Cih Qada Îskeleyê ya Stenbolê. Peykerekî Ataturk û di dest de ev dovîza bi kurdî:
"Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk."
Belê Ataturk jî ji bo pirsgirêka kurd çareseriyê dixwaze, bi ser de jî bi kurdî.
Îro li Kadikoya Stenbolê Mîtînga Aştiyê ku Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê organîze dikir hebû.
Di vê mîtîngê de kî ev dovîz da destê Ataturk em nizanin lê di mîtîngê de ev wekî dîmeneke cihêreng ji mîtîngê ji me re ma.