Ez dema bi gelek tiştî re eleqedar dibim, Diyarê Me vala dimîne. Ev yek min diêşîne. Lê di heman demê de di vê valahiyê de not jî zêde dibin.
Emê vê carê notên xwe bavêjin bin bîrê Diyarê Me.
***
Siwariya metrobusê
Ji roja ku li Stenbolê metrobusan dest bi kar kiriye hem rehetiyeke, hem rezîliyeke derketiye holê. Rehetî çêbûye ji ber ku metrobus bi lez ji aliyeke Stenbolê diçin heta aliyê din, bêyî bikevin nav trafîkê û bi lez diçin. Rezîliyeke çêbûye, bi taybetî serê sibêyan û êvaran ji bo ku mirov siwar bibin û cihê rûniştinê bi dest bixin pêl li hev dikin. Belê, pêl li hev dikin.
Ger hûn bipirsin şaristanî, hurmeta ji bo hev, cihdayîna hev... Hema qet van nebêjin.. Bi awayekî eşkere ji bo yek berî yekî siwar bibe yê din dehf dide. Eyb, şerm, hurmet, rêzdarî... Hemû çûn ser sergoyê.
Dibe hin bibêjin: “Çi bikin, bila şaredarî/rêveberî ragihandineke baştir û têrtir çêbike”... Na, mesele ne ev e. Îmkanên li ber destan çi dibin bila bibin ger hinek eyb, şerm, hurmeta ji bo hev, rêzdarî bi mirov re nîn be, her wê wisa be.
Nijada vê yekê nîn e. Ev ên ku ez qal dikim dibe ku kurd bin, tirk bin, ereb yan ji gelekî din bin... Lê rewşa Stenbolê ev e.
***
Qesra Edelatê
Li Stenbolê, li Çaglayanê “Qesra Edelatê” ya nû tê çêkirin. Li ber avahiya ku niha hê di asta çêkirinê de ye tabelayeke mezin çikandine û li ser wisa nivîsîne: “Em Qesra Herî Mezin a Ewropayê Ava Dikin”.
Çi pesneke mezin ne.
Binêrin, nabêjin em muzeya herî mezin a Ewropayê ava dikin. Pesneke wisa nîn e.
Nabêjin em navendeke çandê ya mezin a Ewropayê ava dikin. Tişteke wisa nîn e.
Nabêjin em fabrîkeyeke herî mezin a Ewropayê ava dikin ku wê gelek kes têde bixebitin. Na, tişteke wisa jî nîn e.
Çi dibêjin “Qesra Edaletê ya Herî Mezin”...
Bi qesreke edelatê pesnê xwe didin.
Yanê? Yanêya vê ev e: Li ciheke çiqas sûc hebin ew qas pêdivî bi hêzên ewlehiyê, pêdivî bi parêzer, bi dozger, dadger û helbet bi avahiyên dadgehê heye. Yanê bi “Qesra Mezin a Edaletê” heye.
Xwezî wisa bifikiriyana: Em sûcê ji holê rakin, bila sûc ji welatê me kêm bibe, parêzer jî, dozger û dadger jî û di dawiyê de: Bila pêdivî bi Edaleta Mezin a Ewropayê nîn be.
***
Sazî bi kêrî çi tên?
Li her derê gelek sazî hene. Yên çandê, yên sporê, yên parastina kirîneran, yên xwezayê... Lê li Tirkiyeyê bi qasî ku pêdivî bi van saziyan heye em qîmetê wan nizanin. Dibe ku rêveberên wan saziyan bi xwe bi wê qîmetê nizanin.
Mînak niha li Tirkiyeyê şîrketên telefonên destan dest ji kontorê berdan û derbasî qiruşê bûn. Li gor agahiyan li Tirkiyeyê 56 mîlyon kes xwedî xetên telefonên destan in. Lê ev 56 mîlyon kes li ser nasekinin ku di vê guhartinê de çi zirar bi ser wan de hat? Li ser misekiniyana wê zor bida saziyên bi vî karî re eleqedar, wan saziyan jî wê zor li şîrketên GSM’ê bikira û wê bi derbasbûna lîrayê re zemeke nû nehata.
Mînak du: Gelek kes hene dixwazin xweza bê parastin lê tu bipirsî ji van kesan çend kes endamên saziyeke xwezayê ye, wê encameke xirab derê.
Di her warî de wisa ye.
Kes zêde guh nade “Serdem, serdema saziyên sivîl e, tişt bi wan diguherin.” Ji we re mînakek jî ji vê; Ji temamê gelên ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dijî bi ser sedî 60’î re gel endamên saziyên sivîl in. Li Tirkiyeyê ev yek li dor sedî 6’an e. Li DYA’yê serokê wan jî bi tesîra van saziyan tê hilbijartin. Li Tirkiyeyê?
Ger hûn pirsa saziyên kurdan bikin... Ezê bibêjim rewş xirabtir e û hew.
***
Dengê partiya kurdan
Hê çendek berê me Newroza îsal pîroz kir. Kes nikare bibêje Newrozeke ne serketî bû. Hem kurd, hem ne kurd, bi ser de dewlet bi xwe qebûl dike ku Newrozeke gelek serketî derbas bû. Ji vê wêdetir ez dixwazim balê bikişînim ser hejmara kesên ku beşdarî Newrozê bûn û têkiliyeke bi girtina dengan a di hilbijartinê de saz bikim.
Li Stenbolê li gor polîsan 150 hezar kes di Newrozê de hebûn. Li gor komîteya amadekar jî 500 hezar. Li gor hesabê rojnamegeran ku her wisa dikin, hejmara polîsan û yê komîteya amadekar didin ser hev, nîvê wê reqema rastîn e. Dema em wisa hesab bikin dike 650 hezar, nîvê wê dike 325 hezar kes. Yanê di Newroza Stenbolê de 325 hezar kes têne ba hev (Ji bîr nekin ku gelek kes jî nekarîn werin Newrozê) lê partiya kurdan (HADEP, DEHAP, DTP, BDP) nikare ew qas dengî bi dest bixe.
Li Amedê qala beşdariya mîlyonekî tê kirin, lê li Amedê mîlyonek deng nayê girtin. Em bi gotina Hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş bibêjin “4 mîlyon kesî Newroz pîroz kir”. Pirsa me ev e: Çima BDP tenê 2 mîlyon û kusur dengan digire? Ger hilbijartina çûyî de 4 mîlyon deng bigirta wê bendava sedî 10 têkbibirana.
Gotina dawî: Gelo ji bo hejmara kesên beşdarî Newrozê bûne di hilbijartinê de veguhere bibe deng çi tê kirin?
***
Meseleya debarê
Em li cafeyê rûniştî ne. Yek ji hevalên me dibêje ‘Hedefa min ew e ku ez tiştek bikim, piştî 45 saliya min bêyî ez bixebitim 5-6 hezar TL bikeve destê min ku debara xwe bikim. Heqet fikreke xweş e. Lê li Tirkiyeyê 14 mîlyon (reqem ne sedî sed e) betal hene. Bi mîlyonan kes bi mehaneya asgarî (li dor 600 TL’yî) dixebite. Bi hezaran kes hene nikarin nan bibin mala xwe. Emê van çi bikin?
***
Penîrê Amedê
Her ku hevalekî/e min ji Stenbolê diçe Amedê û vedigere bi xwe re qedayîfa Amedê tîne. Wê rojê hevalekî dîsa çûye Amedê ji Amedê bi telefonê li min digere, “Ez li Amedê me, ji bilî qedayîf tu çi dixwazî?” Yanê “Qedayîf jixwe ezê bînim, wekî din?”...
Daxwaza min ev e: Kî were hema bila seriyeke penîrê heliyayî bîne bes e. Ev daxwaz zêde bû tişteke şexsî lê ez çi bikim, penîr hat xwe li nav notan qeliband.
***
û straneke: Bîr Elmanin Yarisi
Yek ji beşên Diyarnameyê jî Klîba Hefteyê ye. Ez ji hin stranên tirkî gelek hez dikim. Wekî gelek tiştên serketî ez dixwazim em carinan straneke tirkî jî bixin nav Klîba Hefteyê lê Dawud nahêle. Û ev daxwaz her di dilê min de ma. Helbet Dawud nikare eleqeyî Diyarê Me bike.
Vaye ji we re klîbeke strana tirkî, ji koma Kollektîf İstanbul (Not: Kurdên me yên tirkî nizanibin ger daxwaz bikin ez dikarim ji wan re wergera gotinên stranê bişînim):


