logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Li hemberî qedexeyê çapemeniya kurd deng da

Çamapeniya Kurd li hemberî qedexeya û êrîşên li ser çapemeniya nerazîbûn nîşan da.

  • Dîrok: 26/09/2008
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Rojnameya Azadiya Welat, rojnameya Alternatîf, rojnameya Gelecek, kovara Yurtsever Gençlîk, kovara Ozgur Halk, kovara Hêviya Jinê, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Şîrketa Belavkariyê ya Firatê, Gun Radyo TV, Ses Radyo, Net Radyo, Dunya Radyo û Weşanxaneya Aramê zordariya li ser çapemeniya kurd bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. Di daxuyaniyê de zordariyên li ser çapemeniya kurd bi tundî hatin şermezar kirin û wiha hate gotin:

"Li Tirkiyeyê de di serî de çapemeniya azad û çapemeniya muhalîf rastî zordariyên mezin tên. Dewleta tirk bi dozger, dadger, polîs, cendime, şirketên belavkariyê dixwaze çapemeniya kurd ji holê rake. Bêyî tu hiqûqan li ber çavan bigire êrîşî weşanên pirsgirêka kurd di rojevê de digirin, dike. Rojname, kovar, radyo tên girtin. Xebatkarên van saziyan tên cezakirin. Herî dawî girtina Rojnameya Alternatîk û Ozgur Halkê jî mînakên dawî ne. Dixwazin bi girtinê nehêlin weşan derkevin. Em îdîa dikin ku heman zordarî li rojnameya herî mezin a Tirkiyeyê bên kirin dê di nav hefteyekê de têk biçe. Lê ji ber piştgiriya gel bi salan e çapemeniya azad li hemberî zordariyan li ber xwedide."

'Zordarî bi destê Serfermandariya Giştî tên meşandin'

Di daxuyaniyê de tê derbirîn ku zordarî bi destê Serfermandariya Giştî tên meşandin û ev tişt hatin gotin: "Di planên wan ên deşîfre bûyîn de derkete holê ku herî zêde dixwazin çapemeniya kurd bêdeng bikin. Serfermandarê Giştî Başbug di civînên xwe de yên bi nûnerên Tv û rojnameyan de birîfîng da û got 'Nûçeyên PKK'ê nedin, nebêjin Apo, wêne û dîmenan nedin'. Yên wisa bi zirafî fikirîn elbette dê rojnameya Alternatîfê û kovara Ozgur Halkê bigirin. Ev girtin bi emrê Serfermandariya Giştî pêk hatine. Di pirsgirêka kurd de zordarî li gorî daxwaza leşkeriyê tên meşandin. Ji ber ku di rojevê de operasyon hene û tên zêdekirin. Li herêmê komkujiya sivîlan dom dike, îşkence zêde dibe û daxwazên kurdan bi şidetê tên paşvexistin. Yên vana tînin ziman tên bêdengkirin."

'Saziyên çapemeniyê yên Tirkiyeyê û cîhanê bêdeng in'

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku saziyên çapemeniyê yên Tirkiyeyê û cîhanê li hemberî vê zordariyê bêdeng dimînin û ev xal hatin vegotin: "Ker û kor jî zordariyên li ser kurdan dibînin. Lê mixabin saziyên çapemeniyê yên cîhan û Tirkiyeyê li hemberî vê yekê bêdeng in. Li gorî xwe çapemeniya kurd wekî çapemenî nabînin. Ligel vê rûreşiyê radibin ên têkoşîna azadiya gelê kurd û yên vê têkoşînê didin, wekî cudakar îlan dikin. Cudakariya mezin jî wekî dikin nedîtina zordariyên li ser çapemeniya azad in. Yên li hemberî gotinên Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan, feryad fîgan dikin li hemberî zordariyên li ser çapemeniya kurd bêdeng dimînin. Ev yek jî bêexlaqiya wan a çapemeniyê nîşna dide. Ji xwe wan di nav şerê qirêj ê li hemberî gelê kurd de li cem Serfermandariya Giştî cihê xwe girtin. Îro jî feryada gelê kurd a ji bo zimanê zikmakî nabîne."

Her wiha di daxuyaniyê de hate derbirîn ku heta çapemeniya kurd li Tirkiyeyê azad nebe kes nikare behsa azadiya çapemeniyê bike û wiha hate gotin: "Bi girtin, binçavkirin, revandin, kuştin û qedexekirinê herî zêde zordarî li ser çapemeniya kurd tê meşandin. Bi emrê Serfermandariya Giştî ev zordarî teva tên meşandin. Lê li hemberî vê yekê ne saziyên çapemniyê yên Tirkiyeyê û ne jî yên cîhanê nabînin. Ku li deverek din a cîhanê na jî li Tirkiyeyê ev zordarî le ser weşanek din bihata meşandin dê qiyamet rakiribana. Ji xwe tune hesibandina kurdan encamek ji ya bêdeniya cîhanê ye jî. Ev zordariya Tirkiyeyê ya mezin hêza xwe ji bêdengiya saziyên navneteweyî yên cîhanê jî digire." Di daxuyaniyê de ji bo piştgiriyê bang li hemû hunermend, rewşenbîr, karker, esnaf, xwendekar, jin û hemwelatiyên bi hîstiyar û demokrat hate kirin ku bêdeng nebin. Her wiha serdagirtina Buroya Azadiya Welat a Mêrsînê jî bi tundî hate şermezarkirin.

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li NÇM'a Îzmîrê çalakiyên adarê

ad

Berken Bereh û rewşenbîriya kurdî

ad

Berendamên xelatên SIYAD'ê diyar bûn

ad

Gelo dadgeh dixwxaze BDP'ê bigire?

ad

QADIRO

ad

'Em Zozanê Hasandinê nadin kesî'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname