Beriya zemanan beriya nivîsê peyv hebû; peyvên di bîra mirov de diman nediçûn jibîr, bo goşeyên dîwarê civakan qehîm bibe dihatin bilêvkirin…
Û paşê paşê nivîs hate kifşkirin, bi kifşkirina nivîsê re navgînên nivîsê; kevir û mîx, çêrm, xîz û çovikê pîj, kaxiz û hibr û qamiş û perik… Çiku navgînek nebe nivîs jî nabe; çendîn bêjin pêşî li ser çêrm û xîzê nivîs hatiye nivîsandin jî lê kevir dibêje na, ez beriya çêrm û xîzê hebûm, bûbûm dep û kevalê bi hezaran salan ji nivîsê re mazûbantî kirî…
Erê pêşî bîrek hebû, bîreke ku bo neyê bîrkirin gotinê di nava xwe de diparêze...
Paşê nivîs û navgînên wê, kevir, çêrm, xîz û, û kaxiz û yên din, û vega jî bişkokên klavye û telefonê…
Hê beriya nivîs nebe hilberîneke endûstriel destxet (wate nivîsar) hebûn û piştî nivîs bû rêyeke derbirînê; bo hoste û şagirtan, bo profosyonel û amatoran bi xêzkirin û reşkirinê kaxêz bû destxet; ji wan destxetan bîranîn hatin nivîsandin; çarîn, rojane, çîrok, têbîniyên gerokiyê, peyman, peyam û name; şahidiya dîrokê, peyama yezdan ji bawermend re, gefxwarina keyserekî ji yekî din re û hwd. lê hatin kirin. Wextekê sindoqên qesran û perestgehan bi destxetan tije bûn û helbet ji serdemekê ve sindoqên xanedanan jî…
Li neteweyên xwedî hiş, sazûmanî û bext-dewlet, arşîvên wan tije destxet in…
Piştî şoreşa sanayiyê ku bi rêya perwerdekirinê nivîs li nava cîhanê, her neteweyê û civakê belav bû ji her çînê bi her zimanî, ji zanayan û pisporan heta zarên belengaz û xîzanan têkîliyek bi nivîsê re-bi zimanê duyem ê derbirînê re çêbû. Ji hêngê ve sindoqê di nava xwe de bi rehla bûkekê re, bi cil û bergên bo rojên taybet re, bi xişir û zêr re û bi çekê re destxet jî hilanîne…
Hê nû nû ji sedsalên borî destxetên veşartî yan ên wenda tên dîtin û wekî pirtûk di refan de pir bi derengî jî be cihê xwe digirin. Û hê jî wê bên dîtin, em ê hay bi gelek tiştan bibin; bi gelek zanyariyan û navên bîrçûyî yan nehatî zanîn û nasîn…
Wekî gelek kesên beriya xwe û nifşê xwe, min jî li ser parçeyek kaxiz ceribînên xwe lê kirin; bi ser şixulîna reşkirina pêşî re rûyê rebena kaxizê bi derbên pozê pênûsê re vediguherî erdekî cobir di nav de geriyayî; bo xwendina tiştê li ser pisporiyek diviya; peyvek ser hatî reşkirin, xêzek bi ber roj ve yek bi berjêr ve, hevokek li ser ya pêşî hatî nivîsandin, bi kişandina tîrekê bi çend rêzikan dûr nîşankirina hevokeke din û hwd…
Zemanekî pir li wir rûniştim; hemû helbestên dosyeyekê yek bi yek min li ser adîsyona çayxaneyekê reş kiribûn; yên berî telefona bi foksiyon min li quncekî danîne ser hev; her lênûskek bi rengekî bi formatekê; carinan li pelên rû li çilmisînê vedigerim ristên kêliya pêşî hatine nivîsîn û halê dema çûye çapê didim ber hev; wisa ku rojekê yek lê hûr bibe qasî rê nebe ser rastiya ristê guherîne... destê min naçê biçirînim bavêjim an bidim ber êr bişewtînim…
Wekî berê ku sindoqên qehweyî yên ji dara gûzê nemabin jî, bawerim mala her helbestkar, çîroknûs, romanûs, lêkolîner û berhevkarî û mala gelek mirovên xwe li rojaneyan ceribandine name lê kirin sindoqa destxetan e; babet û ast çi dibe bila bibe arşîvek gencîneyek di wan de heye; meriv carinan xweziya xwe tîne, xwezî muzeyeke me hebûya yan mezatek ku hişekî me yê bi xwedî pere xwe lê bigirta!... Yan rojekê pêşengehek bi wan were sazkirin, di nav wan destxetan de em ê rastî bîr, hiş, xeyal, fantazî, berhem û cîhaneke çawa ya ku bi nivîsê hatiye neqişandin bên?!... Lê niha hemû kes an pir kes di telefonên pir bi foksiyonî de dinivîsin; heçî ji yekî mîna min ku destnivîsa xwe xaromaro ye re hêsan tê; li ber destan e derfeta li ser şixulînê û guherînan heye, lê tama kaxizê nade, şopa reşkirina pêşî namîne; helbest bi tenê nayê xwendin tê bêhnkirin jî…
Û dem tê vîrûsek dikeve nava telefonê, her tiştê di kêliya nivîsandinê de ku nivîsar firandiye ber esmên dide ber xwe; bidê ku car din were bîrê… Lê destxet, qey destxest wisa ne? Na! Destxet şopa pênûsa ku hukmê jêbirê bêtal kiriye bîr nabe.


