Li ser rûyê dinê gelo tiştekî bêyî derûnî heye? Heke jîndar be na! Mî, pisîk, kûçik, hesp, çivîk, heta dar, heta gul, heta giya û mirov… Ger jîndar be giyan tê de heye; nexwe ku bi giyan be bi xwedî derûnî ye jî.
Mirov e, her tiştê bi estetîk-ne estetîk ê jê hez dike, diecibîne, bal diçe ser bin noya wî/ê de dimîne, nêzî giyan, hest û hizrên xwe dihesibîne; heçî huner be dibêje ‘bi rih e’; bo mirov kevirên bi xwedî rih jî hene…
Bi giştî huner nemaze wêje, bo hest, hizir, derûnî û çîrok-serboriya mirov-an dinimîne yan hewla nimandina wê yekê ye, qasî giyanekî nêzî yê mirovê xwende-bal lê nimandibe ew qas tê hezkirin, ecibandin û hwd.
Yanê pîvaneke hezkirinê ecibandinê jê divê hunera hatiye pêşandan xwedî giyanekî be. Lê tiştek heye divê bîr nebe, lewnên hunerê wêje jî tê de ne jîndar in loma ne bi giyan in jî!
Ê nexwe çima em di tiştên ne jîndar de li giyan digerin! Yan jî di tiştên ne jîndar de çima em dibêjin wekî hatiye bigiyankirin?
Bersiv mirov e, çimkî ew tişt bi destê mirov hatiye çêkirin û tiştê mirov çêkiribe, nemaze huner hewla mirovê hunermend e –çi qas nêzî rasteqîniyê şayesandibe-vegotibe ew qas bi rih kiriye…
Ger huner- yanê jî di hunera wêjeyê de metn hatibe birihkirin nexwe derûniyeke wê metnê jî heye, yan jî derûniyên metnan:
Derûniya leheng,
Derûniya serdema metnê,
Derûniya çîrokê,
Derûniya mebestê
Derûniya zimanê metnê, çimkî her ziman giyanwer e loma bi xwedî derûniyekê ye jî.
Derûniya nivîskarê/a veşartî-ne xuya ya xwende! Çimkî her metn ji kes-an re tê nivîsandin, lewma nivîskar di nivîsandinê-vegotinê de hewl dide xwe nêzî derûniya ya/ê jê re dinivîse bike û derûniya wî/ê jî tevlî metnê dike…
Û derûnî-yên nivîskar!..
Û pê re çend derûniyên di metnekê de yên wekî şad, bi coş, hişk, nerm, xembar, bi hêrs, henûn, nexweş, melonkolîk, bêxem, bixwe bawer, wêrek, tirsonek û hwd. laqeyî xwende tên.
Nexwe, xwendina metneke bi çend derûniyan bo famkirin û nirxandina wê qey piçekî hay jê bûna derûnî-yan jî divê?..


