiyê, Îlhamî Sîdar jî ji bo Sekreteriya Giştî ya Komeleyê, Hogir Berbir jî ji bo jimarkarî hatiye hilbijartin.
Li gor agahiyên ku gihîştin ber destên me di demek nêz de rêveberî dê dest bi xebat û çalakiyên cur bi cur bike.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.