Amed
Midûrê Polîsan ê Amedê têkildarî kuştina Xwendekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Murat Elîbol yê 3'yê mehê, piştî mîtînga BDP'ê bi guleya ji pişt ve hate kuştin daxuyanî da û diyar kir ku gule ne aîdê polîsên wan e. Şahidên bûyerê jî diyar kir ku Elîbol ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hatiye kuştin.
Roja 3'yê berfanbarê, piştî mîtînga BDP'ê ya li Qada Îstasyona Amedê ya bi navê "Ez li vir im, li vîna xwe xwedî derdikevin" pêk hat, bi hezaran kesan dest bi meşê kir. Di meşê de polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir û bûyer derketin. Di bûyeran de li kolana Lezîn Avci ya hejmar 867'an a taxa 5 Nisanê, xwendekarê Zanîngeah Yuzuncu Yilê ya Wanê Murat Elîbol (21 salî) bi çek ji pişt û serê xwe ve birîndar bû. Elîbol, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û li navçeya Çinarê hate definkirin. Hin derdoran diyar kir ku bûyer ji aliyê polîsan ve pêk hatiye. Li aliyê din rapora otopsiyê nedan malbatê. Midûriyeta Polîsan, îro têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku guleya ji bendena Elîbol derketiye ne aîdî wan e.
Midûriyeta Polîsan: Lêpirsîn didome
Midûriyeta Polisan a Amedê têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku guleya ji bedena Elibol derketiye ne aîdî polîsan e. Midûriyetê anî ziman ku di rapora otopsiyê de ji pişta Murat Elîbol guleya 7.65 mm derketiye û polîs vê guleyê bikar naynin. Midûriyetê got ku lêpirsîna wan a têkildarî bûyerê didome.
Şahidên bûyerê: Bûyer ji ailyê kesekî sivîl ve pêk hat
Şahidê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, diyar kir ku saet li dor 16.00'an piştî li ser kolanê xwepêşandan pêk hat, kesekî bi rih hat cihê bûyerê û êrîşî Murat Elibol kir. Şahidî da zanîn ku pitşî mirovê bi rih li pey Murat Elîbol reviya û wiha got: "Mirovê rih piştî li pey Murat reviya bi montê wî girt. Lê ji ber ku montê Murat ji wî ket, Murat xwe xelas kir û dîsa reviya. Lê kesê bi rih vê carê demançeya xwe ji ber xwe derxist û gule berda Elibol. Piştî ku elîbol ket erdê, mirovê bi rih çû ser Elîbol û bi pihînan li wî da. Kesê gule berda Murat Elîbol pişt re ket marketa ku tê gotin aîdî endamên Hizbullahê ne. Elîbol jî nêzî 15 deqiqeyan li erdê ma û ambûlans hat cihê bûyerê, ew rakir nexweşxaneyê. Pişt re polîs hatin cihê bûyerê û ketin û derketin qedexe kir."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin