Seba aştiyê dimeşiyan; ew kedkar bûn wan xwêdan tevlî jiyanê dikir, ew bi qelem bûn hubra wan tevlî kenê zarokan dibû. Ew doktor, hemşîre bûn wan wê rojê dixwest dilê xwe ji bo jiyanê têkin derman. Ew endezyar bûn wê rojê dixwestin jiyaneke bi aştî, demokratîk bisêwirin, ew dayik bûn, bi rengê xwe yên neteweyî bi deng bûn, bi hêvî bûn… Ew ciwan bûn, wan digot bihêlin jiyan bi me xweş e… Do gul bûn xwîn û ew tevlî axê bûn.
Tirs, heyf û tol, hewla terbiyekirinê, xwîn, qetlîeam duh li Enqerê bû...
Çîrokên cografya me, çîrokên ‘meşhûran’ in, çîrokên îdealên mezin in wisa îdeal in ku dibin xwîn di ser serê me de diherikin! Çîroka gotinên mezin, şîretên mezin lê ‘jiyanake piçûk’ e piçûk e ev çîrok!
Dehaq hebû, mar hebûn, mejiyê ciwanan hebû… Sedam hebû Helebçe hebû, jehr hebû… Şingal hebû kêr hebûn ‘rûpoşên reş’ hebûn… Duh li Enqereyê zarok hebûn dê hebûn, bav hebûn, ciwan hebûn xwîn hebû…
Gerek peyvek nû tevlî ferhengan bibe li vê cografyayê nalet têrî nake!
Kesên duh hatin qetil kirin, ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê li Enqereyê bûn… Ew li hemberî tundiyê û şer têdikoşiyan. Xwedîlêderketina demokrasiyê, ev e ya ku me bi hêvî bike, dawî li gelek çîrokan bîne…


