Diyarname
Li Almanyayê Fûara Pirtûkan ASTEC li dar dikeve. Nûbihar ku bi kurdî pirtûkan diweşîne jî beşdar dibe û semînerek pêşkêş dike.
Li bajarê Duisburgê Almanyayê her sal Fûara Pirtûkan ASTEC ku ji aliyê Astec Gmbh ve tê organîzekirin li dar dikeve. Di fûara ku îsal 8'emîn car li dar dikeve de pirtûkên îslamî yên ji Tirkiye û Almanyayê têne pêşkêş kirin. Fûar îsal 24'ê vê mehê li dar dikeve û heta 10'ê meha pêşiya me li dar e. Digel pêşkêşkirina pirtûkan, di çarçoveya fûarê de konser têne dayîn, konferans û semîner têne organîzekirin.
Îsal ji Tirkiyeyê 47, ji Ewropayê jî 13 weşanxane beşdarî fûanê dibin. Ji bilî weşanxaneyan hin sazî û komeleyên çêkirin û piştgiriya mizgeftan jî standan vedikin.
Nûbihar li fûarê ye
Di fûarê de ji Tirkiyeyê Weşanên Nûbiharê jî ku ew jî li ser xeta îslamî weşana xwe dike beşdar dibe. Nûbihar ku digel tirkî pirtûkên bi kurdî jî diweşîne di fûarê de standê vedike. Ev yekemîn car e ku weşanxaneyeke kurdan beşdarî vê fûarê dibe.
Nûbihar di fûarê de bi sernavê "Paşeroja Edebiyata Kurdî û rola Nûbiharê" paneleke li dar dixe. Panela ku roja 31.12.2010'an saet 17.00'an de li da bikeve, wê pêşkêşvaniya wê Selman Dilovan bike û Suleyman Çevîk (Xwedî û berpirsiyarê nivîsaran yê Nûbiharê)
û Sabah Kara (nivîskar û helbestvan) wê axaftinê bikin. Her wiha piştî panelê nivîskar Sabah Kara, Selman Dilovan û Abdullah Încekan wê kitêbên xwe îmze dikin.
Nûbihar di fûarê de digel pirtûkên xwe yên bi kurdî û yên bi tirkî, dê kovara xwe Nûbiharê jî ragihîne xwendevanan.
Par 100 hezar kes beşdarî fûarê bûbûn ku îsal organîzator diyar dikin ku dê zêdetir keş beşdar bibin.
Navnîşan:
Konrad-Adenauer-Ring 9-13
47167 Duisburg
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


