Tu êdî dixwazî ji vê taxê, ji vî karî, ji nav van însanan û ji vî bajarî hebikekî bidûrkevî û herî li derek xerîb û nenas li gorî dilê xwe bijî.
Tu êdî naxwazî ne derdê kesên taxê bikşînî, ne derdê ku tuyê sibê ji kar dereng bimînî bikşînî û têkevî stresê, ne tehamula te maye ku tu rûyê hinekan bibînî û nejî tu dixwazî li rûyê vî bajarê ku bîstûpênc salên te daqurtandiye binerî. Tu dixwazî ji bo demekê be jî, dûrî her tiştî û her kesî bî.
Tu bi ya xwe dikî. Erê, tu pişta xwe didî felekê û berê xwe didî oxirê û tu diherî.
Wext wekî avê diherike û bêyî ku tu lê hay bibî wextê ku tuyê vegerî tê li deriyê te dixe.
Û tu vedigerî.
Tu dinêrî ku dîsa heyat wekî berê di herka xwe de diherike û diçe.
Ev çendake tu vegeriyayî. Tu dixwazî binivîsînî. Lê hergî tu li ser kompîturê rûdinî tu ditengijî û radibî ser xwe. Dilê te lê rûnanî. Wekî xwarinek ku xwêya wê, yan jî tiştekî wê yê din kêm be û ekil û tahma wê bi te nexweş bê, tu nivîsên xwe jî naecibînî û ev te aciz dike.
Tu radibî derdikevî derve. Tu li ser vêya difikirî. Tu li dolmîşê siwar dibî. Dolmîş hebikekî diçe, dengê zingilê telefona yê li paş te rûniştiye lê dixê. Dipeyive. Dibêje; “ Ez nema dikarim bi xwe. Ezê jê re bibêjim. Ez radikevim ew di mejiyê min de ye. Ez şiyar dibim di mejiyê min de ye. Ez dixwim, vedixwim, digerim, dilîzim, xwe dişom ango ez çi dikim di hişê min de ye. Tim li ber çavên min e. Ez bi wê radikevim û bi wê radibim. Gotinên wê, dengê wê, kirinên wê, meşa wê, kenê wê, nerînên wê…”
Xuyaye li vira yê din tiştinan dibêje deng ji wî dibile.
Way dîsa deng jê hat û dibêje, “Na. Min peyama wê ya di telefona xwe de rê te dabû. Te dî digot, ‘Ez şiyar bûm, tu ne li mal bû. Ez îro diçim tu tiştekî nabêjî?’ Tiştên wekî wê ji min re dibêje. Wekî li benda min û peyvekê be. Lê nizanim ez ditirsim ku ez şaşbim!”
Dîsa yê hember tiştekî dipirse ew dibêje, “na” û didomîne, “ez pê re peyivîm. Ji xwe tu jî dizanî min ji berê de jê hez dikir. Lê nebû qismet. Nêta min ew bû ku ez ji eskeriyê vegerim, ez wê bixwazim. Lê berî ku ez ji eskeriyê vegerim hinekên din ew xwestine û zewicî ye. Ez dereng mam. Şeva çû qala henekên me yê zarokatiyê dikir. Tiştê ku aqilê min lê disekine digot. Xuya ye wê jî ji min hezkiriye. Yan na çawa ew tiştana tevdek di bîra wê de mane. Lê dîsa jî ez baş ne bawer im. Çimkî hê jina xelkê ye û keçikek wê jî heye. Ez şevaçû pê re peyivîm û min got, ‘çima tu û zilamê xwe li hev nakin?’ Te bidîta bê çawa hêrs bû ku min got, ‘tu û zilamê xwe.’ Got, ‘Ev cara çara ye ku em tên ber hev berdanê. Sê caran min ew da xatirê keçika xwe. Ku vedixwar û dihat min digot, wê derbas be, bi qumarê lîst min got heweseke wê derbas be, min di cuzdanê wî de rismê dostikên wî jî dîtin min avêt dilê xwe û min deng nekir min got wê ev jî derbas be, heweseke. Lê kengî ku bi şîşa sobê li min xist û canê min tevdek reş û şîn kir êdî ew ji çavê min ket û min ew ji dilê xwe jî avêt. Sedcarî jî ew bavê zaroka min be ez nema wî dixwazim. Ev saleke ez li mala bavê xwe me û em li berhev didin. Min mehkeme lê vekirî ye. Ez û ew em nema ji hev re dibin.’ Ev gotinên wê ne û xilaf tê de tune ye. Ji xwe xalê min ango bavê wê jî gotiye, ‘Heger îcar jî tu li wî vegerî êdî keçek min a mîna te tune ye!’ Loma ewê nema lê vegere.
“Binêr îniya çûyî ez çûbûm mala wan. Ez heta sibeha duşemê li mala wan mam. Na. Em bi tenê neman. Tim hinek bi me re bûn û tu fersenda ku ez tiştekî jê re bibêjim neket mista min. Duşemê serê sibê rabûye taştê çêkiriye û berî ku alarma telefona min lêxê bang li min kiriye. Min çavên xwe vekir ew li ser serê min e û bi devkenî dibêje, ‘rabe min taştê hazirkiriye wê bavê min te bigihîne xeracê.’ Bifikir ji bo min rabûye. Ji bo ku ez dereng nemînim û bê taştê dernekevim rê, rabûye serxwe. Gava ku ez û bavê wê em daketin jêr jî, berî ku ez li texsiyê siwar bim min li jor nêrî, min dît ku derketiye balkonê ji min re destên xwe li ba dike.
“Ez nizanim. Berê jî tim di nav re dihat bîra min. Na, tu carî min ew ji bîr nekiribû lê qey jina xelkê bû loma min deng ji xwe nedianî. Ji çergî hatiye mala me û çûye ez nema dikarim bi xwe. Ev cara çara ye tê cem me. Ez wê derdixim, digerînim.
“Tu wê jî deyne hêlekê, ez ditirsim malbata min jî qebûl nekin. Ê. Lê ya min û birayê min ne wekî hev in. Tu dibêjî, ‘birayê te bi riya înternetê keçikek naskir we çû xwest û zewicîn. We kesî dengê xwe dernexist. Tew ya te divê kes tiştekî nebêje. Nasa te ye jî.’ Lê ya min ji bergî problemên wê hene ditirsim ku ew bibêje, ‘erê’ jî yê me li hember derkevin.”
Ji şifêr re dibêje, “li pêş ezê dakevim!” Hê jî dipeyive! Dadikeve û diçe.
Tu tê li parka xwe ya her tim rûdinî. Tu li ser nivîsê hûr dibî. Di kîjan nivîsa te de çi heye, divê tu çi lê zêde bikî ya jî jê kêm bikî? Tu li ser difikirî. Hevalên te tên we ji zûde hev nedîtî ye. Hûn derdikevin derveyî sînorê nivîsê.
Dibe êvar tu tê malê. Dîsa xur û êşa nivîsê dikeve laşê te. Ew kes û serpêhatiya wî ya ku di dolmîşê de beyî hemd û riza xwe te lê guhdar kiribû tê bîra te. Tu radibî tê li ber kompîturê rûdinî. Ez tiştekî nabêjim. Çimkî bersiva te hazir e.


