Diyarname
Li Wanê erdhejek mezin li dar ket û nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn, bajar bû kavil. Wêneyên ku piştî erdhejê ji wênekêşên kurd ve hatine kişandin niha li Wanê di pêşangehekê de derdekevin pêşberî temaşevanan.
Pêşangeh roja 23'yê mehê li Parqa Feqiyê Teyran a li Wanê vedibe.
Bi wêneyên piştî her du erdhejên li Wanê hatine kişandin dixwazin hişyariya li hemberî bobelatan derxin holê.