Diyarname
Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirkiyeyê li bajarên kurdan 362 mizgeftên nû çêdike. Ji bo wan dê 53 mîlyon TL bê xerckirin. Armanca "têtkoşîna bi terorê re".
Diyanetê biryar girt ku li Rojhilat û Başûrêrojhilat ê Tirkiyeyê (bi gotineke din bajarên kurdan) 362 mizgeftên nû çêbike. Diyanetê di nav Butçeya Malî ya Sala 2011'an de ev yek diyar kiriye û sedem jî wisa nîşan dane: "Ji bo yekîtî û yekpareyiya welatê me bê parastin, li hemberî xebatên cudaxwaz û xirakir, ji bo bi awayekî rast agahiyê bidin hemwelatiyên me, li hundirê mizgeft û derveyî mizgeftê xebatên olî bi awayekî baş ragihînin heta gundan..."
Di encama vê xebatê de wê 53 mîlyon TL bê xerckirin û mizgeft bêne çêkirin.
Her wiha wê komên ku di nav vê xebatê de cih bigirin jî hatiye diyarkirin. Komên ku navê "Komên Îrşadê" lê hatine kirin, wê diyanet wan diyar bike, li mizgeftan an derveyî mizgeftan ev kom wê bi gel re bêne cem hev û ji bo wan biaxivin.
Ger hûn bipirsin mizgeftên heyî têrê nakin? Emê nikarin bersivê bidin lê em dikarin van agahiyan pêşkêş bikin:
- Li Tirkiyeyê 67 hezar heb dibistan hene
- Li Tirkiyeyê 1220 heb nexweşxane hene.
- Li Tirkiyeyê 6 hezar û 300 "Saglik Ocaxi" hene.
- Li Tirkiyeyê 270 heb dêr hene.
- Li Tirkiyeyê 100 heb Cemxane hene.
- Li Tirkiyeyê 80 hezar heb mizgeft hene.
Agahiyeke din:
- Li Tirkiyeyê bi giştî 77 hezar dixtor hene.
- Li Tirkiyeyê bi giştî 90 hezar heb 'peywirdarên olî' (mele, muftî û hwd) hene.
Ger em wekî rêje bibêjin:
- Li Tirkiyeyê serî her 900 kesî dixtorek dikeve
- Li Tirkiyeyê serê her 780 kesî meleyek dikeve
- Li Tirkiyeyê serê her 60 hezar kesî nexweşxaneyek dikeve
- Li Tirkiyeyê serê her 350 kesî mizgeftek dikeve.