Diyarname
Portreya stêrka Hollywoodê Jennifer Aniston ku tazî hatibû kişandin ji bo alîkariya vîrusa koronayê tê firotin.
Lîstikvana navdar bi ser instagrama xwe re eşkere kir ku portreya wê ya tazî ku di sala 1995'an de kişandiye dê bi mezatê bê firotin û pereyên bên bidestxistin dê ji bo alîkariya di serdema vîrusa koronayê de bê bikaranîn.
Aniston wisa nivîsiye, "Dostê min ê hêja Mark Seliger, bi hevkariya Redcarpet Advocacy û mezatxaneya Christie's dê 25 portreyan ji bo piştgiriya têkoşîna dijî koronayê bifiroşin ku di nav wan de portreya min jî heye." Aniston diyar dike ku pereyên ji portreya wê bêne bidestxistin dê ji bo bê pere testa korona bê kirin bê xerckirin.
Fotografkêş Seliger wêneyên lîstikvanên rêzefîlmê efsanewî "Friends" kişandibûn ku Aniston jî di nav de bû. Ev rêzefîlm piştî 16 salan carek din tê nîşandayîn.
Hinan ji bo wêneyê Jennifer Aniston 6 hezar û 500 dolar pêşkêş kiriye. Mezad 12'yê vê mehê dê li dar bikeve û di nav portreyên ku dê bêne firotin de ligel portreya Aniston, portreyên navdarên wekî Leonardo DiCaprio, Oprah Winfrey, Brad Pitt, Billy Eilish û Lenny Kravitz jî hene.



