Hin mekan hene ku dişibin labîrent, çîrçîrok û efsaneyan… Li alî din jî “lal” in; ew na axivin dimînin li benda xwendin, hîskirin û dîtinê... Bi tevî mekanan rewşa gelek objeyan jî her wisa ye, ew ‘ji xwe madetir” in… Di dîrokê de qedera mekanên wisa ye ku gelek jê hatine şewitandin, hatine wêrankirin û talankirin… Mijar kurd û dîroka kurdan be êdî hûn hesab bikin bê heya ku biçe çîrokên wisa…
Di jiyana min ya şexsî û ya nivîsevaniyê de cihê mekan û objeyên wisa muhîm e. Bedlîs jî yek ji wan mekanan e ku di dilê min de şax veda bû. Min dixwest ji bo romanekê bibe mekan.
Nivîskarî tiştek wisa ye ku bi daxwaz û sîparîşan hûn nikarin dest biavêjin berhemekê. Bêtir jî ger mekan mijar bin ji lewre mekan wekî evînê ne, sebir jê re lazim e, hezkirineke kûr lazim e, gere bimeye, hûn tu car ji bîr nekin da ku ew bi tîna xwe, rengên xwe, bi zimanê xwe di jiyana we de bibe rastiyek xweşraz, rastiyek honakî.
Di navbera salên 1987-1997’an de wextê ez ji Mûşê diçûm Heskîf, Qoser, Mêrdînê û dihatim li Geliyê Bedlîsê hizûrekê ez digirtim. (Di 1996’an de min bi navê Geliyê Bedlîsê helbestekê jî lêkiribû) (1)
Gelo sebeb bi tenê rewşa erdnîgarî bû ku ew qas bandor li min dikir? Na; ji zarokaniya xwe de me di derbarê Xalid Begê de, Tertela Şêxan de çîrok bihîstibûn. Xalid Beg li wî bajarî hatibû dardekirin. Her wiha di jiyana dînî de gelek behsa Norşînê dihat kirin. Her ku min li avahiyên kevnare dinihêrî honak, sêwirîn û tehayul pêkdihatin… Lê, lê têr nedikir.
Meh, sal li me derbas bûn. Kêlîkek hat ku çirûskek pêket, qey êdî wexta nivîsîna romanekê ye… Çima ev kelecan? (2)
Bersiva vê pirsê ji sînorên romanekê madetir e; îro çawa mala Bedirxaniyan ji bo sed û pêncî-dused salên dawî yên dîroka kurdan mijar in û diyardeyek in her wisa Evdal Xan destpêkek e di dîroka kurdan de; qedera wî di heman demê de qedera çand û hunera vî gelî ye! Ji alî sîyasî, sosoyolojîk û hunerî ve ew mawe bi mehne ye.
Heke dîroka bajarvaniya Kurdan, dîroka jiyana bi rengîn mijar be helbet Bedlîs bi qasî Stembolê ciyek navendî ye ji alî zeneet, hilberîn û rengîniyê ve…
Rastiyek qonaxa modern e, bajar û mekan bi awayek, bi saya huner û edebîyatê jî dikevin rojevê. Ez vê wekî mîsyonekê nabêjim, ji bo xurtbûna metnê jî esas digirim ji lewre mekanên xurt jî derfet didin metnan.
Helbet bi Tirkî be jî ji lêkolînan em pê dizanin ku derheq Bedlîs û Evdal Xan de roman hatiye nivîsîn, nivîs hatine nivîsîn. Bername hatine çêkirin. Ji roman an jî romanên Kurdî re Bedlîs bûye mekan… Her qelem bi rengê xwe ye… Her nivîskar ‘bajarê xwe’ diafirîne… Bedlîs bes e da bi dehan roman werin nivîsîn…
Nîşe: Bi îhtimaleke mezin wê navê romanê “MALA BAZ” be.
1.GELIYÊ BEDLÎSÊ
Geliyê Bedlîsê Geliyê Bedlîsê
tu mîna çira di tariyê de diteyîsî...
tehma sêvên Xelatê
berfa serê Nemrûdê
dengê çemê te xweş tê
Geliyê Bedlîsê
Geliyê Bedlîsê
gelî kûr e
deng nade
hêvî dûr e
reng nade
Geliyê Bedlîsê
Geliyê Bedlîsê
2.Qedera hin berheman dişibe qedera mirovên bêşens; ji çi wextîde ye ez derheqê romanekê de lêkolînan dikim, dixwînim. Di wê maweyê de fikra nivîsîna romana “REŞ” peyda bû. Piştî REŞ hate weşandin ez dîsa li xebata xwe vegeriyam. Ev e, aniha jî “MALA BAZ”
Heke karibim herduyan pev re binivîsînim ez ê dewam kim yan na li pey “MALA BAZ” ez ê li wê romanê vegerim… Ew roman bi çi qederî be jî bi dilrihetî dikarim bêjim xwendin û lêkolînên derbarê wê romanê de bûn sebeb “REŞ” bikelime û helbet ew xwendin û lêkolîn bibin sebeb “MALA BAZ" bikemîle…
Nîşe* 2: Îro 28.03.2015’an e, min hewl dida nivîsên derbarê Bedlîsê de bixwînim. Di malpera www.bitlisname.com’ê de min nivîseke birêz Yaşar Abdulselamoglu (civaknas) xwend.
Berî ez nivîsa xwe binivîsînim (27.03.2016) min gernameya (seyahatname) Evliya Çelebi xwendibû, wekî kesek bi edebiyata honakî re eleqedar aliyê Bedlîsê yê bajarvaniyê bala min kişandibû, lewma min wisa lê kiribû:
“Heke dîroka bajarvaniya Kurdan, dîroka jiyana bi rengîn mijar be helbet Bedlîs bi qasî Stembolê ciyek navendî ye ji alî zeneet, hilberîn û rengîniyê ve…”
Îro wextê min nivîsa Yaşar Abdulselamoglu xwend min dît ku wî, wekî civaknas û kesek Bedlîsî, bi analîzên civakî re bi tevî aliyê bajarvaniyê behsa gelek hêlên din yên Bedlîsê kiriye. Berî nivîsa xwe lê kim xwezî min ew nivîs bixwenda, min ê bi kêfxweşî ew tespît û destnîşanên wî bi bîr bixistana. Helbet ya ku dibe sebeb însan li heman tiştan bifikirin an jî bigihîjin heman encaman rastiyên Bedlîsê ne. Ew nivîs û dîroka Bedlîsê ji bo edebiyatê jî dinyayek balkêş, gencîneyek muhteşem e, ya ku ew qas ez bi heyecan kiribûm/kirime, ev e, helbet aliyê ilmî û dîrokî pariya pisporan e, warek pisporî ye.
Ji bo ku bala we bidim wê nivîsa qedribilind jêgirtinekê ji wê nivîsê pêşkêş dikim:
“Heke ku hûn bipirsin bê di der heqê Bedlîsê de ferqa muhîm ku em bi dest bixin çi ye, ez ê bi yekcarî bêjim, avadaniya civakî ye ku bajar-dewletê pêkaniye. Em dikarin Bedlîsê wekî modeleke piçûk ya Stenbolê bifikirin. Em dikarin ji bo pêvajoyên ziman, çand, kozmopolîtîzm, bajarvanî, şaristanî, dîplomasiyê heman maweya bibînin.”
http://www.bitlisname.com/2015/11/17/bitlis-beyliginin-statusurolu-ve-onemi-arastirma/
**
-Têbiniya Diyarnameyê: Ev nîşeya nû roja 28'ê mehê li nivîsê hatiye zêdekirin.
-Têbiniya Diyarnameyê: Ev nîşeya nû roja 28'ê mehê li nivîsê hatiye zêdekirin.


