1
Heke meriv li jêderk û geşedanên romanê bifikire, pênaseya romanê bi bîr bixe ê gelek bersivên pirsên bikevin vê nivîsê werin dayîn.
Roman wekî berhema bajarîbûnê, bi kurtî, tê derbirîn û her takekes derdixe pêş me. Ku meriv li rewşa bajarîbûna kurdî û bajarên kurdî binihêre pê re mijarên cuda û yên lezgîn têne pêş. Tablo wisa ye, ji alî pîşesazî, bajarîbûnê ve arîşe hene. Dîsa jî nivîskar û rewşenbîrên kurd xwe li karekî zehmet û bi mijûlahî digirin romanan lê dikin. Li vir, rewşeke ecêb dertê ew jî ew e; nivîskar an jî rewşenbîr li dinyayê belav bûne, di nav jiyaneke modern û bajarî de dijîn lê kurdî bi wê jiyanê re têra xwe ne hevnas e û heta gelek nivîskar jî di nav jiyana rojane de bes bi kurdî najîn!
Rewşên wisa bi tevî ratsiyên dîtir, me dibin wê tabloyê ku hê di gava pêşî ya romanûsiyê de alozî, arîşe û astengî hene ku em serê xwe pê re biêşînin.
2
Tabloya gelemperî ya astengî û arîşeyan ne ji wan tabloyan e ku meriv lê binihêre û biçe; di civakên totalîter de, di welatên ku desthilatî bi hemî hêza xwe ketibe nava jiyan û ziman, li welatên wisa qalib, elimîn bi hukum in, kes û girseyên ji wê atmosferê aciz, exlebe li Rojhilata Navîn, di dewsa xwe li xeyalên jiyana modern bigirin, di dewsa bi pey demokrasiyê, azadiyê bikevin, (kesên kêmzêde xwe wekî takekes dibînin jî di nav de) xwe li jiyana kevnare û berhemên wê jiyanê digirin…
Sebebê ku, li vê erdnîgariyê mirov bi axîn û oxîn bêriya zarokaniyê dikin muhîm in ew rewş bi tenê ne nostaljî û rastiyên dewrên jiyana mirov in, jiyana ku tê de dijî jiyaneke ziwa, bêreng, bi êş û azar e ji lewre hewl dide xwe bispêre ciyekî, warekî…
3
Hêviyên ji romanan têne kirin li gorî rewşên hatî bibîrxistin şikil digirin, bi gelemperî û bi kurtî ew tê hêvîkirin ku roman bi qalib, bi şêwaz, bi reng û dengê xwe bişibe berhemên çanda devkî! Ne bajar, ne aloziyên bajarîbûn û takekesiyê, ne detay û sêwirînên li ser bergehên romanê şikil digirin bes nakeve rojeva romanûsiya kurdî…
Rewşeke wisa balkêş e ku girseya xwendevanan bi gelemperî ji rewşenbîran tê pê. Ew rewşenbîr wexta bi tirkî romanan dixwînin arîşeyan najîn û haydarî edebiyat û romanûsiyê ne, xwendevanên jêhatî û baş in heman kes wexta romanên kurdî dixwînin her tişt diguhere; di romanên kurdî de xwe li qalib, durişme, ajîte û êşa afîşekirî digirin, her ku meriv karibe bêje ji têkiliya wan û ziman e jî, lê difikirim sebebeke dîtir ya muhîm heye ew jî ew e ku di qada kultur û edebî de reşenbîriya kurd di nav biyanîbûneke sotînerde ye çimkî wexta romanên bi zimanên biyanî dixwîne bi çavekî rexnegirî dixwîne, bi çand û kultura wî welatî re rû bi rû dibe, hem bi xwe pêş ve diçe hem jî dibe sebeb pirs û pêşkeftin di wî zimanî de biqewimin (exlebe erebî û tirkî). Ew rewşenbîr û xwendevan ne amade ye bi çavê rexneyî li çand û kultura kurdî binihêre, wê taqet û hêviyê bi xwe re nabîne ku kedê bide çand kultur û edebiyata xwe wisa ku mirov xwe dispêrin hincetekê ew jî ew e ku tê gotin, kurd û kurdî di warê edebiyat û romanûsiyê de hê di destpêkê de ne, ew nêzikahî, wekî ji hêmanên realîteyê be tiştek îfade dike wexta dibe hincet rewşeke din dertê meydanê!
Zîneta li jiyanê, qewimînên di jiyanê de, rewşa civakî û ji sebebên dîtir xwendevanên kurdî jî her bi hêviya “qalib-romanan in”!
4
Li coxrafya ku hê jî dêw û fîgûr û lehengên xeybane bi hukum in, li coxrafya ku di dewsa mirov û girse li benda hişek rewşen û ronî bin her li bendê bimînin ê rojekê yek were û wan xilas bike di berhema bajarîbûnê de jî yanî di romanûsiyê de jî beriya romanê bifikirin li “romanûs” miqate ne bê ka çiqas dikare bi ziman û şêwaza dêw û fîgurên arkaîk tevdigere! Wisa ku ew “fîgûr-romanûs” li hêlekê postê rexnegir û nivîskarê modern li xwe dike û pêşkêşî dinya derî romanûsiya kurdî dike li alî din jî derman enjekteyê wî rehê xwendevaniya kurdî dike ji wî rehî, ajîte, hestiyariya merivan kor dike ne bi wê hewlê ye ku aliyê entelektuelî yê romanûsiyê were rojevê çi wext hin xwendevan wan rastiyan bi xwendinên xwe tînin rojevê ew kes qalibên rewşên siyasî û rewşa kurdan a siyasî tînin rojevê pê re jî “gotinên mêrane” dikin bê çiqas mêr in û dikarin serî bi siyasetê re bikişînin, ya trajîk komîk ew e ku ew xwe li edebiyata polîtîk îdeolojîk nagirin lê di meriyetê de her gotina wan her rexneya wan di wî warî de ye, ji xwe re nakin kar da bi meh û salan serê xwe bi romansûyiyê re , bi romanûsiya li dinyayê tê kirin bi wê romanûsiyê re biêşînin!
Tam li vir têkiliya romanê û neteweyê xwe dide der pê re jî pirsa rewşenbîriya kurd ya ku ji alî îdeolojîk ve her di jiyanê de cî daye xwe, rabêjên xwe sazkirine ji alî ziman û neteweyî ve ji alî gengêşiyên nivîskî ve hê nû şax dide çimkî rabêjin dîndar, siyasetmedar û rewşenbîriyê (çi mihefezekar çi jî lîberal, çepgir… bin) ew kelem in nahêlin roman bi cî û warê xwe werin rojevê, werin gengêşîn çimkî ne amade ne bi rabêjên xwe re rû bi rû bin!*
5
Çi bû sebeba vê nivîsê? Mi paragrafeke wisa dabû hişê xwe ku ê mi ew di medya civakî de parve bikira:
Kulîlkdankekê bifikirin. Exlebe xwendevanên vê demê yên kurmancî li bendê ye tu hew kulîlkekê têxî wî kulîlkdankekê heta mimkûn be bila ew kulîlk ji cîwarê welatê wî be û gerek tu li ber serê xwendevan rûnê, jê re bilorînî an jî bi ziman û şêwaza berhemên devkî her xîtabî hestê wî bikî.
Heya ji destê min hat min hewl da ez kulîlk û gulên cuda têxim wê kulîlkdankê ku carna axa xeyalî têxim binê wan gul û kulîlkan lê her gul û kulîlk bi navê xwe bi çîrokên xwe cuda bin, bi sêwirîn bin wisa ku xwendevan her jiyana diherike jî ji bîr neke li wê jî bifikire. Hewl didim bi xwendevan re bi ser rêyekê bikevim ku ew rê her carî çîroka gul û kulîlkekê bîne pêşiya me lê dawiya dawî ew gul û kulîlkên kulîlkdankekê ne, bi rengê xwe bi dengê xwe. Helbet zor e jî çimkî wexta ew taqet bi min re tunebe ku ez karibim wê axa xeyalî bi awayek xweş û hevgirtî, wekî hev li binê gul û kulîlkan raxim ê arîşe derên di berhemê de.
Ji alî şêwaz û teknîkî ve, lê haydar im ku romanên wisa bi gelek kesan “giran” tê, peyva giran a hin xwedevanan e lê hêviya min ew e ku serê xwe pê re biêşînin, her carê li kulîk û gulekê bifikirin temam meriv dikare hew gulekê jî bike diyarî, meriv dikare wext û xwendina xwe hewl li gul an jî kulîlkekê bibuhurîne lê çima em ji qevdek gulûkulîlkan an jî ji gul û kulîlkên di kulîkdankekê de acizî dikin?
Bi awayek Armonîkaya Hêşîn jî yek ji sebebên vê nivîsê ye. Romaneke ku mijara wê li ser huner, rewşa bajarvanî, hin rewşên polîtîk şax dabe û ji fîgurên ji warên bejahiyê, ji fîgurên ji tarîxa nêz ya polîtîk, ji laîkiya sert û qeyranên geşedanên modernîzmê were pê û wekî ceribîn, zimanê sert yê modernîzmê bijartibe û pirsekê arasteyî me bike bê ka çend dilê me hene û her “dil” an pêşkêşî me bike ew roman ka bibe xwedî çîrokeke çawa ê di serî de ji bo romanûsê xwe jî bibe sebebê mereqeke piçûk!
*Helbet ji nedîtî ve nayêm, ne reşbîn im û tam li vir divê meriv Mehmed Uzun bi bîr bîne ku ji alî entelektueliyê ve serê xwe bi edebîyatê re, bi romanûsiyê re gelek êşand. Dîsa Haşim Ahmedzade, Îbrahîm Seydo Aydogan, Helim Yûsiv serê xwe bi romanûsiya kurdî re êşandine û her wiha gelek kesên dîtir jî bi mishef û tezên xwe romanûsiya kurdî-kurmancî nivîsîne anîne rojevê. Hewla min ew e bi bîr bixim ji alî akademîk, lêkolînerî ve meriv çiqas jêhatî û serkeftî be jî wexta têkiliya merivan û kurdî qels be meriv nikare romanûsî û detayên romanekê bi dest bixe û meriv dikeve nava xefik û qalibên rojane ji lewre hin tez û mishef, nivîsên derheq romanûsiya kurdî de ji wê hêlê ve biarîşe ne ku divê meriv bi bîr bixe û ew jî dibin sebeb hin ji ber her xwe dubare bikin, hin gengêşî bêyî parsû û bêyî detay bimînin…